30 Temmuz 2010 Cuma

ZIMANÊ KURDÎ.

                                          ZIMANÊ KURDÎ.


MÎRZA RONÎ

Zimanê kurdî zimanêk nava zimanê Cîhanêde zimanê mezopotamyayê herî kavnare. Piştî ewqas qedexe û pişaftin serde hatin jî, hej ser xweye û ji hela bi milyona mirov tê axaftin û peşve birin. Lê dîsan jî hêj dewlemendiya xwe dest ne xistiye û warê axaftin, nivîsandine de hej ne gihiştiye asta xwe. Em îro qala qada Tirkî bikin, gor hereman hin herem hene qet kurdî lê nayê axaftin anjî tê axaftin lê ne zimanêk nivîskî û zelale. Em li ser mînaka bejin îro herema serhed û botanê kurdî di axivin le zimanêk gor heremê ango gor devoka wê heremê di axivin. Anjî em hela Amede bejin ew kurdî kem di axivin û kesên ku di axivin jî zimanêk qetilkirî di axivin. Em hela Stembol anjî çukurovayê bejin rewş zêde ne zelale. Hejmarek pir kurd li van herema dijîn le mixabin ware kurdî de qelsî heye. Îro em li ser asta zimanê kurdî bi axivin, kurdî gihiştiye demek hebûn û tinebûne de. divê gelê kurd rewşa zimanê kurdiyî îro gihiştiyî vê asta hebûn û tinebûne baş bi nirxînê û zimanê xwe xwedî derkevin. Ji zarokan heya ciwan, jin, kal, xwendevan û kesên demeokrat divê rewşa zimanê kurdî bi bînê û çi tişta di kevê ser milên wa baş pek bînin. Zarok divê ji hela dê û bavan ve bên hişyarkirin û ji bilî zimanên wayî dayîkê ti zimanê dî ne axivînin. Bi teybetî ciwan divê jibo zimanê xwe bikevin nava tevgere de û zimanê xwe ji xwere ferz bikin ji bilî kurdî ti zimanê dî ne axivin. Bila ti kes şaş fêm neke zimanê mirov ji zimanê ti kesîre nabê asteng, berevajî vê yekê zimanê kurdî e wan zimanajî dewlimend bikê. Naha zimanê kurdî û e Tirkî gelek herema li nav hevde tê kar anîn dema herdû jev hatin veqetandin wî demî herdû ziman jî dewlimend dibin. Lê heye wisan nav hevde bin ne kurdî ne jî tirkî e berbi xetereye ve biçin. Xwendekarên ku dibistanên sereteyî heya zanîngeha di xwînin divê ziamanê xwe ji bîr nekin çawe zimanê dîn di xwînin û di nivîsin pewîste wisan jî zimanê xwe jî kar bînin. Ev ne tiştek zehmete tenê xwe naskirin û xwestin jêr divê dema we kurdî xwend anjî nivîsand wî demî mirov e bi zanê çikas zimanê mirov şîrîne û mirov bi xweye. Mînak xwendekar dema diçin dibistana dest bi perwerde dikin giranî zimanê tirkî xeber didin û li ser xwe ferz dikin, rewşek wisa pir xetereye divê xwendekar hertim li ser xwe zimanê xwe ferz bikin. ti kes nikarê bi zorî zimanek dî ser mirov faz bikê erê dema perwerde de, perwerde Tirkiye lê dema hûn li mal anjî nava gelde tu kesî zimanek dî li ser we ferz ne kiriye divê hûn hertim ji zimanê xwere hûn şiyarbin û xwe bi zimanê xwe bidin nasîn. Dîsa barê dayîk û keçikan li ser kurdî pir girînge, ji ber ku ziman zimanê dayîkeye. Ziman destpekê ji dayîkbûnê destpe dikê. Mirov hela dayîka xwe hînî zimanê xwe dibê bi saya dayîka xwe dikevê nav mirovande û di axivin û divê dayîk tu caran ne helin zarokên wa zimanê xwe ji bîr bikin. Neh heyvan li zikê xwede xwedî dikê û piştrejî heya heft salî ewî bi zimanê wî kedî dikê ev rewş hela kedek pîroz pekte lê mixabin dayîk evê kede destbi pergalêve dihelê û zarokên xwe ji zimanên dî na parêzin. Berevajî vê yekê li ber çavên xwe zarokên xwe têxin nav xwepişaftinede (oto asimilasyon) ev yekjî dibê sedema qetilkirina zimanê kurdî. Qîzên ku diçin dibistana anjî e naçin dibistana bi behtir zimanê Tirkî di axivin û li ser xwe wek zimanê modern di qebûl dikin û bi Tirkî xwe tînin ziman evyekjî tiştek şaşe. Ti ziman ne wek zimanê dayîkê moderne anjî dewlimende. Divê keçik xwe bi zimanê xwe, çanda xwe û bi rengê xwe nav civakêde xwe bînê ziman xwe serdest bikê. Wekdî xwepişaftine ne karê hebûnêye divê keçik baş bizanin heya xwe bi zimanê xwe ne înin ziman tu kes nikarê xwe ne ji pergalê û nejî ji xwepişaftinê xilas bikê. Rolek dîjî heye ew jî ya bavan û zilamaye, evyek nava malande û nav civakêde tiştek berbi çave, zilam xwe li ser jinan û zarokan bilind di hesibîne û karên nava malan û tekiliyên li nav civakê de li ser milên xwe dihelê. Ev jî nîşaneye ku zilam dikarin li zimanê kurdî xwedî derkevin ango nava malêde malxweye dema biryara didê wek xwe pektînê ango dema dibejin bila keçik neçin mektebê êdî dayîk ti na bejê û wisan ev êded di domê. Peşbervê yeke dema bav anjî zilam nava malêde ji bilî zimanê kurdî ne hêlê ti zimanêdî bê karanîn wî demî li kurdî xwedî derketin e behtir bê. Pewiste zilam û bav xwe wek mamosteyekî bi hesibînin û malan û kolanan bêxin dibistan.

Heke ku hela xebatên li ser zimanê kurdî, tên pek hatin jî ku em bi nivîsin îro ji hela Tzpkurdî (tevgera ziman û perwerdehiya kurdî) ve xwedî derketinek bi tevger heye. Tê bîra her kesê kurd ku zimanê kurdî çi derbe xwarine. Heya salên notan zimanê kurdî qedexebû. Tê bîramin diyamin dema ku mala me li gûnd me zede bandên kurdî hebûn. Bandên koma berxwedan wîdemî wek azadiya dengê kurdî girîngbû û mejî li wa banda guhdardikir. Rojekî diyamin pêhesiya ku leşkerê li ser gund de girê, diyamin ji tirsa bandême tev komkirin û birin xistin tenûrêde. Wisa wî demî tirsa ji zimanê kurdî û ji kurdîtiyê hebû lê îro rewş hela zimanê kurdîde hatiye û bi sêdan nivîskarên kurd, rewşenbîr û kesên ziman zanê kurdî hene û îro bi tevger jî hela Tzpkurdî ve pergalkirin. Îro ji saya Tzpkurdî mamsoteyê zimanê kurdî hene û hejî ev xebat bi çalek didomê. Dîsan komeleyên kurdî û li her heremê aktivîstên Tzpkurdî hene. Û ev xebat berbi akademiya zimanê kurdîve diçê. Pêwistiyek girîng li vir derdikevê hollê. Ewjî li xwedî derketina Tzp’ye. Divê saziyên meyî çandê û çi saziyên ku ji demokrasiya navber mirovahiyede kar dikin divê Tzpkurdî tenê ne helin û xebatên zimanê kurdî de xwe bê par ne helin. Heke îro kemasiyên Tzpkurdî hebin jî, ewjî hêj gel lê xwedî derneketiye û xwe li nav gelde hişmendiya zimanê kurdî nîşan nedaye.


 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder