31 Temmuz 2010 Cumartesi

XWENDIN

                                     XWENDIN

Mîrza RONÎ.



Ji bo ku hûn a niha vê nivîse dixwînin ez gelekî pê keyf xweşim, jibo ku hûn xwendane û xwendayê zimanê kurdî ne. Heke hûn tekoşerê xwendina zimanê kurdî bin jî, wî demî bijî jibo we.


Îro dema mirov ewrên liser civaka kurd radikê û licivakê temaşe dikê, rehetî tiştin dikevin ber çavên mirov. Hêsanî wek ne xwendina civaka kurd, bila tu kes wateya piçûk xistina civaka kurd ne fikirê. Îro heke sed pirtûkên kurdî rehetî newin firotin wî demî dive ev kêmasiya xwendinê baş bê zanîn. Îro me rojname heye, me kovar hene, pirtûk hene û weşanên kurdî gihiştiye astekî. Lê livir de gelo xwendina van berhema çiqase? Weşanên bi zimanê kurdî her sal ji sala dî serkeftîtire, lê mirov dinêre hertim xwendina pirtûka anjî a rojnameya heman astêdeye, gelo çima? Îro ji hêla rewşenbîriyê ve civaka kurd astekî derketiye pêş, lê gelo çima civak li rewşenbîrê xwe xwedî na derkevê, dihêla berhemande.


Yekane rojnameya Azadiya Welat bi kedek gelek mezin xwe gihandiye heya îro. Lê lixwedî derketina rojnamê mirov binêrê hêla xwendina rojmanê de, em lipaş dimînin, hema hertim heman tîrajê de tê firotin. Ev na nîşaneya xwêdî lê ne dernetina rojnamê ye. Em îro asta xwendina civaka kurd binêrin kêm zêde ji sedî çil-pêncî xwendaye, ciwanên kurd piranê dixwînin. lê ez li vir viya jî bibêjim; heya ku mirov bizimanê dayîka xwe nê xwînê, mirov jisedî sed nabê xwenda. Ango xwendina mirov hertim qelsiyek têde dimîne. Heke ciwanên me ên dibêjin em xwendane, bi zimanê xwe ne xwînin, xwendina wa dûrî civaka wa dimînê. Jibo ku civaka xwe baş nasbikin divê nava civaka xwede ziman û çanda xwe baş nas bikin û biparêzin.


Îro gelek kesê ku an rojnama kurdî, anjî berhemên kurdî dikirin wiha dibêjin: ‘‘ez jibo katkiyê (alîkarî) distînim’’ ango ne jibo xwendinê. Lê heke mirov ji kesek ku berhemek a tirkî sitandî bi pirsê wê bibêjê min jibo xwendinê kiriye. Îro heke heremek wek a Botan; tenê 700-800 Azadiya Welat werin firotin wî demî kêmasiyek gelek mezin, lê xwedîderketin û xwendina zimanê kurdî de heye.


Livirde mijar dikevê ser hişmendiyê, îro civaka kurd ne dihişmendiya zimanê xwedeye. Hêj wateya zimanê dayîka xwe baş fêr nebûne. Jibo civakê zimanê tê çi wateye baş tê ne gihiştine. Serdestî û bindestiya ziman nehatiye fêmkirin.


Ji bo xwendina zimanê kurdî dive hişmendiyek xwirt nava civakêde pêş bikevê, ev hişmendî sêrîde dikevê ser milê siyasetmedar, nivîskar û saziyên kurd. Bikampanyayan divê seferberiye xwendinê nava civakê de hertim hebe. Dive pirtûk û berhemên kurdî bikevin mala her kurdî de. Teybetî jibo zarok û ciwanên kurd çalekiyên xwendin û nivîsandina kurdî divê hertim hebin.


Jibo laşê mirovekî çawe xwarin û vexwarin pêdiviya jînêye, xwendin jî jibo fikr û ramanên mirov nan û ave. Îro çi pêşketinên cîhanên de çê dibin bihêza xwendin û zanistê pêş dikevin. Heya îro bitekoşînek gelek mezin gelê kurd hatiye. Ji îro û şûndejî ew tekoşîn hertim wê berdewam bikê; lê livirde divê ev tekoşîn bihêza xwendina civakê bandortir bibe. Çanda xwe, dîroka xwe û zimanê xwe bihêza xwendinê pêş bixin û civakek ji sedî sed xwenda bê afirandin. Heta ku em bibêjin jibo katkiyê (alîkarî) ez dikirim, em pêş nakevin. Dive em bibêjin jibo xwendinê, ez dikirin wî demî pêşketin wê bihêztir bibe.






Hiç yorum yok:

Yorum Gönder