31 Temmuz 2010 Cumartesi

                                        QETILKIRINA ZIMAN


Mîrza RONÎ

Di bin sîwana êdî bes e de, divê kurd hemû bi hev re bibêjin êdî ji qetilkirin, qedexekirin û binpêkirina mafê zimanê kurdî re bes e. Gelê kurd xwedî çand û zimanekî dewlemend e. Bi hezar salan e zimanê kurdî ji nav axa Mezrabotan derketî û bi hezar salan e jî, ji pêşeroja gelê kurd re bûye ronahiya pêşeroj û dîrokê. Çand û zimanê kurdî ji gelek qewman re melavanî kiriye. Lê mixabin bi guhartina dem û dewranan re zimanê kurdî îro bûye bindest. Ew zimanê ku pêşkêşî ji mirovahî û zimanan re dikir îro ketiye bin destê zimanên serdestan. Lê zimanê kurdî ewqas dewlemend e çiqas were qetilkirin û qedexekirin jî wek kaniya bihara her tim dide der û Mezrabotan dîsa av dide. Heya ku çiyayên Cûdî û Gabar li ser me bin kaniya zimanê kurdî tu cara naçike û ne mafê tu kesî ye ku bikare zimanê kurdî biçikîne.

DIVÊ JI BO ZIMAN TÊBIKOŞIN

Lê heke gelê kurd bivê ku ew kaniya zimanê kurdî her tim paqij û zelal be, divê her kurdek li bara xwe de ji vî zimanî re bibin têkoşer. Ev çend sal e dagirkerî ji Mezrabotan xilas nebûye. Zimanê kurdî ji cihê wî dan barkirin, navê gund û bajarên wî hatin guhartin û navê zarokên wî jî qedexe kir. Dayik girêdidan digotin: “Neaxive.” Çand û stranên zimanê şîrîn qedexe dikirin û binpê dikirin. Çend ewrên reş û tofan derbas kirin zimanê min zimanê kurdî, lê nikarîn te qetil bikin zimanê kurdî. Ji ber ku qetilkirina te qetilkirina gelekî ye.

Ziman her çiqas wateya wî ya xuya dike axaftin be jî, wateya ziman a herî xweş nasname ye. Çawa ku kesek bi zimanê xwe, xwe li mirov bide naskirin bi vê naskirinê re zimanê xwe, çanda xwe û nasnameya xwe ji mirov re dibêje. Wisa dema kurdek xwe li kesek biyanî bide naskirin divê xwe bi ziman û çanda xwe, ango nasnama xwe dide naskirin, wê demê jî ziman dibe nasname. Heke ku gelê kurd pêşerojek ronî bive, pêwîst e ku çi qedexeyên pêşiya zimanê kurdî hebin bên rakirin. An nexwe zimanê kurdî pêş nakeve û dê bi qetilkirinê re rû bi rû bimîne.

ZIMANEKÎ MIRÎ

Li gorî zimanzanan rewşa zimanê kurdî ku îro tê de ye li ber windabûnê ye. Lê di nav xeterê de ye. Di pirtûka David CRYSTAL de, a bi navê Qetla Zimanan de wisa ji zimanan re dibêje: “Heke zimanekî kes nemabe pê biaxive, wê demê ew ziman dimire an jî miriye. Heke ji hêla çend kesan ve were axaftin, li ber mirinê ye.” Di heman pirtûkê de dide xuyakirin ku kêm zêde îro li cîhanê bi 6 hezar zimanî tê axaftin, ji van zimanan kêm zêde 600 ziman ne di xeterê de ne lê yên din, heke tu çalakî ji van re pêk neyne tev winda dibin. Dibêje 60-70 ziman hene ji hêla çend kesan ve pê tê axaftin û dema ew jî bimirin êdî ew ziman namîne. Dibe ku heke mirov bizane ka ma ew ziman di çi rewşê de ye divê mirov, di nav gel de binêre ma ka zarok çiqas zimanê xwe diaxivin. An jî çiqas ziman di nav mal de tê axaftin, ciwan lê xwedî derdikevin an na? tê nivîsandin û xwendin an na? Heke ev pirs erênî bin wê demê ew ziman ne li ber windabûnê ye. Lê dibe heke ziman tenê ji hêla kesên temenê wan li ser 50 re biaxivin û ji hêla zarok, ciwan û dayik neaxivin wê demê ew ziman ber bi windabûnê ve diçe.

Mirov îro li rewşa zimanê kurdî binêre, mirov dikare wisan bêje. Zimanê kurdî bi tenê li herêma Botan û Serhedê di nav mala de, ji hêla zarokan, ciwan, kal û nav bazaran de baş tê axaftin. Lê li van bajarên ku kurd lê dijîn, kurdî lê kêm tê axaftin tenê kesê ku zimanên dîtir nizanibin bi kurdî diaxivin lê mixabin zarok, ciwan an jî di nav malê û bazaran de bi kurdî kêm tê axaftin.

DIVÊ BIBE ZIMANÊ FERMÎ

Heke ku mirov bi pisporî û baldarî zimanê kurdî binêre, mirov dê bibîne ka çiqas pewîstî jê re heye. A herî berbiçav jî ew e ku zimanê kurdî hêj ne zimanê fermî ye, ango hêj zimanê kurdî tê qedexekirin. Heke ku zimanek qedexe be mirov nikare bêje ku ew ziman dê di pêşerojê de bimîne. Wek êdî a ji pêşeroja ziman re a herî girîng nivîsandin û xwendina wî zimanî ye. E ma îro ji hêla çend kurdan ve zimanê kurdî tê nivîsandin û xwendin. Ku kêm zêde em bêjin îro 20 milyon biaxivin jî lê ne 20 milyon, kêm zêde 10 milyon jî nizanin binivîsin û bixwînin, ê wê demê mirov dikare rewşa zimanê kurdî xetere nîşan bide. Ji ber ku a ji pêşeroja ziman re herî pêwîst nivîsandin û xwendine. Ku tu kes nemîne bi wî zimanî biaxive jî, lê dema hat nivîsandin wê demê dê bê mirov ew ziman êdî winda nabe. Heke ku mirov mînak bide jî, ma ev çend sal in ku Melayê Cizîrî û Ahmedê Xanê çûyîn ser dilovaniya xwe lê îro çanda zimanê kurdî bi dîwana wan de ronî dibe. An jî bi hezaran stran û çîrokên gelê kurd em anîne îro. Ji bo wê sedemê pewîst e bi lezgînî gelê kurd ji zimanê xwe re bibe têkoşer da ku zimanê xwe ji bin xetereyê derîne û zimanê xwe bixe bin banê dibistanan de û ji zarokan heya mezinan zimanê kurdî were nivîsandin û xwendin. Bi van pêwîstiyan zimanê kurdî li nav cîhanê dê bibe zimanê herî dewlemend. Li gorî îstatîstîkên ku kovara Le Français Dans Le Monde Fransî weşandî, li nav zimanên cîhanê zimanê kurdî bûbû yê 31’an. Heke piştî ewqas qedexeyan mirov bihesibîne, ku bibe zimanê dibistanan û bê nivîsandin û xwendin wê demê dê bibe beramberî zimanê îngilîzî.

Xwedî li ziman derkevin

Ev rewş di nav gelê kurd de ye û pergal jî bi zimanê xwe yê siyasî, çandî û aborî serdestiyê li zimanê kurdî dike. E wê demê mirov dikare bêje ku zimanê kurdî li ber xeterê ye.

- Di serî de divê gelê kurd di hişmendiya zimanê xwe de be û ji zimanê xwe re bibe têkoşer. Divê çi qedexeyên li ser zimanê kurdî hebin werin rakirin û bi fermiyetê were naskirin û tu astengî li ser zimanê kurdî nemînin.

- Bo ku astengî ji pêşiya zimanê kurdî rabin pêwîst e gelê kurd xwe bixe pêşiya astengiyan û bisekine, çalakiyên daxwaza zimanê xwe bike da ku ji dibistanan heya zanîngehan beşên zimanê kurdî werin vekirin.

- Pêwîst e komara tirk ji bo pêşvebirina zimanê kurdî, bikeve nava hewldanan û ji zimanê kurdî re fînansmanê derîne. Çawa di dibistana fermî de perwerda tirkî ji hêla mamosteyên fermî ve tê dayîn divê heman bingeh ji zimanê kurdî re jî were çêkirin. Zimanê kurdî li herêmên ku kurd lê dijîn divê bibe zimanê fermî.

- Ji hêla zimanzanan ve divê lêkolîn li ser zimanê kurdî bête kirin da ku ziman bikemile.

- Ji hêla çapemeniyê ve girîngiya zimanê kurdî bête xuyakirin. Televîzyon, rojname, kovar û bernamên zimanê kurdî werin weşandin û di televîzyonê de perwerda zimanê kurdî bê kirin.

Li gorî van xalên sereke ku me pêwîst dîtin, ji zimanê kurdîre werin pêkanîn wê demê pêşeroja zimanê kurdî dê zelal bibe. Lê heke wisan pêşî li qedexeyên li ser zimanê kurdî neyê girtin zimanê kurdî dê di xeterê de be. Ji bo ku ev pêwîstiyên zimanê kurdî bêne cih divê, di demeke nêz de gelê kurd xwe ji zimanê xwe re bike têkoşer. Heke em nekevin van hewldanan piştî çend salên dî êdî kalên me jî namînin wê demê xizîna peyvên me dê kêm bibin û zarok, ciwan guh nadin zimanê xwe, xwendin û nivîsandin dê kêm bibe û zimanê me dê ber bi windabûnê ve biçe. Lê hêj ew derfeta me heye ku em li zimanê xwe xwedî derkevin û nehêlin ku zimanê me bikeve xetera windabûnê.

Gotineke zanyarê zimanê kurdî nemir Celadet Alî Berdirxan wiha ye: “Xilaskirina gelekî bi du çekan pêk tê. Yek ziman û yek jî ol. Lê heke ola bindest û serdest yek be wê demê yek çek dimîne di destê bindest de, ew jî ziman e.”

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder