31 Temmuz 2010 Cumartesi

                            ZIMANÊ KURDÎ Û TEKOŞÎNA WÎ

Mîrza RONÎ


Ez seride roja zimanê dayîkê; li dayîk û dengbêjên kurd pîroz dikim. Dîsa li hemê gelê kurd û gelên bindest pîroz dikim. Ziman bi keda dayîka destpêkêde ji zarokan re dibê firşik(maya). Li gor zanyaran dema Zarok malzaroka diya xwedeye girêdana zarokê û zimanê dayîkê pêk tê; ango hêj zikê diya xwede hînî dengê diya xwe dibê û ziman mejiyê zarokê de firşik dibe. Ji xwe piştî ku tê ser rûyê dinê êdî her roj hînî dengê zimanê dayîka xwe dibe.

Dengbêjên me kurdan jî, zimanê me kurdî bi salane ji mere kilam, pehîzok, lawik, çîrok, helbest û li ser şeran di bêjin; her mikamek ku ew dibêjin kehniyek ji kehniya zimanê kurdî ye. Ez dikarim bêjim ku heke çanda me a dengbêjan ewqas ne dewlimend bûya, me wê îro gelek çîrok, wêje û dewlimendiya zimanê xwe winda bikira. Divê em ji bîr nekin ku ê ku zimanê me ji dagirkera parastî dengbêjên me ne. Îro li nav tu netewanda çanda dengbêjiyê ne wek a me kurdan xwirte. Li vir bejna xwe li ber dengbêjên me di tewînim. Lê mixabin îro gelek ciwanên eme kenê xwe li miqamê gotina dengbêjiyê dikin û ji çanda dengbêjiyê direvin û dikevin nav çanda popîlîst de. Ev şermek mezine ku ciwanên me dikevin navde. Divê em dengbêjên xwe serbilind bikin û kilam û gotinên wa zindî bikin.


Tekoşîna Zimanê kurdî.


Zimanê kurdî; ji sala 1900’î pêde êdî polîtîqayên pişaftinê re rû bi rû maye. Tirkan li ser gelên din ê nav xwe de, armancên ku pergala yek netewî ji xwe bi afirînin ketin nav hewldanên kirêj de. Gelên wek Ermenî, Suryanî û Ereb bi kuştin û talan kirinê ji nav xwe derxistin û mal û milkên wa wêran kirin. Lê ji gelê kurd re, bi xapandin û pergala pişaftinê pejilandin û stratejiya helandina nava xwe de ji kurdan re hiştin. Bi hilweşandina osmaniyan re, êdî zîhniyeta yek netew û yek al, yek ziman kete cihê pergala osmaniya de. Piştî komara Tirkiye hat ava kirin bi tûndî hebûna kurdan hat înkar kirin û zimanê kurdî hat qedexe kirin. Heta wê jorê her çiqas xebatên ciwanên kurd wek ‘komelaya Kurd Telebeyî Têvî Cemyetî’ xebatên li ser xwêndin û ziman dabin meşandin jî, lê piştî avabûna komara nû re ew jî tekçûn û xebatên wa hatin qedexekirin. Ji wê rojê virdetir her çiqas hin xebatên dem demî hatibin kirin jî ji gelê kurd re tû pergal li ser ziman ne hatiye avakirin. lê divê ez li vir qala keda nemir Apê Musa bikim ku ewî serê xwe li ber qedexe û zilme ne tewand û ji nav qedexeyande jî, ewî pirtûka bi navê ‘Birîna Reş’ di dema girtingeha Stembolê de, di sala 1959’an de, bi zimanê kurdî nivîsand. Wek dî tekoşîna zimanê kurdî di nav komara Tirkî de bi qedexeyan re heta salên 1990’î hat, piştî salên 90’î êdî hin nerm bûn nava zagonên komarê de pêk hatin û hêdî, hêdî bêhna zimanê kurdî derdiket. Sala 1991’ê de navenda çanda Mezopotamya li stembol vebû û di bin banê navenda çandê de xebat li ser ziman û çanda kurd di meşiyan. Lê heta demekî kurt pêdiviyên zimanê kurdî zêde bûn û xebatên li ser zimanê kurdî ji nav navenda çandê derketin û berbi enstîtutiyê ve hat, piştî xebatên li ser kurdî rêk û pêk bûn di sala 1992’ê de roja 18 Nîsanê bi beşdarbûna gelek kesên navdar vebûna ‘Enstîtuya Kurdî’ pêk hat. Piştî vebûna Enstîtutiyê warê zimanê kurdî de derfetek zanistî li pêşiya zimanê kurdî vebû. Dîsa heman sala 1992’ê de vê carê rojnameya ‘Azadiya Welat’ 22’ê sibatê de dest bi weşana heftane kir. Bi pêşketina hêla zimanê kurdî de gelek dewlimendî kete ser zimanê kurdî. Bi derketina rojnameya Azadiya Welat re di warê çapemeniya li ser zimanê kurdî de gavek girîng hat avêtin. Heta salên 2000’ê de gelek nivîskar û rewşên bîrên kurd girîngî dan zimanê kurdî û pêşketin di warê kurdî de pêk hat. Gelek pirtûk û kovar bi zimanê kurdî derketin û dewlimendiya zimanê kurdî her roj bêhtir dibû. Teybetî sala 2000’ê de çalekiya xwendekarên zanîngehêde wek kampanya dayîn destpêkirin mora xwe li çalekiyên li ser ziman da û çalekiya xwendekarên zanîngeha de, cihê xwe li nav tekoşîna zimanê kurdî de girt. Bi hezaran xwendekarên kurd di zanêngehên bilinda daxwaznameyên perwerda zimanê dayîkê kirin û ev çalekî bû sedem ku di warê zimanê kurdî de hin gav bên avêtin û pergala qedexeya li ser zimanê kurdî teng kir. Piştî wê çalekiya xwendekara, êdî dewlet neçarma hin gav avêtin di pêşîlekirina zimanê kurdî de rê vebû. Her çiqas hindik jî bê li gor ku derfet bê kar anîn gavek başbû ku hin zagon ji pêşiya zimanê kurdî re vebûn. Bi wan gûhartinên kanunî destûrda ku di bin banê komelayên li ser zimanê kurdî vebin. Lê dîsa ji ber ne hesibandina zimanê kurdî dîsa gelek pêkanînên kenok di dan ber pêşiya zimanê kurdî wek ku digotin bila deriyê komelaya ku li Elih ê vebûyî an avqas mitro bê, anjî ferehe teng bikin. Bi kurtasî disa bi gelek êş û eleman heta sala 2005’an hat û vê carê bi hêzek nûjentir komelaya li ser zimanê kurdî ‘Kurdî-Der’ li Amedê vebû. Dîsa Enstîtutiyê kurdî li Amedê jî ava bû û pergala zimanê kurdî rêk û pêktir dibû. Mirov dikarê bêje ku ji salên 2000’ê pêde salên tekoşîna zimanê kurdî gûrtir dibû û gelek gav ji zimanê kurdî re dihatin avêtin; wek dîsa 2006’ê de Azadiya Welat bû rojane û rojane dest bi weşanê kir.

Tzp Kurdî (Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî)

Dem bi dem tekoşîna zimanê kurdî hatiye weşandin, bi gelek ked û nirxan tekoşîn ji zimanê kurdî re hatine destpê kirin, her çiqas kêmasî di nava tekoşîna heta salên 2005’an hebin jî, bi serbilindî tekoşîn hatiye meşandin. Piştî salên 2005’ê êdî rûpelek dî ji tekoşîna zimanê kurdî re vebûye. Bi rêxistinbûyîna Tzp re gavek nû ji zimanê kurdî re hatiye avêtin. 21 Adar 2006 li Amedê rêxistina Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî ava bûye. Li gor armanc û pergalên zimana Tzp jî ji zimanê kurdî re pergalek daye avakirin. bi avabûna Tzp re hêza rêxistinbûyîna li ser zimanê kurdî xwirttir bûye û hişmendî û lekolînên li ser ziman rêk û pêktir bûye. Di warê perwerdehiya zimanê kurdî de bêhtirîn xebat hatine meşandin û merheleyak nû ji gelê kurd re vebûye. Îro gelek şaxên komeleyên zimanê kurdî wek li Wan, Colemerg, Elih, Îzmîr û gelek navçeyan kurdî-der vebûne. Îro em dikarin bi bêjin ku me pergalek a zimanê kurdî heye.

Lê ji bo ku em îro li Tirkiyê nêzî 25 milyon kurdin ji bo ku zimanê kurdî ji gelê kurd re fermiyeta zimanê kurdî di bin banê dibistana de pêwîste. Her çiqas xebatên li ser zimanê kurdî di bin banê Enstîtuti û komeleyan de bên meşandin jî ev na têra perwerdehiya zimanê kurdî nakê; sêrîde hêza fînansekirina ji bo perwerdê hêza Tzp têrê nakê. Ji wê çendê îro divê ji hêla dewletê ve gav ji bo perwerda zimanê kurdî bê avêtin. Herî kêm divê herêmên kurd têde dijîn de perwerde zimanê kurdî fermî bête dayîn di dibistana de. Çi qedexeyên li pêşiya zimanê kurdî de divê bên rakirin, navên erdnîgariya kurda dîsa zimanê resen bê nivîsandin û ji bo van xebata ji hêla dewletê ve piştgirî bête dayîn. Dîsa divê em bi zanibin heke tekoşîna li ser zimanê kurdî neyê bilind kirin li gor rewşa îro dewlet ti gava ku em di xwazin ji bo ziman na avêjê. Dîsa bar dikevê ser milê tevgera gelê kurd. Di vir de divê, Tzp daxwaza perwerda zimanê kurdî gûrtir bikê û her qada kurd lê dijîn de çalekiyên lê ser zimanê kurdî darbixê. Di sêrîde Tzp zimanê kurdî li ser siyasetmedar, Rewşenbîr, nivîskar kurd û rêveberên herama ferz bikê û hişmendiya zimanê kurdî li wa bidê ferzkirin. Dîsa hişmendiya zimanê kurdî li nav gelde bi rêk û pêk geş bikê û komeleyên zimanê kurdî dewlimendtir bikê. Tekoşîna li ser zimanê kurdî dema çalekî tên pêk anîn germiyek heye lê mixabin dema çalekî di qedin dîsa hîşmendiya zimanê kurdî ji holê radibê û her kes xwe didê alîkî. Wek ku em dizanin roja zimanê dayîkê hat û gelek li deveran çalekî meş û daxwiyanî pêk hatin ev na zehf başe; lê divê bi wê germiya hişmendiya ziman hertim gelê me û tevgera me li ser piya bê. Me hêj azadiya zimanê xwe dest ne xistiye ku heta em tenê wek pîrozbahiyê li çalekiya bi nêrin. Li vir de barê giran disa dikevê li ser milê Tzp. Me gelek Welatparêz hene lê zimanparêzê me kêmin. Welatparêz heke zimanparêziyê nekê welatpareziya wî jî qels dibê. Ji bo ku îro zimanê me welatê meye.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder