11 Ağustos 2010 Çarşamba

HÊZA ZIMAN Û XWESERIYA CIVAKA KURD

MÎRZA RONÎ


Ziman hîmê hebûna mirove. Xwiliqandina civakê bi zimanê mirovahiyê hatiyê sazkirin. Parastina zimanê mirov, jibo civakek pakij û çandî li ser her mirovî ferze. Ji komên dema qirnên ‘‘neolotîk’’ em bigirin heta şaristanîyên qirnên îroyîn, ziman pira netewbûyînê liser milê xwe bilind kiriyê. Parastina vê pira bingehîn jibo mirov û civaka mirov divê di asta herî jor bête dîtin.

Heke ku em liser girîngiya ziman bisekinin, mirov dikare bi yek gotinê bibêjê ku ziman dermanê her tiştiyê. Ji van tişta, tişta herî berbiçav çeka parastina hebûna mirove. Kifşkirina hebûna mirov di felsefeya ziman de veşartiye. Felsefeya hebûnê di felsefeya zinande veşartiyê. Hêza felsefeya zimanê mirov liser hemû têgehên mirovahiyê dikevê. Heke mirov hûr, hûr liser mirovahiyê bisekinê; mirov dibînê ku, mirov çawe berbi civakbûnêve hatiyê û di encamê de cîhanek ji civakan hatiye avakirin. Dinava her civakê de jî çêka herî pê hatî parastin û hebûna xwe pê domandî zimanê wî ye. ji nava mirov û civakên cihanê de yek ji mirovên kurd û civaka ‘’kurd’’ e. Civaka kurd jî dîroka civakbûn û hebûna xwe bi zimanê xwe parastiyê û heta roja meyî îro aniyê. Her çiqas dara civaka kurd; ji hêla despot û xwidawendiya maskeyî ve xwestibin bi biviran bi birin jî, tu caran dara qedîm rayên xwe ji axa pîroz qût nekiriyê. Di vir de divê em bi zanibin dar û daristan bêyî ‘ave’ nikarê dinava xwezayê de şîn û jîn bimînê. Ango arîşeya (madde) ku civakê ‘av’ dide jî zimanê wê civakêye. Civak bê ziman jîn nade. Civak bê ziman azad jî nabe.

Civaka kurd ji destpêka dîroka xwe heta îro gelek dem û dewran dîtiye. Gelek caran mal û halê civaka kurd hatiye talankirin û werankirin, gelek caran gûr ketiyê nava civaka kurd de. Gelek caran civaka kurd hatiyê xapandin. Gelek caran civaka kurd di nava dîrokê de nok bûye. Lê; lê a herî pîroz civaka kurd tu caran rayê xwe ê esas û bingehîn ango zimanê xwe ji dest nedaye. Di nava herîkîna dîroka xêlet de, zimanê kurdî hertin tekoşîna hebûna xwe meşandiye. Heta roja me a îroyîn hebûna civaka kurd bi zimanê wî hatiyê serbilindkirin.

Di roja me a îroyînde, civaka kurd gihiştiyê astek pîroz. Bi kedên gelek giranbûha hebûna xwe aniyê ber devê civakbûna azad. Jibo civakbûna azad, jibo parastina çandî, parastina dîrokê, parastina fizîkî û berî her tiştî jibo parastina çeka (ziman) xwe dive; erka herî pêwîst, erka parastina zimanê wî be.

Ziman û Xweseriya Azad

Vaye hêz û tevgera civaka kurd, jibo xwe revevirinê pergalek xweser, ango pergala xweseriya demokratîk bi analîzên zanistî danî ber pergala navendîparêz. Jibo civaka kurdan û gelên dinava tirki de dijîn ev pergala xweseriyê erka demokrasiya tirkiyê digirê ser milê xwe û dikarê liser milê xwe bigirêjî.

Di vê pergala xweseriyê de her mirov dikevê bin banê parastina hebûna xwe û civaka xwe de. Jibo pergalek demokratîk, jibo rêvebirinek demokratîk û azad xweseriya demokratîk li hember pergala netew dewlet, pergalek a demokrasiyê ye. Têgeha netew dewlet, dinava pirsgirêkên civakan de êdî hilweşiyaye û nikarê erka demokrasiyê ragirê. Jibo çareserkirina pirsgirêkên civakî li hember têgeha netew dewlet, divê têgeha xweseriya demokratîk di hemû zîhniyetan de cih bigirê.

Her çiqas di avabûna komara tirkî de, sêrîde modela xweseriyê jibo kurdan hatibê xwestin jî, lê tu caran hebûna civaka kurd di nava komara tirkî de cih negirtiye. Ji roja avabûna komarê heta îro pirsgirêka gelê kurd, zindîtiya xwe ji nav pergala rêveberiya komara tirkîde dernexistiyê. Çiqas bi têzên ku hebûna kurd înkar dikirin jî tu carî zihniyeta înkarê ser neketiye. Tevgera gelê kurd serê xwe jinava çanda înkarê derxistiye û hebûna ‘kurd’a di nava têgehên zanistî de cih kiriye. Bi tekoşîna tevgera gelê kurd wek gotina ku ‘‘mirî ji erdê rabû’’ gelê kurd jî ji mirinê berbi zîndibûna civaka gelê kurd ve rabû. Tevgera gelê kurd hertim jibo afirandina civakek azad di nava lêgerînên exlaqî de maye. Gihiştina merheleya îro jî, dîsa tevgera gelê kurd bi dînamîkên xwe ên ji nava gel digirê û jibo azadîbûnek exlaqî xwe jibo demokrasiya tirkiye nûvejen dike. Jibo afirandina pengava nû, ligor rewşa tirkiye analîzên exlaqî tevgeriyayê û di encama pengava nû de, jibo komara tirkiye, komara demokratîk û jibo pergala civakê jî pergala xweseriya demokratîk derketiye holê.

Ligor pergala ‘xwe-seriya’ demokratîk, wek ku di kîteya peyvê de jî tê destnîşankirin ku rêveberiya ‘‘xwe bi xwe’’ ye. pergala netew dewlet heta niha bi yek netewî, xwe li navenda rêvebirina komarê cih kiribû. Jibo wek heviya gelên dinava komarê de dijîn berevajî çareserkirina pirsgirêkan, ji pirsgirêkan re dibûn pirsgirêk. Jibo aramî, wekhevî û azadiya gelên di bin banê komara tirkide dijîn pergala komara demokratîk riya demokrasiya dinavber gelandeye.

Jibo gelê kurd lê xwedî derketina vê pengava nû ango berbi xweseriya demokratîk ve çûyîn wek nan û av ferzê. Jibo cihkirina vê pergalê dinava herema de her mirovê kurd erka xwedî lê derketinê bînê cih. Jibo fêmkirina wê bikevê nava hewldana de û pergalê demek zû bidê rûniştandin. Xwe bi xwe rêvebirin gavek exlaqiye û jibo civaka kurd pergala hebûna xwebûnêye. Lê çeka xweseriyê berbi serfiraziyê de bibe, bê goman çeka ‘‘zimanê kurdî’’ ye. Jibo xweseriyek azad, zimanek azad pêwîstiya exlaqiya civakêye. Ji mirovek kurd em bigirin heta kesen di asta rêveberiyê de, dive berî her tiştî axaftin û azadiya zimanê kurdî pêk bîne. Bila gevên herî piçûk jî bin bes dive kurdî berî hemû xala bête cih. Heke ku em xweseriya demokratîk venegûherînin qada azadiya zimanê kurdî, wî demê emê di nava xelatiyande lidor xwe bi zivirin. Ji fêmkirina vê pergalê heta pîrozkirina wê û heta berbi pêk anîna vê pergala xweseriya demokratîk dive zimanê kurdî bê karanîn. Jibo ku reng û felsefeya zimanê kurdî dikarê pergala xweseriyê demek kurd de li tevayê pergalan bide qebûlkirin. Wê rojê li saziyek me, min panqarta jibo pîrozkirina xweseriya demokratîk bi zimanê tirkî dît. Gelo divir de nakokiya derdikevê holê ne xwedî mafe. Ango em xwe-seriya demokratîk dixwazin lê em bi tirkî pîroz bikin. Dema xwe bi xwe derket holê bu xweserî û dema mafê xwebûnî derdikevê ango di xwebûnê de zimana mirov heye. Heke ku ew xwebûnî azad nebê xweserî jî azad nebe. ji îro pêde ji bingeha civakê em bigirin heta serê civakê dive jiyan bi kurdî bête xemilandin. ji karê şaredariya em bigirin heta karê meclîsa divê zimanê kara civakî kurdî bê kirin.

Di dawiya nivîsa xwe de ez dixwazim mînakek piçûk nivîsa xwe encam bikim. Wê rojê ez li malim û min dengê ku ji hoparlorên şaredariyê dîrekan ve jibo agahiyan cih kirîn seh kir. Agahiya kesekî ku çûyî rehmetê bi zimanê tirkî li gelê Cizîre dida zanîn. Ê dema ziman tirkî bê dayîk/pîrek fêm nakin. Diyamin got ‘‘ev çi denge’’ jinbiramin lê vegeran got ‘‘bawere behsa biskilêtan dike’’ di vê çîrokê de elbet kenê mirov tê. lê divê êdî her tiştî em ‘xwe’bûnêde fêm bikin, paş gûh û ser gûh re avêtina heta niha me dikir, em gelek eşandin. Divê tenê ne bangewaziyek ji rêvebirina xwe em bigirin, heta zimanê siyaseta xwe û pergala pewerda xwe em bi zimanê ‘‘xwe’’ bikin. ‘‘zimanê azad, xweseriya azad’’

6 Ağustos 2010 Cuma

MÊZÎNA DEMOKRASIYÊ

Mîrza RONÎ

Mêzîn û demokrasî; du nav anjî du têgehîn yekbûyîne. Di pîvanên demokrasiyê de heke ku mirov dadmendiya mêzînê lipêş çavê xwe ne girê wî demî demokrasî/demokratî erka xwe pêk naînê. Çi mafê û keda jibo mirovahiyê di nava mirov û civakî de hatî parvekirin divê ligor yek mêzînê hatibin parvekrin. Heke dadmendiya mêzînê dinava mirovahî û civakan de; xelet werê karanîn/parvekirin; wî demî demokrasî û mêzîn jî ji holê radike. Maf û keda mirovan û civaka jî dikevê destê qiralparêz û despotîzimê de.

Mêzîn min cara êwil dema jiyana min ligûnd derbas dibû min dît. Wî demî ataran jibo pêdiviyên gûndiyan cih bînin, ji bajaran xir û mir, fêkî û zad jibo firotinê tanîn gûnda. Wî demî kesê ku fêkî ji atar dikirî, atar fêkî datanî ser mêzîna xwe û li gor daxwaza kirînê dikişand. Kêloyek an ji du kêlo bi mêzîna xwe dikişand. Dema kêloyek datanî rexek mêzînêde rexa dî jî, fêkî têxistiyê; heta ku herdu rexên mêzînê wek hev li ne hatiba, kesê bikir qebûl nedikir. Ango diviyabû kêlo û fêkî wek hev lê bihatana. Ji vê çîroka mêzîn û têkiliya bazirganiyêde tişta ku min fêm kirî wekhêvî û parvekirina ligor xwesteka mirovahiyê bû. Di virde heke ku atar ne ligor dadmendiya mêzînê tevbigera wî demî; bikir jî wê nerazîbûn nîşan bidana. Jibo maf standinê dive hertim wekheviya mêzînê berbiçav bê dîtin. Dema yek ji yekê zêde derdikevê, divê bête zanîn ku kedxwarî liwir de heye. Mêzîn hertim dadxwazê lê kesê ku mêzînê kar tînin divê ew jî dadxwaz be. Heke kesê ku mêzîn di destande ne dadxwaz be wî demî têgeha demokrasiyê ji holê radibê.

Di cihanê de bi milyonan mirov tevlîhevbûye û her civak ligor reng, çanda û dîroka xwe jiyana xwe didomîne. Ligor vê çîroka me li jor anî ziman îro di nava hin civakande qet dadwerî ne ligor pîvanên mêzînê pêk tên. Demokrasiya ku tê kal kirin qet ne ligor xwestekên atar û bikirane. Em îro mînaka civakên tevlîhev bûyî ji Tirkiyê bidin rewşa demokrasî û mêzîna di nava civakan de rehetî derdikevê ber çavan. Li vî welatî gelê Kurd, Tirk, Ereb, Suryanî, Ermenî û hwd. Gelek mirov, civak û netew di nava pergala komara Tirkiyê de dijîn. Her gel li gor baweriya xwe, çanda xwe, zimanê xwe û dîroka xwe; liser erdnigariya herem û bajarên xwe dijîn. Lê mixabin dema demezrandina komarê em bigirin dest heta niha mafê gelan û mirovên ne ji qewmê tirka bê; jiderveyî mêzînê hatine hiştin. Çi maf, qanûn, zagonên heyî ligor xwe di mêzînêde cih kirine. Ango mafê netewa tirka; di rexekê mêzînêde hiştine mafên gelên dî di rexekîde; çi maf, qanûn, zagonên heyî ligor dilê xwe diwî rexê xwede bicih kirine heta ku rexê wa liser rexê gelên ne ji qewmê wa bilind bûyî û bilindbûnek gelek kifş. Kesê ku dema ev mêzin jibo mafê gelan xistî destê xwe çi mafê heyî ligor xwe ne ligor dadweriya mêzînê cih kiriye. Û a herî nexweş li Tirkiye remza/logoya wezareta dadê û dadgehan mêzîne. Her roj ew mêzîn lipêş çavê dadger û dadxwazane; lê mixabin çiqas liser dîwaran û pirtûkên zagona ew mêzîn rast xwiya bikê jî, xwarbûna mêzînê êdî gelek ne maye liser rexêdî de bi qûlibê û wê mêzîn xira bibe.

Herî dawî divan rojevên dawî de, li Tirkî gelek tegeha demokrasiyê tê karanîn. Çi kesê rasibê dibêjê ezê pergala demokrasiyê bicih bikim û biratiya gelan pêk bînim. Lê gelo ma ew kesên wisa dikin qîr û xwe di çirînin (akp, chp, mhp) ma qey wê mêzîna xwar nabînin gelo. Heta ku ew mêzin rast nebe, heta ku jibo gelên dibin pergala komara Tirkî de dijîn mafê wa wek hev nebê û ti cûdahî di navber gelande ne mînê; ma wê çawe bikarin qala demokrasiyê bikin û pêk bînin li Tirkiye de.

Jibo wekhevkirina herdu rexên mezînê divê mafê gelan wek hev di mêzîna zagona bingehîn de bên cihkirin. Berî her tiştî dive yek, yek û yekyekî ji zagona bingehîn bê gûhartin; maf û hebûna gelên cûda bê dîtin. Xwestêk, bawerî, çand, ziman û dîroka gelan li ber çava bê dîtin û ligor rastbûna herdu rexê mêzînê tevbigerin. Heke ku hebûn, bawerî, çand, ziman û dîroka gelan liber çava newê girtin tenê pergala yek, yek yekî bê; wî demî ne mêzîn ne jî demokrasî dinava pergalan de na mînê.

Îro linav komara Tirkî de gelê Kurd yek jî ji gelê herî qedîm û xwedî dîroke. Liser erdnigariya xwe bi hezar salane dijî, dinav çanda xwede bi hezar salane dijî, bi zimanê xwe bi hezar salane diaxivê û pê dijî. Lê mixabin ji destpêka damezrandina komara tirkiye em bigirin heta îro ev qedîmî û hebûna gelê kurd qet ne hatiye dîtin û zagon û pergala yek yekî de qet xwiya nakê. Ê heke ku qala demokrasiyê îro li Tirkiye tê kirin û mêzînê têxin destê xwede. Divê berî hertiştî xwarbûna mêzînê rast bikin û hebûna gelê kurd, zimanê gelê kurd, çanda gelê kurd di zagona bingehîn de cih bikin û ji nûde qala demokrasiyê bikin. Wî demî pergala yek, yek, yekî wê di nava dîrokê de bimînê û komara demokratîk wê jibo gelan ava bibe.

Yekem car mêzîn di serdema Misriyan de hatiye dîtin (berî î.3500). wî demî ji jibo kişandina wek heviyê kar anîne. Di nava qanûnên Hammurabî (berî î. 1792–1750) de jî; qala pîvanên mêzînan tê kirin. Di dîrokê dejî; nava hemû şaristaniyan de mêzin amûr an jî têgeheka berbiçave, ji maf û wekheviyê re. Lê karanîna mêzînê heke ku dikevê destê mirovên nêtpîs de wî demî mêzînê xêlet kar tînin û her tiştî jibo xwe dibînin û dikêşin.

31 Temmuz 2010 Cumartesi

                                                           ZOZAN


MÎRZA RONÎ

Ava Kanî û mergên çiyayên zozana dema xwe ji keziyen zinara de di berdin, mirov xwezaya rast dibînê û mirov berbi xwezaya kurve diçe. Dema mirov nav kereng, revaz, sosin, şîler, beybûn û kûlîlkên reng û reng de dimeşê xwe li kaba mirov didin û dilê mirov şa dikin. Behna wa kulîlkên zozana dema tê bevila mirov û diçê xwar ne êşa dil, nejî êş û kul di laşê mirov de na mînê. Xezal û ajalên li şikefta de dema xwe naşî mirov dikin ji dibêjin xwediyê van çiyayên bilind emin û xwe li mirov didin nasîn.

Ew jiyana li nav wa zozana de zû bi zû dest her kesekî na kevê; tenê ye ku ji wa çiya hezdikin û qeweta xwe jê digrin, ewa ew jiyan dest xistîye. Salên berê, 1990’an de koçerên tenê xwedî mih û sewal ew zozanên nav çiyayên bilind de ji xwe re havîn û bahara dikirin mal û dabara xwe ji zozana digirtin. Her sê mehên havînê li ser wa merg û kaniyen çemidî, sewalên xwe xwedî dikirin. Konê rêş nav giya û kulîlkan de di vegirtin û ew kulîlîk ji ware dibû derman. Dema şivana li bilûra xwe didan, berîvan ber bi beriye de diçon, Xezal û kîvroşka xwe li pêşîya wa de dihiltavêtin. Ew zozanên mîna Çemêkarê, Fereşîn, Alandeş, Girê hesina, Kurdê û çend heremên dîn dema Koçer diçon têde jîn dihat ser wa zozana. Mixabin ew zozanên ku dengê bilûrê le dihat piştî salên 1990’an êdî xwedîye xwe gûhartin û dengê gûllê û topan ket nav zinara. Lê hertin ewan zozana yeku xwe xistî bexta de hertim parastiye û ji ware bûye mal. Koçerên piştî keqexeyên li ser zozanên wa nedikarîn biçin eve pazde, hijde salin zozanê xwe ne çêrandî û mast, pênîr, şîrê û meyra zozana ne xwarîn, îsal mecbur mane ku biçin warê bavu kalên xwe pêzên xwe biçêrînin daku bikarin dabara xwe bikin. Koçeren wek Batûya, Kiçan, Goyan, Sora, Didêra û çend êşîrên dî ji ber germahîya havînê divê herin zozanên xwe biçêrînin.

Piştî ku kedexe ketin li ser gûnd û çiyan, Koçer jî wek her kesêkî peşkik jê xwarin. Lê ti carajî keqexan ne kariye koçera ji zozanên wa dûr bexê. Hertim berê koçera li zozanan bu. Hin Koçer berê wa ket bajarên mezin û nav jiyana bajara de perîşan bûn le dîsan jî ku derfetê dest bixin wê biçin çîyayên xweyî azad de karê xweyî pakij kin, wê ji dev jiyana bajarayî kirêj berdin.

Ku evkas me kala zozana kir bîra çîrok û helbestên li ser zozana hatî gotin hatin bîramê.



Zozan zozan zozan lêlê zozan

Lêlê zozan.

Çiyakê zozan bilinde lêlê zozan

Lêlê zozan.

Çar hawîrdor gûnde lêlê zozan

Lêlê zozan.

Bejna yaram bilinde lêlê zozan

Lêlê zozan berxê canê.

Pêzê zozan reşin lêlê zozan

Lêlê zozan.

Berîvan lê dimeşin lêlê zozan.

Çavên yaram reşin lêlê zozan kewê canê.
                                             ŞOPÊN FEQIYÊ TEYRA
MÎRZA RONÎ

Di şaristaniya herema Botan de, gelek mirovên, kesayetên bi zanyar û ilimdar; li ser axa Botan jiyane. Ji van mirovên zanyar wek Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyra û Ehmedê Xanî ne. Ev zanyar û fîlozofên ziman û wejeya kurdî, gelek jiyan û serpêhatiyên wan li ser vê axa miqeddes derbas bûye. Ew dîwan û helbestên wa ji pênûsa wayî hêja hatî nivîsandin; mirov îro jî şopa wana dibînê. Teybetî jî îro gelek warên ku Feqiyê Teyra lê jiyayî û serpêhatiyên xwe têde bihurandî li herama Cizîrê hene.


Di nav gelê Cizîrê de îro jî gelek, mirovên kal û Seyda qala Feqiyê Teyra dikin. Teybetî jî çîrokên ku li ser Feqiyê Teyra hatine gotin, gelek kalên vê herema me dizanin û tînin ziman. Îro şopên ku Feqiyê Teyra ji mere hiştine Medresa wî, Mizgeft, Gûnd û deverên ku lê rûniştine û dîsa şîretkarê wî çemê Dîclê ye.

Medreseya Feqiyê Teyra:

Ev medresa Fekiyê Teyra dema mirov ji Cizîrê derdikeve nêzî 15 km. mirov ji Cizîrê dûr dikeve li ser riya Basa (gûçlukonak) li kêleka gûndê Kereşa navbera çiyayê Gabar û çemê Dîcle de hatiye avakirin. (ji ber ku heya niha ti lekolînên zanyarî lê nehatine kirin mirov nizane di kîjan demê de hatiye avakirin) Nava derdorek xwezayîde ye û rêya diçe Basa di berê derbas dibe. Ev şopa ku Feqiyê Teyra ji mere ava kirî hêj ser piyaye, lê mixabin wek her warê meyî kurdan ev medresa Feqiyê Teyra jî ji bêxweyîtî, bê parastinî dîwarên medresê gelek jî hilweşiya ye û dîwarên mayî jî li ber hilweşînê ne. Heke ku ti parastin û avakirin jêre pêk neyê heta demeke dirêj xwe li ser piya nagire û wê hilweşe xirabibe. Rewşa ku îro medrese têde tenê mezelek ji Medresê maye û diwarên hewşa Medreseyê jî rêzek jê mayê û derdora Medreseyê bûye xirbe. Rola vê Medreseyê jî wek Medreseyên din; perwerda ilmî lê tate xwendin û Fekiyê Teyran li vê Medreseyê de xwendiye û Medrese li ser navê wiye. Deme mirov şopên Fekiyê Teyran di nêrê dema mirov kûr di fikirê ew demê ku Feqiyê Teyran têde tê pêş çavên mirov û mirov xengîn dibû ji ber ku Medresa wî di vî halîdeye.

Mizgefta Feqiyê Teyra:

Dema ez li nav şopên Fekiyê Teyra digeriyam piştî ku em ji Medresa wî derketin apê ku ji gûndê kereşa jimere got ku: li nezî Medresa Feqî Mizgefta wî jî heye û li wê jî binêrin. Piştî me ev jî zanî ji ber piştrastkirina Mizgeftê em çûn ser Mizgefta wî; me dît ku rastî jî mezelek xirbe li nezî Medresa wî heye û derdora vê mezelê jî tirb bûn. Li gor kevin bûna mezelê diyar bû ku ev mizgeft jî di dema avabûna vê Medreseyê de hatiye avakirin lê wek Medreseyê ti lekolîn li vê Mizgeftê jî ne hatine kirin û ti encamên zanyarî me dest ne xistin. Lê heke mirov Medresê û Mizgeftê deynê berhev di heman demê de hatibin çêkirin mirov dikarê bi bejê ku ev Mizgeft dibê ku ya Fekiyê Teyra bê.

FINIK:

Di jiyana Fekiyê Teyra de, li gor ku tişta ji Feqî re hatî gotin; jiyana wî li derdora gûndê Finikê gelek derbas bûye. Ev gûndê Finikê jî nezî Medreseya Feqiyê Teyra ne û dîroka Finikê li gor ku çirokên ji finikêre hatin gotin avabûna wê dibe ku beriya Medreseya Feqiyê Teyra hatibê avakirin. Îro ji kavilên-xirbeyên ji bermahiyên gûnd mayîn li ser piyane. Wek Keleha Finikê û cihê gûlleyên ku dema Tîmûr de avêtine kelleha Finikê îro ji wan şopare “pençên Tîmûr” tête gotin. Wek ku me di sêrîde anî ziman ji berk u tu parastin ji van kevnareyên dîrokîre pêk ne hatiye; îro ev dîroka pîroz li ber windabûnê ne. Dema mirov kur bala xwe didê ser van kevnareyan-xirbeyan xwiya dikê ku jîna Feqiyê Teyra di derdora Finikê û li ber çemê Dîclê derbas bûye. Ango li gor çîrokên li ser Feqiyê Teyra hatin gotin ku; Feqiyê Teyra dema ku di xwest helbestên xwe bi xwenda, an jî bi nivîsan da; ji Medreseyê anjî ji Finikê derdiket û dihat aşê ku dikevê milê finikêyî rastê li ber çemê Dîclê li bin darêk tûya, dirûnişt û helbestê xwe dinivîsîn û dixwendin. Di nav gelê Cizîre de hêj ev çîrok tê gotin ku helbesta Feqiyê Teyra a bi navê “Ey Ava Av” li bin wê dara tûya, li pêşber çemê Dîclê nivîsiye. Dîsa hatiye gotin ku dema Feqiyê Teyran li wir helbest di xwendin; ava çemê Dîclê lê gûhdar dikir û di rawesta. Balkeşê dema em li ser şopên wî digeriyan devera ku tê gotin Feqî lê helbest xwendîn a naha jî ava çemê Dîclê wek rawestayî xwiya dikê. Û şopên Feqiyê Teyra wek giyan xwiya dikin li ber çavên mirov.

Çemê Dîcleyê:

Gelek çîrokên li ser Feqiyê Teyra hene û dema mirov naveroka wana dinêrê; çemê Dîclê gelek têde derbas dibê. Wek ku me anî ziman jî helbesta xwe a bi navê “Ey Ava Av” li ser ava vî çemê nivîsiye. Em dikarin bi bejin ku ev çemê ku şahidê gelek dîroka û gelek netew li ser xwere derbas kirine û ji gelek mirovên navdar re bûye helîna çîrokan. Lê teybetî şopa Feqiyê Teyra li ser vê ava çemê Dîclê xwiya dikê. Wek çîroka ku di bejin: Feqiyê Teyra di ber vê avê de çûye û ev helbesta bi navê “Ey Ava Av” xwendiye û ji avê xwestiye ku rawestê, lê avê gûh nedaye Feqiyê Teyra. Piştî ku Feqî dibînê av ne rawesta Feqî lingê xwe ji milek yê avê tavê jê milê dî û xwe têxê nav avê de û ji avê dixwazê ku rawestê. Lê av gûh nadê Feqiye Teyra û ehdan li feqî dixwînê. Piştî kku av hewl didê ku feqî nokî avê bikê Feqiye Teyra jî; qewetê ji rebê alemê dixwazê ku bikarê avê rawestînê. Feqiye Teyra di nav avê de xwe wek bend qayîm dikê û na hêlê ku av derbas bibê. Her çiqas av jê daxwaz jî dikê ku dibêjê: min berde ezê herim masiyê min man bê av ma tu ji min çi dixwazî min na bedrî. Her çiqas av hewl didê ku xwe ji Feqiye Teyra xilas bikê Feqî na berdê û dibejê ji ber dengê te gelê Cizîrê na rakevê û tû gelek dikî gûş, gûş û derbas dibî. Şertê min jî ewê ku edî bê deng derbas bibe û bila tu kes ji te aciz nebin. Piştî ku av vê şerta Feqiye Teyra qebûl dikê Feqiye Teyra jî avê hedî hedî nava lingên xwe re di berdê û çîroka wî wisa di qedê. Li gor vê çîroka ku me kurt î li navber Feqiye Teyra û ava çemê Dîcle de derbas bûyî anî ziman xwiya dikê ku jina Feqiye Teyra gelek li ber vî çemî derbas bûye.

Îro mirov Medreseya Feqiye Teyran, Mizgeft, gûnd û çemê ku şopên Feqiye Teyra lê xwiya dikin danê ber hev; mirov bi rehetî dibînê ku şopên Feqiye Teyra xwiya dikin. Ev şopên wî li benda lekolîne mane.
                                          ŞOREŞGER CELADET ALÎ BEDIRXAN


MÎRZA RONÎ

Celadet Alî Bedirxan; kurê Emîn Alî Bedirxan, neviyê Mîr Bedirxanê Botan. Celadet biçeka xwe a şûna gûlleya hibir têde şoreşek çandî pêk aniye. Bi pênûsa xweyî dixerîbiyê de hîmê zimanê kurdî nûvejen kir û şoreşek jibo zimanê kurdî da destpêkirin.

Şoreş û şoreşgerî ne karek hêsane, herkes hêsanî nikarê bi bêjê ez şoreşgerim û şoreşê pêkbînê. Kesayetên mîna Celadet di doza xweyî kurdewar de hertim xwedî biryar û bîrdozîbû. Di emrê xweyî tekoşer de Celadet hertim bi doza xwere dilsozbûye. Berî tekoşîna xweyî Şamê, şoreşgeriya xwe bi çeka gûlleyî dimeşand. Lê piştî tekçûna serhildana Agiriyê êdî Celadet çeka xwe digûhere û dirajê çeka hibrî. Celadet jibo zimanê kurdî li heremên serhat û bajarên kurdan gelek geriyaye, gelek kesanre daye û standiye, axiviye. Her dengê ku celadet ji devê kurda dibihîst ji xwere dikir riya şoreşa çandî. Piştî Celadet hîmê zimanê kurdî fêm dike êdî hedî, hedî liser alfabeya zimanê kurdî dixebitê. Ligor dengê ku ji kirika mirovê kurd derdikevê dikevê nava hewldanade da ku alfabeyek rast jibo nivîsandina zimanê kurdî birêsê. Bizimanzaniya xwe Celadet Alî Bedirxan bihestên netewperweriyê dest bişoreşek nû dike û dest tavêjê çeka zimanê kurdî. Dinav parçebûna axa kurdistanêde tevlîheviya zimanê kurdî dibînê û li Şamê destbi xebatan dike. Jibine mala Bedirxaniya em bigirin heta şoreşgeriya Celadet hertim dilê wa jibo kurd û kurdistanê jeniye. Lê dilê Celadet gelekî jibo zimanê kurdî êşiyaye û dermanê zimanê kurdî geriyaye. Bi metoda alfaba latînî Celadet alfebeya zimanê kurdî jinûvê rista alfabê derdixê û sih û yek tîpên alfaba latînî jibo karanîna zimanê kurdî pêk tînê. Ku em bibêjin beriya xebata Celadet giranî alfaba erebî û kirîlî zimanê kurdî dihat nivîsandin, lê bi metoda celadet liser alfaba latînî danî û ligor deng û kirika ku ji dengê mirovê kurd derdikevê alfaba latînî yek û yek lê tê. Ango ev tîpên ku ez niha pê kîte û hevokan dinivîsim saya serê şoreja Celadet û keda wî ye.

Dema celadet kedek giranbûha ji bo alfaba kurdî dimeşînê êdî xebata xwe berbi derxistina kovara dîrokî, kovara ‘‘Hawar’’ê de dibê. Mirov dikarê bibêjê tenê biserê xwe û pênûsa xwe li Şamê dest biderxistina kovara Hawarê dike. Kovar jibo wî rêxistinek civakî bû. Jibona wê çendê 15 Gûlana 1932’an de hêjmara kovara Hawarê bi kedek xizanî û serbilindî derdixe. Dema mirov vê şoreşgeriya celadet a jibo kurd û kurdî dinêre; stratejiya şoreşek netewî bi çeka ziman têde heye. Di hêjmara yekemîn a Hawarê de wiha aniye ziman ev fikra xwe ya stratejîk. ‘‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike…’’ Herwiha dîsa bigotina xwe ‘‘gelê bindest, xwe bi du çekan ji serdestên xwe azad dike. Yek ziman û yek jî ol. Lê heke ola bindest û serdest yek be wê demê yek çek dimîne di destê bindest de. Ew jî ziman e.”di van hevokên ku Celadet anî zimande mirov dibînê ku Celadet şoreşa dilê xwe û riya azadiya netewa kurd; bi çeka zimanê kurdî û zanînê didê bilind kirin. Kovara Hewarê jibo meqseda xwe a stratejîk bi rêxistinî diweşînê. Wî demî bi riya Hewarê gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd dibin banê Hawarê de kom dike. Cegerxwîn bi çeka xweyî helbaestî, Osman Sebrî çeka xweyî wejeyî cihê xwe dinava şoreşa Hawar û Celadet de digirin. Herwiha Celadet bixwe jî, bi gelek nava jibo hêjmarên kovarê nivîs nivîsandine.

Bi saya şoreşgeriya Celadet î zimanê kurdî îro em rehetî dikarin bi zimanê xwe bi nivîsin û bixwînin. Gelo heke Celadet ew karê dîrokî pêk ne aniya wê me bi kîjan alfabê zimanê xwe bi nivîsta. Dema mirov kûr liser xebata Celadet dayî meşandin binêrê mirov hingî şoreşgeriya Celadet baştir fêm dike.

Lê tiştek ne xweş heye hertim qedrê şoreşgeran dereng tên naskirin. Kesên wek Celadet Alî Bedirxan bi keda destê xwe û hêviya serfiraziya gelê xwe tekoşîn liser milê xwe û çend hevalên xwe meşandiye. Gelek caran heqê çapkirina kovarê destne xistiye. Lê dîsan jî jibo doza zimanê xwe bi xîzanî jî be, ewî şoreşa dilê xwe pêşde biriye. Lê mixabin feleka xayîn ew bê deng digirt û dema dinava erdê pembû de, jibo avdaniya pembûyê xwe jenetorê jibo av kişandinê datînê ser devê bîrê û dema diceribênê ax dibin lingê wîde dihezê, dişemitê û dikevê bîra qederêde giran birîndar dibe. Bîra qederê şoreşger Celadet Alî Bedirxan nasnakê û ewî tevlî refê nemiran dike û Celadet li Şamê 15 Tîrmeha 1951’an de, diçe ser dilovaniya xwe. Ligoristana şêx Xalidê Neqşîbendî, li kêleka bapîrê wî Mîr Bedirxan hatiye veşartin. Liser qebra wî wiha nivîsiye hevalê wî Qedrîcan ‘‘Mîrê kurd, lawê kurdistan. Neviyê Bedirxan Celadet. Fedekar xwediyê immet, cendekê wî ku divirde binax bû, giyanê wî bilindî asîmanbû. Ne miriye zindiye navê wî ebediye.’’


13.07.2010
                                                 ROJA HEVDÎTINÊ



MÎRZA RONÎ

Cam, têl û bistikên hêsin…

Îşev xemginiyek giran, xwe hêdî hêdî berdidê ser dilê min û ji dilê min berbi kezaba minde xwe berdidê xwarê. Çîkek tûj liser kezeba min cih digirt. Min ne dizanî bê ka ev xemgînî jikuve hat. Lê ez wê baweriyêdeme ku dibe, ev xemgînî jibo roja hevdîtina minî bi zarokên min be. Şev hêdî hêdî diherikî û seêt pêşde diçû. Xewê xwe giran giran berdida ser çavên min î siba zaroka bibînê. Min jî dixwest ez zû razêm daku şev zû derbasbibe û ez zû zarokên xwe bibînim. Piştî hin xeyalên hevdîtinê, êdî laşêmin wek bêrih bibê bedena min giran dibû û ez diraketim.

Tîrêjên roja pehîzê xwe wek xencerekî şebeka girtingehêre dikiri û Ronahiyê dida çavê min. Bi roniya tîrêjên rojê ez jixewa şîrîn şiyar dibûm. Jiber giraniya xewê laşêmin ne dixwest xwe ji nava cihan derbixê. Lê jiber hevdîtina bi zarokên xwere qewetek evînî liser min çêbû û min xwe ji nav ciha derxist. Min betaniya xwe rast kir û berbi avêde çûm, çavê xwe bi avê şiyar dikirkir.

Roja hevdîtina me roja duşema bû. Ev roj jî duşembû û hevdîtin seêt dehan de destpêdikir. Me hevalên girtî dest biamedekariya taştê kir û piştî demek kin me taştêya xwe jî xwar, êdî çavê min û dilê min li benda gardiyanê girtingehê bû ku bibêjê ‘‘Mîrza were hevdîtinê’’. Seêt berbi dehande diçû, êdî hedî hêdî malbatên hevala dihatin. Her dengek liber gûhê min dibû navê min û ez libenda dengan dimam, her hevalek diçû kelecana min xwe bilind dikir û gotina ‘‘Mîrza were zarokên te hatine’’ serê min de diçû û dihat. Lê êdî deng û gotin rast bûn û gardiyanê dilkevir vêcarê rastî dengek bilind got: ‘‘Mîrza were hevdîtinê’’ tiştên ku malbatê anîn hevala danîn wir û ez berbi cihê hevdîtinêde çûm. Cihê hevdîtinê nava eywanede bendek ji dîwarê stûr çêkiribûn û her navberekî de şebekên, ji bistikên hêsin, cam û têlê pêk dihat. Her malbatek lipişt şebekeyekî disekinî û girtî û malbat yek vî alî yek wî alî dengê xwe ji camê derbasî aliyê hevdikirin. Malbata min jî hatibû xwe dabû ber şebekêyekî sikinibû; êdî ditina zarokên min ne xeyalî zindî lipêşber çavêmin disekinîn. Vê hevdîtinê jî diyamin, birayêmin, kurêmin û keçamin hatibûn hevdîtina min. Xêrhatinên germ me lihev dikirin û mlabetê pirsa rewşa min dikir. Çavê min liser zaroka û ez diya xwere diaxivîm. Wek hercar diyamin dîsa hêstirên çavên xwe ne digirt û rondikên çavan dirijandin. Lê min jiber zarokan tu carî ne Digirîm û min xwe qayîm dikir, hêstirên xwe ji şevên dirêj dinava cihanre dihiştin. Birêmin behsa doza min dikir. Hercar min jêrê digot: qet mitala nekin, ez dizanim ku danaşîna yekemînde ezê werim berdan. Demê darazandina min gelek nema û ezê bêm dadgehê û werim berdan’’. Bi van gotina min hêvî dida malbata xwe û me behsa hêlê xwe dikir. Piştî ez birê xwe û diya xwere axivîm vê carê min berê xweda zarokên xwe bi Armancre diaxivîm û çavên wanî zarokî dinêrî. Birayêmin rahişte kurêmin û ew deynî ber şebekê, nêzîktirî min dikir. Lê jiber cama wek Bekoyê Mem û Zîn jev qetandî ketibû navberamin û wî de min ne dikarî ez destê xwe bidimê. Lê min moxila têlî a navber xwe û wîde nêrî kulek moxilê bûye û ketiyaye. Kurêmin Armanc jî destêxwe wê kulêre dikir û derbasî aliyêmin dikir. Min jî teliya wî girt û pêşabûm. Dema tiliya wî didestêmindebû, dilêmin wek ku min azadiya kevokê girtî dilêmin kir pirpir xwe likezebaminda. Ez wek evîndarê gihiştî evîna xwe gihabûm miradê xwe. Dema min tiliya wî dişidand, ew jî dikenî û biwî zimanêxweyî hêj têr zimanê dayîka xwe ne axivî digot: ‘ay’ û şûnde dikişand. Disê caran dubare dikir û ez û wî jixwere biwî awayî nava bistikên hêsin û moxila bekoyîde em dilehîstin. Keçamin jî, ji wan dîwar û hêsinên bê wate wek tirsiyayî lê dihat, tiştek ne diaxivî. Min berê xweda wê û êdî ez biwêre axivîm hêdî hedî tirsa girtingehê ser diçû û dikenî. Ew rûyê wêyî zarokî wek gûla nava bexçande vedibû û xwe liser dilê bavê xwe vedida.

Biwî awayî seêta hevdîtinê xwe linîv seêtê da û demê hevdîtinê dawî dibû. Hertim min dixwest ew niv seêt ne wedin û hertim zarokên min lipêşbermin bisekinin lê mixabin cihana bêdad ew derfet nedida ne min nejî girtiyan teva. Vêcarê dengê gardiyan ne xweş dihat û digotinme xatira bixwazin dem qediyaye. Êdî me ne dikarî em liba hevbimînin û min xatirê xwe jidiya xwe û birayê xwe xwest. Cara dawî tiliya Armanc girt û bi camêre çavên wa maç kir û destê xwe liwa heşand. Heta ew nava girtingehêdebûn çavêmin liserwa ne diqetiya heta ji girtingehê derdiketin. Biwî awayî hevditinamin bimalbataminre encam dibû. Êdî dîsa ez diketim nava tenêtiya girtingehê de û dixwest roj zû derbasbibin.


*Min ev nivîs xwe dema ez ligirtingeha Cizîrê de, ji doza zimanê kurdî girtîbûm; şeva roja hevdîtinê nivîsiye.

24.10.2008
                                                       EXLAQÊ CIVAKÎ
MÎRZA RONÎ

Exlaq an jî bi navê xwe yê din sinc; ji mirovan re mînakek a sereke ye. Mirov di nava civakê de bê exlaq nikarî bijî. Mînakên berbiçav dema kesek di nava civakê de karekî bê exlaqî kir; wê demê ew weke xalek sor, di nava civakê de diyar dibe. Filan kes çiqas bê exlaq e û hwd.

Dema zarok ber bi mezinbûnê ve diçin êdî hedî hedî fêrî exlaqê civakê dibe. An jî mirov xwe ber bi çêbûna zarokê ango xulaqandina wê de berdê û zarokatiyê dest bigire, mirov di kesayetiya mirovan de exlaq çawa cih digire rehetir dibînê. Di her arîşeyê de destpêk gelekî girîng e.

Ji bo exlaq jî wek arîşeyan destpêka ango fêrbûna exlaq cihekî taybet e. Ji wê çendê divê mirov ji zarokatiya mirovahiyê dest bi zanîna exlaqê civakê bigire. Zarok dema ji diya xwe dixuliqe bi çavên xwe ronahiya cîhanê û dîtina diya xwe fêr dibê ango zarok dîtine, bi dîtina diya xwe dest pê dikin.

Di vir de barê mirovbûna zarokan tevan dikevê ser milê diya wan. Em ji exlaq dest pê bikin heta afirîneriya her tiştî mirov destpêkê ji diya xwe fêr dibe. Mînaka herî xweş jî ziman e. Çawa ku dayik bi kedeke mezin dergûşa xwe hînî zimanê xwe dike heman rêbazî zaroka xwe hînî her tiştî dikin.

Dema bav gazî zaroka xwe dike zêde ber bi bavê xwe de naçe. Lê dema dayik gazî zaroka xwe dike bi lez ber bi diya xwe de diçe. Ev nîşaneya têkiliya zarok û dayikê ye. Di destpêkê de zarok exlaqê dayika xwe û malbata xwe fêr dibe. Dûvretir derdikevê derve û fêrî exlaqê heval û cîranê xwe dibe.

Dema di nava heval û hogirê xwe de ye hêdî hêdî fêrî exlaqê civakê dibe, ev exlaq ji ber ku ne dûrî exlaqê malbata wî ye zû fêrî exlaqê derve dibe û dikeve nava exlaqê civakê. Bi vê naskirina exlaq re mirov fêrî naskirina exlaqê civakê dibe. Exlaqê civakê li ser hîmê malbatên wê civakê têne avakirin.

Weke ku mirov avahiyekê bifikire hîmê avahiyê divê qayîm be, heke ku hîm ne qayîm be wê demê hilweşîna wê avahiyê hêsan e; lê heke ku te hîmê wê qayîm be xirabûna wê zehmet e. Di warê exlaqê civakê de jî hîmê paqij divê berbiçav bê girtin. Ev paqijî divê ji nava malbatê derkeve.

Heke ku bê xwestin exlaqê civakê bê parastin divê hîmê exlaqê civakê baş bê parastin. Di rewşa sedsalên zanistê de; an jî sedsala bîst û yekemîn de. Êdî parastina exlaqê civakî de astengî zêde bûne.

Taybetî derketina kompîturê re pêşketinên zanistî û pêdiviyên civakî hatine guhartin û êdî her tişt ber bi guherînê ve diçe. Di vê rewşê de serî girtina exlaqê civakî hinekî ji dest tê derketin. Bi zêdebûna bajarvaniyê re êdî mirovatî ji komunaliyê ber bi şikle globalîzekirinê de hatiye.

Taybetî serdestbûyîna hin civakan û bindestmayîna hin civakan rewşa çandî û exlaqî baştir dide kifşkirin. Civaka serdest li ser civaka bindest her tim pergala xwe ya serdestî li ser a bindest ferz dike; di nav vê pergalê de armanc pişaftina çand, ziman û exlaqê civaka bindest e.

Dema ji bo xwe parastinê hewldan ji hêla civaka bindest ve dest pê neke wê demê piştî çend salan taybetî ciwanên civaka bindest dikevin nava xefka çanda serdest de û êdî hêdî hêdî exlaqê civakê tê guhertin.

Destpêka guhertin an jî pişaftina civakê bi perwerdeya pergala serdestan dest pê dike. Weke ku me gotinên xwe yên pêşde anî ziman her tişt di hîmê xwe de qayîm e.

Pergala serdestê civaka bindest jî; hîmê civakê ango zarokan dest xwe digire û perwerdeya wan li ser xwe ferz dike. Dema rewş li hemberî pergala wan meşî êdî li gorî exlaq û xwesteka xwe ya çanda xwe pergalek a pişaftin û tune hesibandina bindestê xwe ferz dikin. Dîsa di warê dîtbarî de, beriya teleziyonên xwe exlaqê serdestiya xwe li nav civaka bindest belav dikin.

Bi fîlmên çanda xwe û rêzefîlmen xwe her roj di nava malbatên bindestê xwe de exlaqê xwe û çanda xwe li ser civakê ferz dikin.

Gelek fîlman ji bo ku ciwan ji exlaqê civaka xwe derkevin diweşînin û bi wê weşana fîlmên xirab an jî em nav lê bikin fîlmên erotîzmî ciwana dikişînin nava pergala xwe ya kapîtalist. Civakên ketin nava pergala pişaftinê divê hîmê exlaqê civaka xwe tu carî ji dest bernede û her tim rêxistina exlaqê civaka xwe biparêze. Ji bo parastina exlaqê civakî hişmendiya exlaq gelekî girîng e.

Malbat divê serdestî exlaqê mala xwe be, da ku zarokên xwe bi destê pergala pişaftinê ve bernedin. Dema hişmendiya parasina exlaqê malbatê serdest be, wê demê zû bi zû hîmê exlaqê civakê wê qayîm be û nayê guhertin.
                                                HÊVIYÊN BÊ HIŞ.


MÎRZA RONÎ

Hêviyên min wek xezala çavbelekbû, dinava çiyayên Botanê de dibezîn. Car caran liser latan, carna liser zinaran û carcaran jî liber kaniyan av cemidî dibezîn. Lê hêviyên min hûn ne tenê bûn. Hûn komek hevalhêvîbûn. We mil bimil, jîn bijîn dibeziyan çiya biçiya. Carna nava şevên giran de, carna nava dîlanên bê serî de. Carna liber stranên şevbiherkande. A xweş hêviyên min hûn di dilê welatê xwede, wek tovê nêrgiza şîndayî bûn.


Belê hêviyên min hûn îro rawestiyane, dinava vî serê min î bê hişde. Ne ez we nas dikim ne jî hûn min nas dikin. Tenê yek hêvî maye zindî ew jî azadî û azadiye. Carna şevên girande biqîrînek xewrevok, ez dihilçenim jinav xewnên bihêvî. Lê dema ez şiyar dibim dîsa tu bêhiş dibî. Ez dîsa xwe nav şeva tarîde dirêj dikim da ku ez we xewnên xwede zindî bikim hêviyên min. Ez dizanim roja min hûn bêhiş kirîn, tenê hûn serê min î teqîn dîtîde bê hiş man. Te dinava dilê rêhevalên hêviyên minde hûn zindî man hêviyên min. Ew roja we hêviyên nîvîde mayî dîtîn hûn jî ketin nava bê hişiyêde. Lê bê hişiya bi hêvî vaye tu zindî dibî. Ew xewstekên we digot, emê êdî ne hêlin welatê min bigiriya zaroka binalê, emê êdî ne hêlin qîzê welatê min bê dîlan bimênin. Û emê êdî ne hêlin kûlîlk û nêrgizên te bi çimlisin. Emê êdî ne hêlin hêviyên azad bê hiş bibin.


Ev nivîs min jibo birayê xwe ‘‘Hacî-Dewran’’ nivîsiye.
            
(31.05.2010)
                                     EZ ZAROKÊ XEWNÊN AZADIM



MÎRZA RONÎ

Ez zarokim, nava dilê Kolanên Cizîra xwe de. Zarokek dil tenik û dil kelogirî, zarokek wek şitla hinarê nû gihayî.

Di şevên tarî de, dibin çirisîna sterkên asîmanên welatê ronahiyê de gav bi gav berbi hembeza dayîka xweve diçim; Çûyînek kelogirî.

Biqîrînek jixewnan behitî, jinava xewa giran şiyar dibin. Û bi çavek tirsonek diya xwe digerim, dinava tariya şevê de.

Di nava tariya şevê de, zarokim; zarokek hêj lîstikên zarokatiya xwe têr nabûyî. Roj liser lîstikên me kirin ewrên reş û tarî. Ez rê hevalên lîstikên xwe digerim, digerim lê nabînim ji mij û morana liser lîstikên me. Birûskên jinava ewrên reş derketî lîstikên me diqelişînin, wek qelişîna axa tî bûyî.

Ez zarokim; zarokek nû jiber singa diya xwe bûyî. Zarokim; zarokek hêj liser şekroka girî, lê girînek bê hêstirên çavên zarokî. Şekrokên xwe dixwazim, hêj nebûyîm zilamek bê wijdan. Mafê min e, zaroktiya min. Ez ne bi we, bixwe zarokbim. Zaroktiya ez dixwazim. Lipey bafiroka xwe bibezim, nava lehîstkên xwede razim û biçîrokên dayîka xwe mezin bibim.

Zarokim; ji nalîna dayîkek birîndar û ji xewnên mirî dîtî ditirsim. Dinava tirsa şevreşkan de, bi tirsek bê zirav û bê mêrxasî dirazim, razanek kûr û têr xewn. Car caran xewnên azad dibînim, nava xewa xweyî bê mirad de. Nava xewnên xweyî azad de digerim, dinava kolanên tarî de, kolanên tênê û bê heval de sermest û azad digerim. Lêgerînek zaroktî, lêgerînek serbilind û merxasî. Dibe ku ez bibînim wê zaroktiya xweyî azad. Zaroktiya bê meznahî, zaroktiya bê tirs, zaroktiya bê kotek, zaroktiya bê girtin, zaroktiya bê kuştin. Ezê hertim zarok bim û ezê hertim zaroktiya xweyî azad bigerim. Lêgerek bê sekin. Geh di xewnan de, geh di dibin sterkên, asîmanan de û geh di nav xewn û xeyalên kûr de. Ezê lê bigerim, bê sekin û rawestan, ezê li pey bafirokên xwe bibezim, bezek azadî.

Ez azadim, ez zarokim; zarêkê xewnên azadim. Ne lêdanê dizanim, nejî girtinê. Ne şer dizanim, nejî kuştinê. A ez dizanim lehîstkên bê dawî û çîrokên dayîka minin. Bi lorîn û çîrokên dayîka xwe bûme zarok û bizimanê dayîka xwe bûme mirov.

Dayê diwan xewnên azad de, min lorînên te dibihîstin; dayê diwan xewnên tede, min çîrokên te ê liser walatê zarokên azad dibihîstin. Lê dayê jiber jana birînên şûna darên polîsan zû jixew şiyar dibûm. Ango dayê xewnên me ên azad jî diherimînin dixewa şîrîn de. Dayê ez dibejim ez zarokim, ew dibêjin na tu terorîstî, dayê ma terorîst çiye? Te qet ev peyve jimin re negotiye dayê. Te jimin re digot berxê min tu zarokî û te ez hînî zaroktiya azad dikirim dinav rêhevalên minde. Lê dayê waye dibêjin min tu û hevalên te hûn terorîstin. Ew çiye dayê, ez nizanim. Ez vê peyvê ji devê çavsorên polîs û gardiyana dibihîzîm dayê. Dema kevirê min jibo zaroktiya azad destê minde bû, ez girtim dayê. Dema ez xewnên xwe ê azad digeriyam, ez girtim dayê. Û hingî jî gotin min tu terorîstî dayê. Gelek limin dan dayê, destê min şikandin, zaroktiya min perçiqandin, bafiroka min qetandin, lehîstkên me xira kirin û em ji xewnên xweyî azad bê par kirin. Em ji nava lîstika kîvroşka girtin û me çavê xwe nava çar diwarên bê ziman de dît. Ez gelek girîm dayê, tu dixewnên min de hatî hawara min dayê. Lê dayê ez jiber qîrîna gardiyana şiyarbûm û hewara te ma nîvî dayê.

Dayê ev der qet naşibê malê dayê, ne xwarina wa xweşe, nejî ava wan. Ez nikarim rakevim jî dayê; cihê min ne xweşe û xewa min naye dayê. Livir ne ez çîrokên te dibihîzîm ne jî, germiya hembêzate de dirazim. Na dayê na evder qet ne xweşe, ez nikarim serê xwe jî bişom dayê. Kanî cara te çîrok digotin û serê min dişişt. Ax ax dayê ev ne ti cihane ku ez û hevalê xwe ketin tedê. Dayê ew gardiyanên dil kevir, dibêjin navê wê hapîsaneye. Lê dayê ez nû hînî navê wê bûm ku girtingehe. Ji dîwarên bilind û hêsinên pola hatiye çêkirin daye. Derîkek û çend şebekeyên ji hêsin hene. Ne ez dikarim rojê bibînim ne jî heyvê. Dayê wek bîra nava hewşa medeye dema te digot: tu bikevî binê bîrê tu tiştekî nabînî, evder jî wisaye dayê.

Eve ezê rakevim dayê rakevim daku ez xewna xwede azadiya xwe û hembêzatede rakevim dayê. Destê te maç dikim dayê.



Ev nivîs min jibo zarokên ku niha girtingehande ji hembêza dayîkan hatîn girtin û nava şert û mercên girande girtîne, min nivîsiye. Heta lîstik û xewnên zaroka en azad hebin ew azadin.
                                               MEZRABOTAN


MÎRZA RONÎ

Mezrabotan; di dîroka kevin em bigirin heta dîroka navîn, hertim ji mirovahiyê re erka ronakbîriya mirovahiyê girtiye ser milê xwe. Ji kedîkirina heywananan em biririn heta çandiniyê û ji avakirina xaniya em bigirin heta bajarvaniyê; gelên nava dilê Mezrabotande hertim bi afirîneriya xwe, nava dîrokê de cihê xwe girtine. Yekem car dîtina nivîsê li ser vê axa pîroz peyda bûye. Yekem car dibistanên perwerdê dîsa liser axa Mezrabotan hatiya avakirin. Xwediyê dîroka mirovahiyê ya yekemîn em dikarin dilek rehet bibêjin Mezrabotan e. Lê… lê a herî nexweş ewe ku, çi dagirkerên ser vê axê de girtîn û talan kirîn bi talankirinê re dîroka qedîm jî libin simê hespên xwede perçiqandine. Çi warê hatîn xira kirin, bixwere dîrokek jî binax kiriye. Wek a niha gûndên me en ne libin simê hespan de, lê libin zincîrên topan de, hatîn xirakirin, dîsa bixwere jiyanek kurdewar, xwezak komînal û dîrokek xira kirine. Ji dîroka kevin heta niha axa Mezrabotan xwe ji dagirkeriya gelên talanker rizgar nekiriye. Jiberê de, heta roja îro, talan û dagirkerî ji axa Mezrabotan xilas nebûye. Gelê qedîm î maldarê axa Mezrabotan kurdin û dagirkeriya herî mezin ser serê kurdan de hatiye.

Gelo çima wêranî û dagirkerî liser axa Mezrabotan pêk hat? Çima êrîşên talanî ser kurdan de hatin? Çima heta niha ev êrîşên dagirkerî berdewamin? Bersivandina van pirsan ez dibêm qey berbiçave. Em du dehlên(bahçe) têr fêkî bifikirin; fêkiyê dehlekî xweşe û a dehla dî ne xweşe. Xwediyê dehla fêkî xweş gelek kedek mezin û zehmet pêve dîtiyê. Lê xwediyê dehla fêkî ne xweş tu ked û zehmetî nedaye dehla xwe. Çi kesê liber van dehlare derbas dibê, diçe fêkiyê dehla xweş dixwê û a dehla nexweş na xwe. Bivî awayî dizî, talan û êrîşên wêrankar liser dehla xweşde diçin û dehlê zuwa dikin. Lê dehla nexweş wek xwe dimînê. Jiber ku ti sûd û tehm jifêkiyê wî nedihat, kesî ê wî nedixwarin.

Bi vê şîroveya me anîziman kifş dike ku, Mezrabotan xwediyê dehla fêkî xweşe. Xwediyê vê dehlê jî civaka kurde. Fîkiyê herî xweş civaka kurd xwedî dike. Fêkiyê herî xweş nava axa kurdande digihê.

Çine ev fêkiyên nava bexçeyê axa Mezrabotan? Jibo fêkiyek baş bi gihê divê axa wî zexmbê; ango ax fêkiyê herî mezine. Xweza, ajalên nav xwezaye de dijîn, daristan, çiya, erdnigarî, demsal û dewlimendiya binerdî(komir, petrol, zêr û gelek Arîşeyên din) dîsa fêkiyê herî xweş: dîroka gelê kurd, çanda wî, zimanê wî û mêranî û mêrxasiya gelê kurd fêkiyên hatîn dizîne.

Ev dehla xwedî nirx û keda civaka kurd, heta îro xwe jî diziya dagirkeran rizgar nekiriye. Dîroka wî hate dizîn û binpêkirin, çanda wî hate dizîn û binpêkirin, zimanê wî hate dizîn û binpêkirin. Bikurtasî çi fêkiyê dehla Mezrabotande hetî gihandin xwe ji dizî û êrîşên dagirkeran ne kariye biparêzê. Dehlvanên liber dehla mezrabotan ne karîne dehla xwe biparêzin û hatine kuştin. Civaka kurd civakek warî mirovahîde civakek dil tenike, kî kesê dixwes wek bira ji dehla mezrabotan sûd wergirê destûr didan ku fêkiyê dehlê bixwin. Lê ev camêriya gelê kurd hertim berervajî dihat kirin û çi kesê ji dehla mezrabotan fêkî xwarî cavên dizonek lixwediyê dehlê nêrîne. Em vê diltenikiya civaka kurd îro jî dibînin, çi gelê destê biratiyê berbi kurdan ve tînin kurd digirin. Lê dema kurd destê biratiyê berbi gelande dibin destê wan dimînê hewa. Civaka kurd xwedî nanekî bê, dikarê wî nanî hevalê xwere parve bike. Lê ev maldariya kurdan nayên dîtin û hertim rastî talankirin û binpêkirina dehla mezrabotan tê.

Heke ev dehla Mezrabotan werê xwedî kirin dîsa fêkiyê xweş wê têde şîn bidin û wê dîsa ji mirovahiyê re dîroka ronakbîrî û maldariye bi afirînê. Dara ku rayê wê kor nebê wê hertim şîn bidê. Dehl û Daristana mezrabotan herçiqas bi bivirên dizekan hatibê birîn jî rayê daristana mezrabotan hertim şîn dide. Jiber ku axa mezrabotan axek zerm û têr kede. Îro Dehlvanên dehla mezrabotan ne mîna Dehlvanên berê ne. Dehla xwe bi çar çavan diparêzin û hertim biava kaniyên çiya av didin. Vaye daristan têr dar bûye û her roj şaxê daren berbi bilinbûnê ve diçin. Fêkiyê dehlê hatiye xwarinê û êdî civaka kurd wê ji dehla xwe bixwe. Lê divê em dehlvaniya xwe baş bînin cih û daristana Mezrabotan baş biparêzin. Dîsa awirên dizeka liser diziya dehlameye û dîsa dixwazin fêkiyê me bidizin. Ev dehla dîsa bikedek mezin hetî gihandin, divê em tev bibin dehlvan û nobedarê daristana xwe ne hêlin ti gur bikevin nava daristanê ku xezalên me bixwin. Em nehêlin tu diz bikevin nava dehlê û fêkiyên me bidizin. Bila xepandina wek fenên Rovî hertim bîramebin û em bi ti gotinên dizek newin xapandin û fêkiyê xwe biparêzin. Fêkiyê civaka kurd a herî xweş jî zimanê wiye. Em qedire vî fêkiyê xweş bizanin û fêkiyê xwe bixwin.
                         EWREXE XWEŞ EWREXE HAWARE MÎRO HAWARE…



MÎRZA RONÎ

Li nav axa mezopotmaya’yê de gelek bajarên dîrokî hatine avkirin, li nav va bajarên kevnarede yê herî kevnare bajarê Cizîra Botan’e. Ev bajarê dewlimend li nav vê axa mezopotamya’yê de, ji mirovahîyêre gelek dewlimendî ava kirinê. Li ser cizîrê reya bazirganîya her tiştî derbas dibu ango evî babjarî û çemê xweyi Dîcleyê şahidîya, qewmên mirovayî kevin kirîye. Gelik civak li ser vê axê jîna xwe borandine.

Ev bajarê ku em ser dinivîsin dîroka wî berî mîladîye çarhezar salîyê de tê dîtin, wî demî imperetorîya Guttî hikûm dikir. Ji wî demî hêya îro gelek qewm li ser vê axa cih girtine. Lê belê yekû xwedî vî bajarî Kurdin, (kardu, med) îrojî yê ku li vî bajarîde dijîn sedî not û neh Kurdin. Ev jî rastîya dîrokê pişt rast dikê ku xwedî vî bajarî û vê axa mezopotamya’ye Kurdin.

Rastîya vî bajarê Botanê yê ku danî berme giranî malbata bedirxanîya’ye ev malbata xwedî vê axê, dîroka cizîre li ser navê xwe dane nasîn, piştî mîrîtîya Cizîrê, Bedîrxan beg ji dest bavê xwe girtî dîrok gihiştibu sala 1821 an. Dema vê dîrokê pede Bedîrxan beg ev bajar pir pêş xist. Pêşxistina gelê kurdî li ser vê axê dijîyan, xist nav bandora xwe de. Ew mîrîtîya li ser Cizîra Botan dikir, tenê ne Cizîr hêta bajarê wanê û colemerg jî dixist nav rastîya dîrokê de. Çend bajarên kurdan li bajarê Cizîre ve giredan û li ser navê kurdan xebat pêş dixistin. Bedirxan beg, peşberî osmanîya derket û leşker nedida osmanîya Cizîr û derdorên wê xist herema özek. Dema gelên vê heremê dîtin ku Bedirxan beg gor osmanîya deyîn(vergi) kêmtir distand gelen derdoran jî Bedîrxan Beg hêskirin û xwe Bedîrxan beg ve girêdan. Dema Bedirxan beg Mîrîtî gor dadmedî pêşve bir gelek êleqe dît. Bedirxan beg pêş ber feodalîyê jî bu, ji ber vê çendê nel çavê êşîrtî çavên neteweyî li gel dinêrî û pêş dixist. Ewî hertim alîkarî dida miroven feqîr û xîzan hertim li ber derîye kesra wî kêm nedibun.

Piştî bu 1843’ê Bedirxan beg dest destxistina heremên fila kir û sala 1846’an jî ço ser bi qewmê Nastûrîya de ço, ev yek bu sedema nerazîbuna Paris û Londra yê. Evan têhdayî li osmanîya kir û peşber Bedirxan beg de, dest nerazîbunê kirin. Osmanî jî pêşber vê yekê ser bedirxan begde girtin û ew xistin Kelha Ewrexê de û dorawî dorpeç kirin û Bedirxan beg hat girtin(1847). Dema Mîr Bedirxan hat girtin ew sûrgunî Şam’ê kirin û demik dirêj li wir jiya û ço ser dilovanîya xwe(1867).

Dema Mîr Bedirxan beg li kelha Ewrexê (girêdayî Sêrtê’ye) de hatî girtin dîsa ev gelê kurd dimînê bê şivan û bê xwedî. Piştî girtina wî ew gel melul û bi dilê kûl dibê, Ji ber girtina wî gel wî bi sitran na tînin ziman û tevêjin ser Bedirxan beg û kelha wî. Minjî ez sitrana ji Bedirxan beg re hatî gotin mego em binivîsin, da ku hertim pêşber neheqîyan em bêjin, da ku neheqîya li me têkirin nêjibîrkirin.



Ez xelefim xelefim, haware mîro haware

Xweyê şûrê sêdefim, ezdîşê mîrê botame.

Ez xelefê kinikim haware mîro haware

Xweyê şûrê sedefim, haware ezdîşê begê botame.

Ewrexe xweş ewrexe haware mîro haware.

Ezdîşê begê botame.

Ewrexe berê zere, haware mîro haware

Ewrexe berê zere, erdîşê mîrê bortame.

Topa mezin hat sere, haware mîro haware

Topa mezin hat sere, haware mîro haware.
                                BERXWEDANA DILÊ CIZÎRA BOTAN NEWROZ!


MÎRZA RONÎ
Salên 1992’an de hêj wateya berxwedana newrozê neketibû hişê min. Wî demî ez hêj zarokek nivciwan, gûndekê Cizîrê de dijiyam. Dema mezinên me qala newrozê dikirin, raste rast agir dihat bîra min û hevalên min. Hêj çend roj mayî ji newrozê re, me tekelên xwe amada dikirin, ji bo şewitandinê. Dema dibû êvara newrozê, me çend hevalan xwe li dor tekela, xwe kom dikir û agir berdida tekelên lastîk. Her diçû agir gûr dibû û bêhtirîn çoşa me zarokan bilind dibû û me li dor agir dilana xwe digirt. Car caran me xwe li ser êgir re jî diqevast. Me di wî temenê piçûkde ne dizanî ku agir sembola berxwedana gelê kurd de. Me ne Kawayê hêsinkar nasdikir ne jî Dehaqê zalim nas dikir. Û dîlana me lidor agir dikirt me ne dizanî ku destpêkêde ciwanên kurd ji bo azadiya xwe pîroz bikin ew dîlan hatiye girtin. Her sal me bi wî awayî li gûnd newroza xwe pîroz dikir. Lê sal bûbû 1992 û agirê newrozê êdî hêdî hedî vedigûherî agirê berxwedana gelê kurd û çakûçê Kawayê hêsinkar êdî bilind dibû didestê gelê kurd de. Gûndiyan digotin emê îsal ji bo pîrozkirina Newrozê herin Cizîrê û Newroza xwe li Cizîrê pîroz bikin. Me zarokan ne di zanî ku em çi bikin me tenê Zilamên gûndî temaşe dikirin. Êdî dem bûbû 21 Adara 1992’an keç û xwortên gûndê me xwe bicilên rengîn xemilandibûn û ji bo newrozê pîroz bikin berê xwe didan Cizîra Botan. Ji bo ku ez zarokbûm ez neçûm lê bavê min û gelek gûndiyên me ji bo herin newroza Cizîrê ketin ser rê. Ew ji gûnd derketin û bi rê ketin, min piştre zanî ku gûndên derdora Cizêrê jî wek gûndê me berê xwe, jî ji bo Newrozê pîroz bikin dabûn Cizîrê. Piştî gûnd vale ma dengê me zarokan tenê ma nav gûnd de, êdî bêdengî gûnd ne mezina, me zarokan xira dikir. Seêt gihiştibû derdora yazdehan, dengê gûlleyên çeqên giran digihiştin gûhê me ji dûrve. Ne ma êdî me ji deng derdixist û vê carê bêdengî nav gûnd dengê gûlleya xira dikir. Mezinên mayîn nav gûnd de diketin nav tirs û fikarande me qet titişt ne dizanî lê mezinên me digotin: ‘‘bawere pevçûn derketiye? Ev deng ne ji xwedeye’’. Piştî demek dirêj dengê gûlleya êdî ne dihat û tirs û fikar tevlîhev neçar libenda bersiva kesên çûyîn Newrozê ma. Dem bû piştî nîvro û kesê çûyîn newrozê hêdî hêdî ligûnd zivirîn. Dema gihiştin gûnd êdî cihê fikar û tirsa gûndiya qîrîn û girî girt. Em hîn bûn ku ew dengê gûlleyên ku me dibihîstin ew gûlleyên ku ji devê çekên leşkera derketibûn û li bedenên gûndiyên bê gûnehde mabûn sekinî û qîrîna berxwedanê birîbûn. Şehîdek û çend birîndar gûndiyê mebûn. şehîdê me ‘‘Apê Hacî Hisên’’ bû. Bi qîrîna girî û hawarê me ne dizanî baş çi qewimiye lê me ji devê mezinên gûndiyên xwe dibihîst tişta ku hatî serê wa. Tişta ku em di tirsan şehît ne tenê ‘‘Apê Hacî Hisên’’ ligor tişta ku me dibihîst bidehan şehît û bi sedan birîndar ketibin erdê li kêlakan riyan. Û li Cizîrê berxwedanên heybet pêk hatibûn wê roja Newrozê. Tişta ku hatî serê gûndiyan jî hêj gûndî ne gihiştîn Cizîrê birêde leşker û hêzên teybet riya wan birîbûn û ne hiştibûn ku bikevin nava Cizîrê de. Gûndiyan jî xwestibûn ku ji pêşiya wan vekin û xwe bi gihînin Cizîrê lê mixabin li pêşber gûndiyan ne mirov kesên çav sor û dil xwîn rawestiyabûn. Gûndiyan xwestibû ku benda ji êgir biqetînin û xwe bi gihînin berxwedana Cizîrê le vê carê gûrên çav sor berê çekan dabûn ser gûndiyan û bi zanistî li gûndiyan gûlle barandibûn. Wê berxwedana sala 1992’an berxwedana gelê Cizîra Botan li rûpela dîroka berxwedana gelê kurd nivîsand.

Dem û sal derbasbûn berxwedana gelê kurd û gelê Cizîrê her sal agirê newrozê gûrtir dibê. Ji wê sala berxwedana Berîvan û gelê Cizîrê ji gelê kurd re nivîsandî îro ji mere bûye sembola azadiyê. Dema min îsal ji bo Newroza 2010’an li Cizîrê pêşkeşvanî dikir, min salên 1992’an ditanîn bîra xwe û ew berxwedana wî demî û ev Newrozên vî demî digihandin hev rondikên çavên dayîkan êdî ne ji bo şehîdan ji bo azadiyê dirijin.
                                            DAWETÊN CİZÎRA BOTAN

MÎRZA RONÎ


Herema Botan; ji nava axa Mezopotamya’yê de heremek pir dewlimende. Ev herem; mirov kîjan rupelên dîrokê vedikê, dewlimendiyek giranbûha derdikevê ber çavên mirov. Ji nav vê herema ku nav axa Mezopotamya’yê de ku mirov lê binerê gelek kesayetên navdar e ku rê şanî weje çand û zimanê kurdî kirî jî derketî mirov di bînê. Yek ji van navdarên mezin “Melayê Cizîrî’ye”. Dîsa mirov dikarê bejê ku “Ahmedê Xanî” jî berhema xweyî navdar (Mem û Zîn) ji vê heremê nivîsandiye.

Li gor wê kevneşopiyê Cizîra Botan her tim ji ciwanên vê heremêre bûye cihê evînê. Evîna wejeyî a “Mem û Zîn” her tim ciwanên vê heremêre wek xwedanê evînê “Înana” bûye sembol. Dema keçik û kurikên Botan bi dilek evînî ji hev hes dikin, kurik wek Mem û keçik jî wek Zîn tevdigerin. Ji xwe hêj li goristana Cizîrê tirba herdu evîndarên mezin wek sembola miradê evîndarê keç û xort qestê dikin. Hûnermendên Cizîrê e ku ji Mem û zîn’re nestirayî tunene. Ev jî nîşaneya evîna mezinî Cizîrê’ye.

Dema li vî bajarê qedîm Dawet çêdibin, bi tilîliyên keçikan evîna Zîn’ê tê silavkirin. Dawetên Cizîrê ji dîroka kevin heya îro hêj ne hatiye guhartin. Îro gelek bajarên kurdan jî dawetên xwe li salonên dawetan de dikin, lê ev yek hêrema Botan de hêj tu kesî daweta xwe li salonan de nekiriye. ev jî nîşaneye çanda dewlimendî dawetên Botanin. Îro jî bi giranî rojên şemî û yekşema Cizîra Botan beyî dawet derbas nabê. Bi teybetî dema li gunda dawet çêdibin rewşek çandiyî gelek xweş çêdibê. Li benderên gûndan nezî 200-300 kesî bi yek govêndê destê hevdigirin û li ber sazê rediqisin. Hêj saz li vê heremê neketî nav govenda de dahol û zirne wek bilûra şivana li ciwana xweş dihat, lê îro êdî ciwan pehtir ji daweta li ber dengê sazê hes dikin.

Zewicandina li vê heremê de, hêj wek kevneşopiya berê didomê. Lê ew zordariya bê destura keçik û kurik zewicandin ne maye. Êdî heya keçik û kurik hevdu ne bînin û jevre ne bêjin erê na zewicin. Lê kevneşopiya xwestina keçikê û pekhatina şîraniyê û dawetê hêj wek a berêye. Dema keçik û kurik hevdu di bînin û jev hês dikin, êdî peywir dikevê ser milên malbata. Malbata kurik, bi çend mirovên xwere e biçin mala keçikê û keçikê ji dê û bavê wê bi xwazin. Dema Dê û bavê keçikê jî gotin erê, êdî peşiya zewacandina keçik û kurik de ti asteng namînin. Dema xwestina keçikê de ji hela malbata keçikêve nextê keçikê te vebirandin. Nextên naha bi giranî zêr tên xwestin û cihazê bûkêye. Ev cihaz jî; doşek, nivîn, batanî, balgeh û cureyên nava malanin. Piştî next jî ji hela malbata kurik ve hat qebûlkirin fatîha tê xwendin. Piştî xwestinê dor dibê dora amadekariyê şîraniyê û dawetê. Bi giranî piştî xwestinê keçikê 2 mih anjî 3 mih derbas dibê şîranî tê xwarin. Dema biryara şîraniye ji hela malbata kurik ve tê dayîn, malbata keçikê tê agahdarkirin. Piştre malbata kurik, mirovên xwe ji ber şîranî xwarinê pê dihesînin. Roja şîraniyê dîyar dikin û amadekariyê şîraniye dikin. Gor malbata dema malbata keçikê anjî a kurik bi xwazê şîraniyê jî bibê dawet, wê roja şîraniye jî li ber sazê anjî dahol û zirnê govendê pêkbê. Lê giranî roja şîraniye dawet nayê kirin. Malbata kurik amadekariyê şîraniyê diqedînin û roja diyarkirîn diçin mala keçikê. Kesên mirovê herdu malbata jî wê rojê tên mala keçikê. Dîsan keçik û kurik li ber teybê rediqisin. Berî firavînê; beqlewat û fêkî ji hela malbata kurik ve tê bilavkirin. Dema min ji kalên xwe di pirsî bê ma ka şîraniyên berê çawebûn ji mire digotin “wî demî wisa fekî û beqlewat tunebûn, hema me têrek ( têr dema koçeratê de, Koçer diçon zozana ev têr di deynîn ser pişta dewaran û pedîviyên malan têde dibirin zozanan û dîsan tanîn deştê) mehûj û goz dibirin mala keçikê wisa me şîranî di xwarin.” Lê ji bilî xwarinê tu tiştadî ji şîraniyên Botan ne hatiye guhartin. Dema kesên çoyî ser şîraniye firavîn jî xwarin. Êdî hedî hedî ber bi qedandinêve diçê şîranî. Malbata kurik gûstîlkê têxin tiliya keçikê û kesên mirovên wan jî, wek xelat an zêr an jî pera didin malbata keçikê û wisan şîraniyên herema botan di qedin.

Dema şîranî jî tê xwarin, êdî dibê dora dawetê. Rastî jî dewetên botan dema çedibin çanda herema Botanî dewlimend xwe şanî mirov dikê. Dema dawetvanên şal û şapik xwe kirîn dikevin sergovendiye û daweta cihde di reqisin, çi kesê ku li wê dawete sergovêndiyê temaşe dikê. Wisan carna têde germ dibin toz ji êrdê radibê û zirne û dihol lal dibê.

Piştî şîraniyê malbata kurik û a keçikê lez didin amadekariye dewatê. Malbata keçikê hiriya doşek û lehêfan pêk tînin û destbi amadekirina pergala bûkê tê kirin. Malbata kurik jî zêr û nextê keçikê pêk tînin û dimînin heviya malbata keçikê ku cihazê bûkê pêk bê.

Piştî du anjî sê miha amadekariyê dawetê pêk tên û herdu malbat xwe ji dawetêre amade dikin. Piştî amadekarî di qedin, êdî ji hela malbata kurik û keçikêve roja dawetê diyar dibê. Dema nezîkî roja dawetê dibê anjî rojek ji birna bûkêre mayî, malbata zavê hin mirovên xweyî keçik ji ber serşoya bûke wa di rekin mala bûkê. Dema rojek di mînê ji dawetêre malbata zavê bangnamê ji malbat û mirovên xwe tevare rêdikê. Gor hin kesan carna berî dawetê mehra bûk û zavê pektînin. Hin kes jî roja dawetê bi xwe mehra we dikin. Rojek ji mayî roja bûk anînê re, malbat saz û teknîka reqsê amade dibê û keçik û kurik wê rojê jî rediqisin. Dema dibê roja bûk anînê, êdî çi mirovên malbata bûk û zavê hebin tên dawetê. Keçikên kezî rêş cilên xweyî netewî e rengîn xwedikin û govenda dawetê de direqisin. Kurik û zilamên dor çil salî şal û şapikên xwe li xwedikin û giranî li ser govendiyê cihdigirin û dawetê xweşdikin. Dawetên Botan giranî bi lehîstka cihde, yekgavî, digavî, sêgavî, şêxanî û bablekan tên lehîstin. Dema daholkut û zirnevan diçê ber serê sergovnediye, kesên sergovendiyê de xwe bêhtir di hêjîne. Dema diya zavê yek dengî tilîliya ser zavêre di qîrînê keçik û kurik bi xeyalên dawetan de dimînin. Carna jî bi dengê şabaşvan re govend çoşek xwirttir dikevê nava reqisvana de. “şabaşa ji zavêre” û nava govên de de diçê û tê. Dema şabaş wergirtin, kesê ku şabaşa dayiye navê wî dibêjê û dîsa nava govendê de diçê û tê. Dema dibê demê firavînê kurik ji dev govên de di berdin û diçin firavînê. Lê pîrek û keçik dîsan govenda xwe digirin. Ji berku zilam û pîrek bi hevre firavînê naxwin. Xwarina dawetê serê bana anjî odeyên mezin te tên rêzkirin. Beroşên goş, birincê û fasulê kesên têr jî birçî dibê. Lê daweta de coşa herî mezin ya zarokane. Zarok ji ber ku nanê firnê û fasulê bixwin xwe têxin nav zilama de û ser seniya xwarinê dixwin. Dema zilam xwarinê dixwin dawet di sekinê û pîrek jî tên xwarinê dixwin. Dema mevan tev xwarinê dixwin êdî xêliye ku here bûkê bîne tê amadekirin. Kesên ku bi êreba xwe hatî dawetê ji çona xelîre xwe didin ser rê. Êdî xêlî dikevê ser rê û ber bi mala bûkê ve diçin. Dema digihên mala bûkê; bûk ji hela serşoyan ve hatiye amadekirin û gelekî li mala bûkê namînin sekinî. Bûk xatirê xwe ji malbata xwe di xwazê û berê xwe didê mala xweyî nû. Bi tilîliyan bûkê ji mal dertînin û texsiya ku ji bûkê re hatî xemilandin siwar dikin. Li cem bûkê jî an serşoya wê anjî hevaleka/e bûkê sûwar dibê. Xêlî berê xwe didê mala zavê û bi tilîliyan rêdikevin. Dema xêlî nezî mala zavê dibê, zarok xwe têxin rede û na helin texsiya bûkê derbas bibê, heya ku pera an jî xelatekî wergirin. Dema hevalên zavê pere didin wa êdî zarok rê vedikin û dikevin ser pişta xêlîde. Xêlî li ber derê mala zavê sedikinê hedî hedî cihazê bêkê keç û xort dikişînin oda bûk û zavê de. lê bûk ji texsiyê piya nabê heya ku zava werê ji texsiyê derîne. Dema zava tê dîsa bûk xelatekî ji mirovên zavê di xwezê heya gustîlk an jî zêrek di ne wergirê ji texsiyê piya nabê. Berî naha dema bûk tanîn mala zavê zava, hevalên wî dibirin serê bên hin ax danîn ber lingê wî û dema bûk diket malde ew ax pê lingê xwe li ser serê bûkê de di rijînê. (evyek wateya wê gor hin kesa berekete bi kevê malêdeye lê gor hin gotinên dî wateya wê tê gûhartin ewjî daku zava bandora xwe li ser bûkê çêkê tê pêk anîn) Lê ev kevneşopî naha êdi li Cizîre nayê domandin. Dema cihazê bûkê jî tê kişandin an balgehê bûkê anjî qundira bûkê tê revandin kesê revandî heya ji hela zavêve pera nestînê tişta birî nadê wa. Lê mixabin ev kevnêşopî jî naha li ber windabûnêye

Bi vî rengî bûkê tînin mala zavê, dema anîna bûkê di qedê dîsa dor di gihê reqisê. Qîz û xort dîsa destê hev digirin û govenda xwe rengîn dikin. Govend dîsa heya êvarî di domê. Zava û birazava (birazava, an hevalêk wî an jî mirovek nezî wî dibê birazavayê wî, peywira wî heya dawet heye li cemê û şîretkarê wiye) jî wek mevana nava dewetê de anjî li mal nav zilamade di rûnin, carna jî zava ji hela hevalên wî ve radikin dawetê û rediqisê.

Dewet bi vî rengî ber bi êvarede diçê, evarî şîv tê amadekirin û tê xwarin, piştî xwarinê jî dawet di domê lê êvara lehîtikek ji hela mirovên zavêve te lehîstin ev lehîstik şeş heft ciwan bi darê xorê hevalên xwe ji nav dawetê digirin û wa tînin têxin odeya mevana de ji hela hin hevalên xweyîdîve ew kesên ku girtîn û anîn wêde bi henekî an tên girêdan anjî qirdikiya ji wa çedikin û bi hev dikenin, dawiyede soza fekî anîne didin û tên berdan. Bi vî rengî do sê seêta didomê û lehîstika wa diqede.

Roja bûk anînê bi vî rengî heya seêt yazdê, dozdê şevê di domê, dema dawet di qedê birazava zava dibê ser cihêwî û roj dawîdibê . Roja piştî roja bûk anînê re jî dibejin roja ser sibehiyê. Ev roj dawîya daweteye û heya nivro didomê lê li vê nîvrojêde jî lehîstikek gelek xweş dîsa tê lehîstin. Ev lehîstik jî ciwan pêk tînin ciwanek xwe têxê sofî û riha xwe çêdikê, hin cilê kevin xwe dikê, turekî tijî ar dikê û didê milê xwe armanca wî ewe ku bi xefikî bikevê nava dawetê de ar bavêjê mirov û hevalên zavê. Bi rengî hevalên sofî xwe didin dorê û nava govendê de lehîstika xwe di lehîzin. Lê dema ar di tavêjin yekî divê ew yek nikaribê ku avê bi sofîde bikê dema sofî bê şilkirin wî demî sofî nema bikarê lehîstka xwe bi domînê. Ji wê çendê sê çar kes xwedidin dor sofî û nahêlin tu kes sofî şil bikin. sofî kesê ku di xwazê ar bavêjiye sergovêndiyêde bê jî nikarê xwe ji arê sofî biparêzê. Ev lehîstik ji hela zarokave gelek balê dikişînê û zarok bi sofî şa dibin carna sofî ar bi wade jî dikê. sofî dema kesê ku di xwest ar bavêjiyê di qedînê lehîstika wî jî di qede.

Daweta sersibehiye gor rojên dî bi coştir derbas dibê. Vê rojê bûk û zava jî dikevin destê hev û dawetê dikin. Dema herdu dikevin destê hev rediqisin şabaşên dawetê destê şaşbaşçide diçin û tên, tilîlî xwe li serê govende heya binê govende didin û tên. Bi vî rengê xweş daweta bûk û zavê ber bi qedandinê ve diçê. Firavîn tê xwarin û hedî hedî dawet di qedê. Lê dewet dema sersibehî tê danîn xilas dibê. Ango mirovên bûk û zavê masêyekî di danin nava govêndê de û çi kesê ku hatî dawetê li ser wê masê pere anjî zêr ji malbata zavêre di danin ser masê. Dema ev kevneşopî jî pêk tê êdî dawet tê qedandin.

Dewetên Cizîra Botan berî salên 2000’e sê roja dahol û zirnê lê dida. Lê naha êdî wek hingî sê roja na domin hin kes rojekî hin kes jî di roja lê didin. Ev kevnêşopiyên ku me nivîsîn jî êdî gelek kêm pêk tên. Ango dawetên Botan jî bara xwe ji peşdeçuna teknolojiyê xwariye. Êdî ew govendên netewî cihê xwe didin reqsên salonên daweta.
                                                    K O Ç E R.


MÎRZA RONÎ
Dîsa koçera konê xweyî rêş derxistin û berê xwe dan zozanên bav û kalên xwe. Dîsa berîvana sitilên xwe ji bo dotina miha re amade kirin, da nav giyayên şîn de pezen xwe bidoşin û şîre sipî ji bo mast, penîr, lorik û keşkan çebikin, berê xwe û sewalên xwe dan çiyayên bilind û ber bi zozanên xwede çon.

Eve serê heft, heşt rojane heremên wek Cizîr, Hezex, Silopî’yê kesen debara xwe, xwedîkirina sewalan dikin, xwe ji çona zozana re, dan ser rê û ber bi zozanên bilind de diçin.

Havîna peşiya me hej naha xwiyaye ku wê germ û zûha derbas bê. ji bo vê yekê jî çona zozana xwedî sewalan re pir giringe, ji wê çendê koçerên ku eve salane sewal ji xwe kut nekirî, îsal çona zozana ji ware ferze. Ji ber qedexeyên li ser heremên zozana eve çend sal bûn, koçera nedikarî biçin ser zozanên bav û kalên xwe. Lê îsal ti qedexe û asteng nikarê koçera ji zozanê bikin. Jiyana koçera ne bê pêz, nejî bê zozan dibê.

Koçerên wek “Batuya, Kiça, Sora, Didêra, goyîya” û çend koçerên dî ji ber debara xwe berê xwe dan çiyayên bilind û ji dev germahiya deştê berdidin. Li nav hevde nezî sêsed malên koçeran ji herema Botan çon ser xozanên xwe biçêrînin. Evan koçerên Botanê ti çara ew zozanên reng û reng ji bîr nekirine. Her tim keçiken koçera evîna berîvaniyê dilên wa deye. Ew şivanê kulav lê û kopal dest de, bi bilûra xwe yî deng melul li nav pêzde wê le bidê, berîvanên kezî zer nav kulîlken kesk û sor de meşin û wek xezala Sîyabend dixapandî, berbi beriye de we çin. Dayîkên ku zaroka xwe dixistin tûrê xwe de û didan pişta xwe û diçon çolê kereng, soryaz û nebatên derman didan hev û şivanan re têxê firavîn, we dîsa wî karî bikin. Li bin konê reş de ew meşka ku dew di kewand Mirov rastiya jiyanê ve dibê. Jiyana koçerên li ser zozana dijîn naşibê ti Jiyana kesen bajara dijin, ew behna ku ji giyayê şîn te Mirov wek bayê ber xwe dibê.

Bi rastî jî Jiyana zozana azade, dema Mirov zozanên wek Çemêkarê anjî fereşînê de li bin konê rêş de bikevê nav hevî û xewnan de Mirov wê bibîne ku çikas zozan cudane. Dema ew tirejên rojê xwe nav çiya de şanî Mirov dikin û wê berfa sipî texê av û li ser merga de diber de, Mirov yek kurtî vexwê ew cemidandin laşê Mirov wek kesekî çalek Mirov zîrek dikê. Ev qas azadiya xweş û geş li benda koçerê xwe dimînin heya ku Koçer diçin ser wa zozanên xwe. Jiyana koçertî jiyanik cudaya, Koçer ti cara xwe wek kesên bajara de dijîn xwe bajara ve girênadin, ji bo ku Jiyana wayî êsîl li ser zozana ye, ji vê çendê dema derfetê dibînin diçin ser zozanên xwe.

Koçerên herema Botan xwedî hin êşîren nav û dengin, li nav dîroka şer û pevçunêde gelek cih girtine, her êşîrekî li nav xwede xwedî merxasekîye jî û xwedî ağa’ye jî. Hêj ticara ağa xwe ji ser serê êşîran dur ne xistiye. Çawe ku kesê li ser dewletê xwe desthilatdar dihêsibînê, kese ku ağayê êşîrêye jî xwe desthilatdar li ser êşîre dihêsibînê û xwe texê nav sîstema feodalde û koçera diperçiqînê. Mirov mînak bidê; dema kurikekî keçikek ya êşîrik cûda revand, li ser wê revandinê pevçûn û şerên giran wê qewimin. Sêdan merên koçeran ji ber sedemên vale û tine hatine kuştin. Dema ağa biryar didê ewkas Koçer dimînin bin biryara wîde. Sîstema dewletê jî ev ağa baş naskirne û li ser milên ağa êşîr xistine bindestiya xwe de. Îro kesen bûyî cerdevan sedî şêst bin tesîra ağade bûne cerdevan û ağa wa revedibin. Le dîsan jî ne ağa nejî sîstemên kirej nikarin koçeran ji jîyana wayî azad dûr bexin.
                                                         AZADÎ

MÎRZA RONÎ


Dema ez azadiyê di nav fikarên xwe de di fikirim nizanim bê ka ma ezê çawe azadiyê bînim ber çavê xwe. Ne dît barî li ber çavên min dikevê, nejî xeyalên bê sînor de ez rastî dîtina azadiyê têm. Gelo azadî bi çi rengîdeye? Sore an kesk e, mezine an piçûke. Nizanim; tenê di nav xeyalên xweyî kûr de, ez carna xwe dibin ser çiyayên bilind û di bin asoyên bê sinor de ez gûhê xwe didim xwezaya azad; ez dibêjim dibê ku ez wê bi bînim û êdî ne berdim, hembez bikim û binim şanî hevalên xwe bikim. Û carna jî difikirim ku ez xwe berdim nav xwezaya rengîn de, dûv şopa azadiyê bikevim. Di nav çiyayên bilin de, di nav kûlîlkên keske sor de, di nav ava kaniyên cemidî de, di bin tîrêjên roje de û di nav berfa sar de ez azadiyê bi gerim û heta ne bînim jî şûn xwe de na verim. Ez carna di nav behra xeyalên xwe de rastî şopa azadiyê têm û didim dûv vê şopê; lê tu carî min ne kariyê ez dawiya li şopê bi bînim. Her tim bê sînor dirêj didim ev şop. Dema ez xeyalên xwe di rawestînim ez hingî têdigihêjim ku azadî bê sînore. Gelo çima azadî bê sînore? Qey azadiyê pergalên zîncîr kirî şikandiye û xwe di nav xwezaye bê sînor de veşartiye gelo. An jî xwe di ser ser çiyayên bilin de veşartiye û sinorên xwe xistiye nav asoyên bilin de golo!... nizanim nizanim ez çi dikim nakim çi di fikirim na fikirim na bînim vê azadiyê. Yek tişt di destê xwe de di bînim an ezê xwe bilind bikim ser serê çiyan û bi çavên xweyî zîndî bidim dûv şopa azadiyê. An jî bi va xeyalên kur de ez nikarim azadiyê bi bînim. Yek tişt ji min re dermanê vê azadiyê ye ew jî ez bikaribim xwe bi gihînim sînorên azadiyê. Ew jî ez nizanim ma ka jiyana min a di nav zîncira de hatî girêdan wê bikarê an na. Gelo kî azad bûye heya îro? Kî kariye sînoren azadiyê bi bînê heta îro? xwezîka min ew kesê ku azadî dîtî û xwe gihandî sînorên azadiyê min bi dîtana. Minê ew hembez bikira û bêhna azadiyê ji bi girtana. Min ê jê bi pirsî ba; ma ka çawe azadî dîtiye û çawe dest xistiye. Min ê jê bi pirsîba; kîjan hêzî zîncîrên jiyana kirêj şikandiyê û xwe gihandiyê azadiyê. Min ê bi pirsîba ka ji min re kala azadiyê bike; rengê wê heye an na û bila ji min re cihê azadiyê bi gota, da ku min xwe bi gihanda wê. Di nav çiyayên asê û di nav behra bê binî de jî ba; minn ê xwe bi hihanda azadiyê. Lê min ew kesê ku azadî dîtî hêj ne dîtiye û nizanim ma ezê bînim an na. Lê ez wê tu carî ji xeyalên xwe dur nakim. Her tim di nav xeyalên min de min silav dikê û bin didê dûv şopên xwe. Her cara ku zincîr xwe dora min girê didê, azadî xwe tînê pêş çavên min û hêza şikandina zincîrê didê min. Ne ez wê ji xwe dûr dikim ne jî ew xwe ji min dûr dikê. Û roje kî ez wê heviyê deme ku ezê vê bi çavên zindî bînim û ez û ew emê di nav kûlîlkên keske sor de bi lehîzin û wek zaroka di nav lehîstkê de bi pevre bi kenin. Lê ezê hingî bi bêjimê ma heta niha tu li ku bûyî?



                                        KEVOKÊN AŞITÎ Û AZADIYÊ


MÎRZA RONÎ
Rojek dîrokî li kolanên Cizîrê dihat nivîsandin. Hatina kervanê aşitiyê, azadî diket nava dilê gelê botanê. Wek pêlên behrê ji kolanên Cizîrê de, mirov diherikîn ber bi qadan û dawiyê de dibû behra azdiyê. Her dih tiliyên desta ji bo nîşana aşitiyê bilind dibûn, çi peyva ji dev derdiket ji bo azadiyê dihat qîrîn. Bi qîrînên “Bê jî Serok Apo, Gerîlla Gele Gel li virê” bi va dirûşman gotin dibûm wek gûlleyên azadiyê.

Ne tu gotin ne jî tu hêzî ne dikarî xwe li pêşiya herikîna gel a ji bo azadî û aşitiyê bigirê û gel ber bi qadan de diherikîn.

Mirov çi qeder bi xwesta vê coşê nav bikê jî, têgehan têra mirov nedikir. Ne di kurahiya felsefêde, ne jî di nav ferhênga têgehan de, tu têgehî nedikarî coş û evîna vî gelî bînê ziman. Her çiqas min û pênûsa xwe li ber xwe dida jî min ne dikarî nav li vê roja aşitî û azdiyê bikim. Lê min û pênûsa xwe baş dizanî bû ku ev roj roja qasidên aşitî û azadiyê ye. Gel ji bo gerîllayên xweyî qasid hembêz bikin; bi qîrîna aşitî û azdiyê li kolan û rêyên Cizîrê bû wek behra azdiyê.

Bila Cîhan û dagirkerin bi salanê evî gelî tûne di hesibînin û mafê wî binpê dikin. Bila baş bibînin ku “gel û gerîlla” yekin. Û bi sih salin bi hevre laşekin û bi vê roja ku gel gerîllayê xwe hembêz dikê jî; baş xwiya dikê ku ev gel heta mirinê wê ji bo aşitî û azadiya xwe zarok, jin û kal wê li ser piya bê.

Bila hezên dagirker baş çavên xwe vekin û li vî gelî binêrin, heke ku ev gel û gerîlla ne yekbin, bi sedhezaran gel wê ji bo çi derketan kolanan û qadan ji sibê heya êvarî wê ji bo çi li ser piyê xwe li benda hembêz kirina gerîllayê xwe bima. Û ji bo ku gerîlla yê xwe bibînin, ji zarokan heta kalan ji kolanan di herikîn û li kadan dibûn behr.

Ev banga gel û qasidên aşitiyê, ji bo aşitî, azadî û wekheviya Tirkiyê ye heke rayedar û leşkeriya Tirkiyê evê gava ji hêla gerîlla ve hatî avêtin ne bînin, ji bo pirsgirêka gelê kurd bê çareserkirin û bi va komên aşitî yê re ne rûnin û bi ware mafê gelê kurd li bin zagona Tirkiyê de cî nekin, ev derfeta cara dawiyê ketî destê Tirkiye de. Heke vê derfetê jî baş ne nirxîne Tirkiye wê windahiyên mezin bibînê.

Em baş bînin bîra xwe li Tirkiyê kîjan partî dikarê evqas gelî ji bo mîtînga xwe kom bikê, kîjan hêz dikarê evqas mirovî ji mal derxê û zarok, jin kal, sed hezara ciwanî bi yek dengî daxê qadan. Baş bibînin ku tenê gel ji bo gerîllayê xwe derdikevê qadan û qad têrî wana nakê.

Ez vê nivîsa xwe di nava gelde di nivîsim, qîrîn û daxwazên aşitiyê dikevin ber pênûsa min. Ev coşa gel car caran min disekinînê û nikarim bi nivîsim. Lê ewqas ev coş hestên min gûr dikin pênûsa min û lênûska min tevlî vê kelecanê dibê û dinivîsê. Peyvên ku rondikê cavên min rijandî peyva ku zaroka digot: “kanîn heval em nabînin” bu.

Dema kervanê aşitiyê kete nava Cizîrê; qîrîn û rondikên çavan dayîka xwe ji çavên benda dîtina gerîllayê xwe melûl melûl berdidan xwar. Tu çavî ne dikarî xwe li ber vê coşê bigirê û rondikên azadiyê dirijandin. Ev cara duyemîn bû ku evqas gel bi yek armancê derketibûn kolan û rêyên Cizîrê. Cara ewil ji bo oxira nemir “Orhan DOĞAN” a niha jî, ji bo gerîllayên xwe hestên azdiyê rondikên çavan dirijandin. Her gava ku gerîllayê xwe nêzîkî xwe didîtin, hestên dila wek wek bûka ji mala bavê derdikevê dilek xemgîn û girî, dilek kelecana evîndariya azadiyê bû.

Êdî tu gotin ne ma ku ji kelecan û hestan pênûsa min bikarê bi nivîsê. Bi vê peşwaziyê gelê Botan gerîllayê xwe hembêz kirin û berbi Amedê ve rêkirin.

“Hûn bi xêr hatin hembêza dilê gelê xwe kevokên aşitiyê”
                                                         JIN Û CIVAK


MÎRZA RONÎ

Ji avabûna civakêre jina hertim peşengî kiriye, dema mirovayî peşve çû ê peşengî dikir jin bûn. Mera hertim karê jiderve dikirin û nevçîrvaniyê re mijûl dibûn. Lê jin her roj nava malêde kar û barê çandinî zaroka ve mijûl dibûn. Ew xebatên wa roja jinê kirî, îro nîşaneya jineyî ku civak avakirinêye. Serê mêrande hertim kuştina ajalên çolê, ango nevçîrvanî hebû lê jinan ew kar ne di fikirîn, tene karê çandiniyê ve mijûl dibûn. Mirov dikarê bejê ku jina dengên xwezayê ji mera behtir sehdikirin û ew deng jinêre dibû ziman, ji ber ku jin xweza di parastin û parezvanî ji xwezayê re dikirin, ji wê çendê mirov dikarê bejê ku jin û xweza hertim nav hevde di jiyan, bi vê jiyandinêre jina zimanê mirovahiyê peş xist. Êdî ji dengan tîp bi tîp berbi axaftina mirovan hat. Ji derketina zimanan re ê peşengî kirî mirov dikarê rehet bejê jinin. Rewşa îro mirovahî têde di jiyan dikê jî, rola ku jin zimana re dikin, mer nikarin bikin ji ber ku jin zaroka hînî zimanê xwe dikê ev jî ji zarokan re dibê zimanê zikmakî. Rola jinanî ji ziman re pêk tînê mer tu carî nikarin pêk bînê. Li gor xwezaya jinê hej zarok zikê diya xwede, ango hej ne hatî ser ruyê dinê, ji zimanre tê afirandin û dema ji dayîk dibê bi girî dest bi jiyanê dikê. Ev xwezabûna jinê ji zarokre dibê afirandina jiyanê û dest bi mirovbûnê dikê. Heke ku ev afireneriya he li jinan re tune bûya gelo ma mirovên çawe ber bi civak bûnê ve biçobanan. Mirovên çawe hînî zimanê axaftinê bûya.

Îro dîsa ya ku xwezaya jinê dilewitînê mêre, yê ku azadiya jinê jê distînê mêre û ya ku ji zimanê dayîkê re asteng jî pergala merane. Di dema mirovahî peşve hat û kewm li cihanê bilav bûn êdî civak her roj hatin guhartin û karê jinê hedî hedî rengê xwe guhart. Bi derketina karên giranre ango pergala mekîneyan berbi kapîtalîzma mirovan hat êdî azadiya jinê ket destê mêrande, vê pergala meran jin xwezaya xwede hat sînorkirin û tenê ma li nav karê malan de. Li gor baweriyên olan jî jin hertin dawiya mafa hat dîtîn ev baweriyên ku peşber pengê jinê derketîn êdî bi giranî jin man bin pergala merande. Ev yek bûn sedem ku jin man bin siya mêrande. Her çiqas jin li bin zordariyê de mabin jî tu caran jina ji dev berxwedana xwe ne berdaye, her peşveçuna dîrokê de navê berxwedana jinê derketiyê pêş.

Roja Jinên Kedkarên Cîhanê (8 Adar 1857)

8 ê Adar’a sala 1857 tê li netewên yekbûyî Emrîqayê li bajarê Newyork ê nezî 40 hezar karkerên dirutinê (tekstil) ji ber ku mercên xebatên xwe baştir bikin li fabrîqa dirutinê de dest bi gireve kirin. Lê belê polîsan erîşî karkeran kirin û ew li fabrîqê de girtin derî li wa kulf (kilit) kirin. Piştî wê erîşê agir bi fabrîqê ket û karker ji ber bendên ku li deriyê fabrîqe de hatîn danîn nikarîn xwe ji êgir xilas bikin û nav egir de rihê xwe dan. Di encama wî agirîde giranî jin nezî 129 karkerî jiyana xwe ji destda. Dema merasimede nezî 100 hezar kes beşdarî veşartina meytên wa karkera bû.

Piştî ve bûyera karkeran, 26-27 ê Tebaxê sala 1910 han de, li Danîmarqa bajarê Kopenhag ê de konferansa jinên girêdayî 2. Enternasyonê, peşenga partiya sosyal Demaokrata Almanya Clara Zetkîn bi bîranîna jinên karker ê ku bûyera 1857 de jiyana xwe ji dest dayîn re 8 ê Adarê peşniyar kir ku bibê “roja jinên kedkarên Cîhanê” ev peşniyar ji hela beşdarvanên konferanse ve erê hat dîtin û teva dengê xwe dan vê peşnyarê.

BM (netewên yekbûyî) ji 16 dê Berfamber sala 1977 de pîrozkirina “8 adar ê rojan jinên cîhanê” qebul kir.

Li dewleta Tirkî ji “roja jinên kedkarên Cîhanê” sala 1921 an de dest

bi pîrozkirina 8 Adar ê kiriye. Lê salên 1975 an pêde pîrozkirin xwirttir bûye û derbasî kolanan bûye.
                                     CİVAKA XWENDA Û PÊŞKETÎ


Mîrza RONÎ

Di destpêka nivîsa xwe de ez di xwazim pirsekî ji hevalên xwîner bikim: Gelo civaka gelê kurd bi piranî xwendaye an na? Belê piştî vê pirsê ez xwe hêdî, hêdî berdim naveroka nivîsa xwe. Îro civakên di warê demokrasiyê û pêşketinê de pêşketîn, bingeha wa li ser meclîsan hatine avakirin. Civaknasan lekolînên li ser civakên pêşketî kirîn, dîtine ku meclîsên civakê heta xwe mava mala de jî ava kirine, ango gelek malbat hene di nava malbata xwe de jî meclîs ava kirine. Dema biryarek derbara malbata xwe de bidin meclîsa malbatê kom dikim û bi endamên malbate re parve dikin û bi yek dengî biryara malbata xwe erê dikin. Ji nav endamên malbatê yek dibê serokê meclîsê û ên dî dibin endamên meclîsa malbatê. Zarok, keçik, bav û dê tev di nava meclîsa malbatê de xwedî gotinin, evna jî dibê sedem ku zarokên malbatê xwe di nava malbatê de bînin ziman û pêdiviyên civakê nas bikin. Dîsa heman malbatên vî rengî girîngiya xwendinê ji zarokên xwe re tînin ziman û rojê seêtên xwendinê diyar dikin û malbat bi tevde pirtûkan di xwînin. Ango ku em bi bêjin civaka xweda bingeha wê ji nav malbatan derdikevê û dawiyê de civakek xwenda û pêşketî saz dibê.

Heke ku em îro rewşa gelê kurd a di warê xwendinê de bînin ber çavên xwe, mirov hêsanî dibînê ku, ji xeynî nifşên nû ê diçin xwedinê, wek dî civaka me di warê xwendinê de ne pêşketiye.

îro gelek malbatên me kurdan hene zarokên wa jî naçin xwedinê û haya wa qet ji xwendinê tûneye. Heke ez rewşa herema Botan îro bînin ber çava, gelek navçeyên heremê de pirtûkxanek jî tûnene. Li kêm navçeyan pirtûkxaneyên fermî hene lê mixabin ew na jî tû kes naçê derî lê navekin. Ji xeynî pirtûkên perwerda dibistanê tû pirtûkên dî nayên firotin. Ji sedî bîst kes an rojnamên rojane di xwînin an na, kêm kes jî li ser întenetê an dixwînin an na. Bi giştî em dikarin bi bêjin civaka di herema Botan de kêm zêde ji sedî sih xwedaye.

Lê hekê îro civaka me di warê xwendinê de ne pêşketî bê sedema vê jî diyare. Ev na jî raste ras bi polîtiqayên dewletê ve girêdayiye. Dîsa sedemek dî heye ew najî civaka me di sedî sed bawermedê ola îslamê ye. Bandora şêx û melaya jî gelek civaka me di warê xwendinê de paşde hiştiye. Di vê mijarê de çîrokek a ku ez rasta wê hatîm hat bîra min, ez ji were parve bikim. Kesekî ji min re got: Em mirîde filan şêxî bûn, dema şex ji mere qala xwendinê dikir digot: qet zarokê xwe ne rêkin mektê bê, wê têde xirabibin. Bi vê şîreta şêx me qet zarokên xwe ne rêdikirin dibistana. Sal û dem sere derbas bûn, rojekî me dît ku kurên wî şexî her yek ji wa wê bûyin parezer, mamoste, bijîjk û hwd. Got: me hingî zanî ku şex çima ne dihiş em zarokên xwe ne rêkin dibistana û xwendinê. Heke me wî demî zarokên xwe bidana xwendin me wê zû rûyê şêx ê rastî bi dîtana û me ji wî bawer nedikir. Kûrk û ebayê wî jî wî demî pênç pere nedikir nava mede.

Lê dîsa her çiqas di nava civaka mede rastiyên bi vî rengî hebin jî, astengiya herî mezin bi polîtîqayên serdestên civaka me, her tim çavek cûda li me nêriye. A niha jî li gelek heremên kurd lê dijîn de, dibistan kêmin û mamosteyên perwerdê kêmin. Li Tirkiye heremên wek Marmara û Akdenîzê pere ji bo xwendinê, ji heremên me behtir tê xerç kirin. Li heremên me de di polen dibistana de çil xwendekar hebin, li heremên dî bîst xwendekar hene. Ango cudehiyek berbi çav navbera heremên me û ên dî de heye.

Di vir de tofana ev serê çend salane li ser serê gelê kurd de hatî ji hêla her mirovê xwedî mijdan ve tê zanîn. Lê îro ewşa li Tirkiyê û a Cîhanê hatiye gûhartin û her netew pêdiviya wî bi meclîsên nava herema wî de heye. Ji wê çendê demek beri demekî divê netewa kurd jî ji civaka xwe re gavên demokratik bidê qebûlkirin. Gava herî girîng jî ewe ku pergala xwedinê em di nava civakê de bidin avakirin. Ev pergal di bin banê mafê demokratîk de di karê bê avakirin. Ango îro sed şaredariyên me hene, heremên kurd lê dijîn de giranî şaredariyên civaka kurde, şaredarî dikarê rola xwe bi lehizê û evê pergalê xwendinê bidê avakirin; ev pergala rexistinî jî di nava taxande dikarin ‘‘malên xwendinê’’ ava bikin. Çi taxa heyî malek a xwendinê be avakirin. Û di van malên xwendine de perwerde bête dayîn. Ev yîn. Dîsa di bin banê şaredariya bi xwede polên xwendinê dikarin werin avakirin. Û divê pirtûkxane di şaredariya de hebin. Dîsa wek kampanyaya xwedinê di nava gelde bên dest pê bikin.

Ji rêxistina xwendinê re rola gîring dîsa dikevê ser milê partî û saziyên gelê kurd. Reveberî û endamên sazî û partiyên me, divê xwenda bin û heke ne xwenda bin jî divê perwer de bibînin. Siyaset têr xwendine di xwazê, heke kesek di warê polîtîqa û siyasetê de ne xwenda bê, wî demê ewê nikaribê politîqa ye jî bike. Di vir de divê di bin banê saziyên mede jî perwerde bên dayîn. Ev perwerde divê ne demek kin bê, bi pergalî hertim hebe. Heke mirov bala xwe bide tevgera azadiya gelê kurd mirov wê bibînê ku ew hêza xwe ji perwerde û xwendinê digirin, her tim nava nûjeniya pêşketinê dene. ew hêza wayî xwendinê divê ji bo partî û saziyên me re mînak bête girtin.

Çawe xwarin ji bo laşê mirova vîtamîne, xwendin jî ji bo mejiyê mirova vîtamîne.



na perwerda ziman dibe, a tendûstriyê dibe, hînbûna xwendin û nivîsandinê dibe. Ango ku dema ev malên xwendinê hatin ava kirin li gor pêdiviya gel perwerde wê bê da
                                        QETILKIRINA ZIMAN


Mîrza RONÎ

Di bin sîwana êdî bes e de, divê kurd hemû bi hev re bibêjin êdî ji qetilkirin, qedexekirin û binpêkirina mafê zimanê kurdî re bes e. Gelê kurd xwedî çand û zimanekî dewlemend e. Bi hezar salan e zimanê kurdî ji nav axa Mezrabotan derketî û bi hezar salan e jî, ji pêşeroja gelê kurd re bûye ronahiya pêşeroj û dîrokê. Çand û zimanê kurdî ji gelek qewman re melavanî kiriye. Lê mixabin bi guhartina dem û dewranan re zimanê kurdî îro bûye bindest. Ew zimanê ku pêşkêşî ji mirovahî û zimanan re dikir îro ketiye bin destê zimanên serdestan. Lê zimanê kurdî ewqas dewlemend e çiqas were qetilkirin û qedexekirin jî wek kaniya bihara her tim dide der û Mezrabotan dîsa av dide. Heya ku çiyayên Cûdî û Gabar li ser me bin kaniya zimanê kurdî tu cara naçike û ne mafê tu kesî ye ku bikare zimanê kurdî biçikîne.

DIVÊ JI BO ZIMAN TÊBIKOŞIN

Lê heke gelê kurd bivê ku ew kaniya zimanê kurdî her tim paqij û zelal be, divê her kurdek li bara xwe de ji vî zimanî re bibin têkoşer. Ev çend sal e dagirkerî ji Mezrabotan xilas nebûye. Zimanê kurdî ji cihê wî dan barkirin, navê gund û bajarên wî hatin guhartin û navê zarokên wî jî qedexe kir. Dayik girêdidan digotin: “Neaxive.” Çand û stranên zimanê şîrîn qedexe dikirin û binpê dikirin. Çend ewrên reş û tofan derbas kirin zimanê min zimanê kurdî, lê nikarîn te qetil bikin zimanê kurdî. Ji ber ku qetilkirina te qetilkirina gelekî ye.

Ziman her çiqas wateya wî ya xuya dike axaftin be jî, wateya ziman a herî xweş nasname ye. Çawa ku kesek bi zimanê xwe, xwe li mirov bide naskirin bi vê naskirinê re zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe ji mirov re dibêje. Wisa dema kurdek xwe li kesek biyanî bide naskirin divê xwe bi ziman û çanda xwe, ango nasnama xwe dide naskirin, wê demê jî ziman dibe nasname. Heke ku gelê kurd pêşerojek ronî bive, pêwîst e ku çi qedexeyên pêşiya zimanê kurdî hebin bên rakirin. An nexwe zimanê kurdî pêş nakeve û dê bi qetilkirinê re rû bi rû bimîne.

ZIMANEKÎ MIRÎ

Li gorî zimanzanan rewşa zimanê kurdî ku îro tê de ye li ber windabûnê ye. Lê di nav xeterê de ye. Di pirtûka David CRYSTAL de, a bi navê Qetla Zimanan de wisa ji zimanan re dibêje: “Heke zimanekî kes nemabe pê biaxive, wê demê ew ziman dimire an jî miriye. Heke ji hêla çend kesan ve were axaftin, li ber mirinê ye.” Di heman pirtûkê de dide xuyakirin ku kêm zêde îro li cîhanê bi 6 hezar zimanî tê axaftin, ji van zimanan kêm zêde 600 ziman ne di xeterê de ne lê yên din, heke tu çalakî ji van re pêk neyne tev winda dibin. Dibêje 60-70 ziman hene ji hêla çend kesan ve pê tê axaftin û dema ew jî bimirin êdî ew ziman namîne. Dibe ku heke mirov bizane ka ma ew ziman di çi rewşê de ye divê mirov, di nav gel de binêre ma ka zarok çiqas zimanê xwe diaxivin. An jî çiqas ziman di nav mal de tê axaftin, ciwan lê xwedî derdikevin an na? tê nivîsandin û xwendin an na? Heke ev pirs erênî bin wê demê ew ziman ne li ber windabûnê ye. Lê dibe heke ziman tenê ji hêla kesên temenê wan li ser 50 re biaxivin û ji hêla zarok, ciwan û dayik neaxivin wê demê ew ziman ber bi windabûnê ve diçe.

Mirov îro li rewşa zimanê kurdî binêre, mirov dikare wisan bêje. Zimanê kurdî bi tenê li herêma Botan û Serhedê di nav mala de, ji hêla zarokan, ciwan, kal û nav bazaran de baş tê axaftin. Lê li van bajarên ku kurd lê dijîn, kurdî lê kêm tê axaftin tenê kesê ku zimanên dîtir nizanibin bi kurdî diaxivin lê mixabin zarok, ciwan an jî di nav malê û bazaran de bi kurdî kêm tê axaftin.

DIVÊ BIBE ZIMANÊ FERMÎ

Heke ku mirov bi pisporî û baldarî zimanê kurdî binêre, mirov dê bibîne ka çiqas pewîstî jê re heye. A herî berbiçav jî ew e ku zimanê kurdî hêj ne zimanê fermî ye, ango hêj zimanê kurdî tê qedexekirin. Heke ku zimanek qedexe be mirov nikare bêje ku ew ziman dê di pêşerojê de bimîne. Wek êdî a ji pêşeroja ziman re a herî girîng nivîsandin û xwendina wî zimanî ye. E ma îro ji hêla çend kurdan ve zimanê kurdî tê nivîsandin û xwendin. Ku kêm zêde em bêjin îro 20 milyon biaxivin jî lê ne 20 milyon, kêm zêde 10 milyon jî nizanin binivîsin û bixwînin, ê wê demê mirov dikare rewşa zimanê kurdî xetere nîşan bide. Ji ber ku a ji pêşeroja ziman re herî pêwîst nivîsandin û xwendine. Ku tu kes nemîne bi wî zimanî biaxive jî, lê dema hat nivîsandin wê demê dê bê mirov ew ziman êdî winda nabe. Heke ku mirov mînak bide jî, ma ev çend sal in ku Melayê Cizîrî û Ahmedê Xanê çûyîn ser dilovaniya xwe lê îro çanda zimanê kurdî bi dîwana wan de ronî dibe. An jî bi hezaran stran û çîrokên gelê kurd em anîne îro. Ji bo wê sedemê pewîst e bi lezgînî gelê kurd ji zimanê xwe re bibe têkoşer da ku zimanê xwe ji bin xetereyê derîne û zimanê xwe bixe bin banê dibistanan de û ji zarokan heya mezinan zimanê kurdî were nivîsandin û xwendin. Bi van pêwîstiyan zimanê kurdî li nav cîhanê dê bibe zimanê herî dewlemend. Li gorî îstatîstîkên ku kovara Le Français Dans Le Monde Fransî weşandî, li nav zimanên cîhanê zimanê kurdî bûbû yê 31’an. Heke piştî ewqas qedexeyan mirov bihesibîne, ku bibe zimanê dibistanan û bê nivîsandin û xwendin wê demê dê bibe beramberî zimanê îngilîzî.

Xwedî li ziman derkevin

Ev rewş di nav gelê kurd de ye û pergal jî bi zimanê xwe yê siyasî, çandî û aborî serdestiyê li zimanê kurdî dike. E wê demê mirov dikare bêje ku zimanê kurdî li ber xeterê ye.

- Di serî de divê gelê kurd di hişmendiya zimanê xwe de be û ji zimanê xwe re bibe têkoşer. Divê çi qedexeyên li ser zimanê kurdî hebin werin rakirin û bi fermiyetê were naskirin û tu astengî li ser zimanê kurdî nemînin.

- Bo ku astengî ji pêşiya zimanê kurdî rabin pêwîst e gelê kurd xwe bixe pêşiya astengiyan û bisekine, çalakiyên daxwaza zimanê xwe bike da ku ji dibistanan heya zanîngehan beşên zimanê kurdî werin vekirin.

- Pêwîst e komara tirk ji bo pêşvebirina zimanê kurdî, bikeve nava hewldanan û ji zimanê kurdî re fînansmanê derîne. Çawa di dibistana fermî de perwerda tirkî ji hêla mamosteyên fermî ve tê dayîn divê heman bingeh ji zimanê kurdî re jî were çêkirin. Zimanê kurdî li herêmên ku kurd lê dijîn divê bibe zimanê fermî.

- Ji hêla zimanzanan ve divê lêkolîn li ser zimanê kurdî bête kirin da ku ziman bikemile.

- Ji hêla çapemeniyê ve girîngiya zimanê kurdî bête xuyakirin. Televîzyon, rojname, kovar û bernamên zimanê kurdî werin weşandin û di televîzyonê de perwerda zimanê kurdî bê kirin.

Li gorî van xalên sereke ku me pêwîst dîtin, ji zimanê kurdîre werin pêkanîn wê demê pêşeroja zimanê kurdî dê zelal bibe. Lê heke wisan pêşî li qedexeyên li ser zimanê kurdî neyê girtin zimanê kurdî dê di xeterê de be. Ji bo ku ev pêwîstiyên zimanê kurdî bêne cih divê, di demeke nêz de gelê kurd xwe ji zimanê xwe re bike têkoşer. Heke em nekevin van hewldanan piştî çend salên dî êdî kalên me jî namînin wê demê xizîna peyvên me dê kêm bibin û zarok, ciwan guh nadin zimanê xwe, xwendin û nivîsandin dê kêm bibe û zimanê me dê ber bi windabûnê ve biçe. Lê hêj ew derfeta me heye ku em li zimanê xwe xwedî derkevin û nehêlin ku zimanê me bikeve xetera windabûnê.

Gotineke zanyarê zimanê kurdî nemir Celadet Alî Berdirxan wiha ye: “Xilaskirina gelekî bi du çekan pêk tê. Yek ziman û yek jî ol. Lê heke ola bindest û serdest yek be wê demê yek çek dimîne di destê bindest de, ew jî ziman e.”
                                      TEKOŞÎNA ZIMANÊ LÎTVANÎ


Mîrza RONÎ

Di nava gelek netewande, ji bo ku mafê xweyî xwezayî û bindestiya xwe rizgar bikin gelek tevger hatine rêxistinkirin. Wek mînaka netewa kurd, gelek netewên din jî, ji bo xwe ji pergala pişaftina serdestan xwe, xilas bikin bi awayek rêxistinî tevger ji xwere afirandine. Di nava van tevgerade, tevgerek balkêş heye ev tevger di navbera salên 1864’an heta sala 1904’an de, tevgera Lîtvanyayê ye. Bi navê tevgera ‘qeçaxçitiya pirtûkan’ vê tevgerê ji bo ku xwe ji pişaftina ku Rûsan (ûris) li ser wa ferz kirî, bidin şikandin tekoşîna xwe meşandine. Çîroka vê tevgerê wihaye.

Lîtvanya yê de, heta sala 1864’an alfaba latînî ji bo zimanê lîtvanî kar tanîn. Lê piştî demekê li ser vê alfaba latînî di navbera Rûsan(Ûris) û lîtvaniya de niqaş derdikevin. Di encama nîqaşande, Valiyê demê Muravev Panîslavci û zimanzan Alexander Hîlferdîng tezê ku piştgirî dayînê gotin ku; alfaba Kirîlî ji alfaba Latînî çêtire ji nivîsandina zimanê Lîtvanîre. Û piştî biwî tezî di 5 Hezîrana 1864’an de biryar hat dayîn ku êdî alfaba latînî pirtûkek tenê jî newê weşandin. Ji wê dîrokê pêde, qedexe ket ser weşanên alfaba latînî û kesê ku nivîsa latînî dest wande bihata dîtîn jî dihat girtin. Arnanca wê qedexekirina alfaba latînî ewbû ku ziman û çanda lîtvaniya bê pişaftin û netewbûna wa ji holê rabê. Lê belê piştî wê qedexekirinê dîsa lîtvanî dikevin nav tevgerê û rêxistina xwe xwirt dikin.

Piştî qedexeyê pergala perwerdê tê gûhartin û perwerde bi zimanê Rûsî saz dibe. Di derheqa vê bûyerêde di sala 1867 de pîskopos Motiejus Valan ius daxwaznameyekî ji waliyê Vilnius ê Kaufman re di şînê û daxwaz dikê ku hema tenê pirtûkên dia qedexe ser rabê. Lê belê dîsa walî vê daxwazê erê nakê û qedexeyên xwe di domînin. Piştî erênekirina vê daxwaznamê jî Pîskopos Motiejus Valan ius bi arîkariya Protestanên li lîtvanya piçûk, rêxistinek çedibe û ji rojhilata Prusyayê pirtûkên dia çap dikin û bi rêyên qeçax ji sînor derbas dikin nav Lîtvanyayê. Piştî ev tevger bi wî awayî dest bi qeçaxçîtiye pirtûkan dike, êdî rexistin dibê tevgera gelekî. Lê kesên ku di sînorande dihatin girtin bi dest xwere dihatin kuştin. Piştî ji Prusyayê bi rêyên qeçax ji sînor derbas dibûn, bi arîkariya bazirganan, karkeran, xwendekaran, bijîjkan û rahîban li gûndan bilav dibûn. Lê mixabin di wê navberîde qedexeya li ser weşana bûbû qedexeya li ser zimanê lîtvanî. Kesê ku karê fermîde bi zimanê lîtvanî biaxifta, ji hêla Rûsan ve dihatin gûnehbarkirin. Bi kî re pirtûkek bi tîpên latînî bihata dîtin heta 3,4 salan dihatin hepskirin. Lê dîsan jî Lîtvaniyan ti pirtûkên alfaba kirîlî eleqe ne didanê û ne di xwendin. ‘‘Piştî sala 1870’yê êdî lîtvaniya biryarda ku zarokên xwe jî ne rêkin dibistanên perwerda rûsî.’’ Êdî pirtûkên perwerdê jî Prusya yê dihatin û di malande, ‘‘dibistanên binêrdî’’ de perwerda zimanê xwe didîtin. Çiqas zext û zordarî li ser wan de bihatajî rûsiya ne karin ku lîtvaniya ji perwerda wa bikin û piştî demek şûnde, xwenda û xwendevanên zimanê lîtvanî diqet zêde bûbûn. Demek şûnde jî li lîtvanyayê de, pêşengên partiyên xwedî fikrên cûda, bi bangawaziya bijîşkekî tên ba hev. Bijîşk Jonas Basaniviscius(1851–1924) pêşniyar dikê ku emê bi fikra serxwebûn û fikrek demokratîk di bin banê lîtvanyayê de kom bibin, emê bi vê fikrê xwe ji dagirkeriya Rûsya azad bibin. Û biryar didin ku kovarekî bi tevde bi weşînin. Kovar bi tîpên latînî zimanê lîtvanî û di naveroka kovarêde jî pirsgirêkên civakî, ziman wêje û siyasî dest bi weşanê dikin. Kovara bi navê Auszra(şefak) bi qeçaxî nava çend salade fikrê serxwebûnê nav gelde bilav dike. Ji wê dîrokê pêde lîtvanya tevde pêşber qedexeya liser weşanê derketin. Dûvretir di navbera deh salande gelek rojname, kovar hatin weşandin û zimanê xwe xwedî derketin û xwe li armanca netewbûnê girêdan. Dema qedexeya li ser weşanan heta sala 1904’an xilas bû.

Di derbara serdema qedexeya li ser weşanên zimanê lîtvanî de dîrokzanê lîtvanî Edvardas Gudavî wiha digot: ‘‘qedexeya weşanan bû sedem ku ji mere azmûna jî nûve jînbûna netewbûyînê modern. Berxwedan tûnebûya, zimanê me wê di nava dîrokê de nok biba. Û netewa modern a lîtvaniya qet ne derdiket holê.’’ *



• Çavkanî: Esmer dergisi sayı.56/11 Kasım 2009 S.20 Batu BORAN Litvanya Tarihinde Dilsel Yasaklamalar…