31 Temmuz 2010 Cumartesi

                                     EZ ZAROKÊ XEWNÊN AZADIM



MÎRZA RONÎ

Ez zarokim, nava dilê Kolanên Cizîra xwe de. Zarokek dil tenik û dil kelogirî, zarokek wek şitla hinarê nû gihayî.

Di şevên tarî de, dibin çirisîna sterkên asîmanên welatê ronahiyê de gav bi gav berbi hembeza dayîka xweve diçim; Çûyînek kelogirî.

Biqîrînek jixewnan behitî, jinava xewa giran şiyar dibin. Û bi çavek tirsonek diya xwe digerim, dinava tariya şevê de.

Di nava tariya şevê de, zarokim; zarokek hêj lîstikên zarokatiya xwe têr nabûyî. Roj liser lîstikên me kirin ewrên reş û tarî. Ez rê hevalên lîstikên xwe digerim, digerim lê nabînim ji mij û morana liser lîstikên me. Birûskên jinava ewrên reş derketî lîstikên me diqelişînin, wek qelişîna axa tî bûyî.

Ez zarokim; zarokek nû jiber singa diya xwe bûyî. Zarokim; zarokek hêj liser şekroka girî, lê girînek bê hêstirên çavên zarokî. Şekrokên xwe dixwazim, hêj nebûyîm zilamek bê wijdan. Mafê min e, zaroktiya min. Ez ne bi we, bixwe zarokbim. Zaroktiya ez dixwazim. Lipey bafiroka xwe bibezim, nava lehîstkên xwede razim û biçîrokên dayîka xwe mezin bibim.

Zarokim; ji nalîna dayîkek birîndar û ji xewnên mirî dîtî ditirsim. Dinava tirsa şevreşkan de, bi tirsek bê zirav û bê mêrxasî dirazim, razanek kûr û têr xewn. Car caran xewnên azad dibînim, nava xewa xweyî bê mirad de. Nava xewnên xweyî azad de digerim, dinava kolanên tarî de, kolanên tênê û bê heval de sermest û azad digerim. Lêgerînek zaroktî, lêgerînek serbilind û merxasî. Dibe ku ez bibînim wê zaroktiya xweyî azad. Zaroktiya bê meznahî, zaroktiya bê tirs, zaroktiya bê kotek, zaroktiya bê girtin, zaroktiya bê kuştin. Ezê hertim zarok bim û ezê hertim zaroktiya xweyî azad bigerim. Lêgerek bê sekin. Geh di xewnan de, geh di dibin sterkên, asîmanan de û geh di nav xewn û xeyalên kûr de. Ezê lê bigerim, bê sekin û rawestan, ezê li pey bafirokên xwe bibezim, bezek azadî.

Ez azadim, ez zarokim; zarêkê xewnên azadim. Ne lêdanê dizanim, nejî girtinê. Ne şer dizanim, nejî kuştinê. A ez dizanim lehîstkên bê dawî û çîrokên dayîka minin. Bi lorîn û çîrokên dayîka xwe bûme zarok û bizimanê dayîka xwe bûme mirov.

Dayê diwan xewnên azad de, min lorînên te dibihîstin; dayê diwan xewnên tede, min çîrokên te ê liser walatê zarokên azad dibihîstin. Lê dayê jiber jana birînên şûna darên polîsan zû jixew şiyar dibûm. Ango dayê xewnên me ên azad jî diherimînin dixewa şîrîn de. Dayê ez dibejim ez zarokim, ew dibêjin na tu terorîstî, dayê ma terorîst çiye? Te qet ev peyve jimin re negotiye dayê. Te jimin re digot berxê min tu zarokî û te ez hînî zaroktiya azad dikirim dinav rêhevalên minde. Lê dayê waye dibêjin min tu û hevalên te hûn terorîstin. Ew çiye dayê, ez nizanim. Ez vê peyvê ji devê çavsorên polîs û gardiyana dibihîzîm dayê. Dema kevirê min jibo zaroktiya azad destê minde bû, ez girtim dayê. Dema ez xewnên xwe ê azad digeriyam, ez girtim dayê. Û hingî jî gotin min tu terorîstî dayê. Gelek limin dan dayê, destê min şikandin, zaroktiya min perçiqandin, bafiroka min qetandin, lehîstkên me xira kirin û em ji xewnên xweyî azad bê par kirin. Em ji nava lîstika kîvroşka girtin û me çavê xwe nava çar diwarên bê ziman de dît. Ez gelek girîm dayê, tu dixewnên min de hatî hawara min dayê. Lê dayê ez jiber qîrîna gardiyana şiyarbûm û hewara te ma nîvî dayê.

Dayê ev der qet naşibê malê dayê, ne xwarina wa xweşe, nejî ava wan. Ez nikarim rakevim jî dayê; cihê min ne xweşe û xewa min naye dayê. Livir ne ez çîrokên te dibihîzîm ne jî, germiya hembêzate de dirazim. Na dayê na evder qet ne xweşe, ez nikarim serê xwe jî bişom dayê. Kanî cara te çîrok digotin û serê min dişişt. Ax ax dayê ev ne ti cihane ku ez û hevalê xwe ketin tedê. Dayê ew gardiyanên dil kevir, dibêjin navê wê hapîsaneye. Lê dayê ez nû hînî navê wê bûm ku girtingehe. Ji dîwarên bilind û hêsinên pola hatiye çêkirin daye. Derîkek û çend şebekeyên ji hêsin hene. Ne ez dikarim rojê bibînim ne jî heyvê. Dayê wek bîra nava hewşa medeye dema te digot: tu bikevî binê bîrê tu tiştekî nabînî, evder jî wisaye dayê.

Eve ezê rakevim dayê rakevim daku ez xewna xwede azadiya xwe û hembêzatede rakevim dayê. Destê te maç dikim dayê.



Ev nivîs min jibo zarokên ku niha girtingehande ji hembêza dayîkan hatîn girtin û nava şert û mercên girande girtîne, min nivîsiye. Heta lîstik û xewnên zaroka en azad hebin ew azadin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder