31 Temmuz 2010 Cumartesi

                                             ŞOPÊN FEQIYÊ TEYRA
MÎRZA RONÎ

Di şaristaniya herema Botan de, gelek mirovên, kesayetên bi zanyar û ilimdar; li ser axa Botan jiyane. Ji van mirovên zanyar wek Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyra û Ehmedê Xanî ne. Ev zanyar û fîlozofên ziman û wejeya kurdî, gelek jiyan û serpêhatiyên wan li ser vê axa miqeddes derbas bûye. Ew dîwan û helbestên wa ji pênûsa wayî hêja hatî nivîsandin; mirov îro jî şopa wana dibînê. Teybetî jî îro gelek warên ku Feqiyê Teyra lê jiyayî û serpêhatiyên xwe têde bihurandî li herama Cizîrê hene.


Di nav gelê Cizîrê de îro jî gelek, mirovên kal û Seyda qala Feqiyê Teyra dikin. Teybetî jî çîrokên ku li ser Feqiyê Teyra hatine gotin, gelek kalên vê herema me dizanin û tînin ziman. Îro şopên ku Feqiyê Teyra ji mere hiştine Medresa wî, Mizgeft, Gûnd û deverên ku lê rûniştine û dîsa şîretkarê wî çemê Dîclê ye.

Medreseya Feqiyê Teyra:

Ev medresa Fekiyê Teyra dema mirov ji Cizîrê derdikeve nêzî 15 km. mirov ji Cizîrê dûr dikeve li ser riya Basa (gûçlukonak) li kêleka gûndê Kereşa navbera çiyayê Gabar û çemê Dîcle de hatiye avakirin. (ji ber ku heya niha ti lekolînên zanyarî lê nehatine kirin mirov nizane di kîjan demê de hatiye avakirin) Nava derdorek xwezayîde ye û rêya diçe Basa di berê derbas dibe. Ev şopa ku Feqiyê Teyra ji mere ava kirî hêj ser piyaye, lê mixabin wek her warê meyî kurdan ev medresa Feqiyê Teyra jî ji bêxweyîtî, bê parastinî dîwarên medresê gelek jî hilweşiya ye û dîwarên mayî jî li ber hilweşînê ne. Heke ku ti parastin û avakirin jêre pêk neyê heta demeke dirêj xwe li ser piya nagire û wê hilweşe xirabibe. Rewşa ku îro medrese têde tenê mezelek ji Medresê maye û diwarên hewşa Medreseyê jî rêzek jê mayê û derdora Medreseyê bûye xirbe. Rola vê Medreseyê jî wek Medreseyên din; perwerda ilmî lê tate xwendin û Fekiyê Teyran li vê Medreseyê de xwendiye û Medrese li ser navê wiye. Deme mirov şopên Fekiyê Teyran di nêrê dema mirov kûr di fikirê ew demê ku Feqiyê Teyran têde tê pêş çavên mirov û mirov xengîn dibû ji ber ku Medresa wî di vî halîdeye.

Mizgefta Feqiyê Teyra:

Dema ez li nav şopên Fekiyê Teyra digeriyam piştî ku em ji Medresa wî derketin apê ku ji gûndê kereşa jimere got ku: li nezî Medresa Feqî Mizgefta wî jî heye û li wê jî binêrin. Piştî me ev jî zanî ji ber piştrastkirina Mizgeftê em çûn ser Mizgefta wî; me dît ku rastî jî mezelek xirbe li nezî Medresa wî heye û derdora vê mezelê jî tirb bûn. Li gor kevin bûna mezelê diyar bû ku ev mizgeft jî di dema avabûna vê Medreseyê de hatiye avakirin lê wek Medreseyê ti lekolîn li vê Mizgeftê jî ne hatine kirin û ti encamên zanyarî me dest ne xistin. Lê heke mirov Medresê û Mizgeftê deynê berhev di heman demê de hatibin çêkirin mirov dikarê bi bejê ku ev Mizgeft dibê ku ya Fekiyê Teyra bê.

FINIK:

Di jiyana Fekiyê Teyra de, li gor ku tişta ji Feqî re hatî gotin; jiyana wî li derdora gûndê Finikê gelek derbas bûye. Ev gûndê Finikê jî nezî Medreseya Feqiyê Teyra ne û dîroka Finikê li gor ku çirokên ji finikêre hatin gotin avabûna wê dibe ku beriya Medreseya Feqiyê Teyra hatibê avakirin. Îro ji kavilên-xirbeyên ji bermahiyên gûnd mayîn li ser piyane. Wek Keleha Finikê û cihê gûlleyên ku dema Tîmûr de avêtine kelleha Finikê îro ji wan şopare “pençên Tîmûr” tête gotin. Wek ku me di sêrîde anî ziman ji berk u tu parastin ji van kevnareyên dîrokîre pêk ne hatiye; îro ev dîroka pîroz li ber windabûnê ne. Dema mirov kur bala xwe didê ser van kevnareyan-xirbeyan xwiya dikê ku jîna Feqiyê Teyra di derdora Finikê û li ber çemê Dîclê derbas bûye. Ango li gor çîrokên li ser Feqiyê Teyra hatin gotin ku; Feqiyê Teyra dema ku di xwest helbestên xwe bi xwenda, an jî bi nivîsan da; ji Medreseyê anjî ji Finikê derdiket û dihat aşê ku dikevê milê finikêyî rastê li ber çemê Dîclê li bin darêk tûya, dirûnişt û helbestê xwe dinivîsîn û dixwendin. Di nav gelê Cizîre de hêj ev çîrok tê gotin ku helbesta Feqiyê Teyra a bi navê “Ey Ava Av” li bin wê dara tûya, li pêşber çemê Dîclê nivîsiye. Dîsa hatiye gotin ku dema Feqiyê Teyran li wir helbest di xwendin; ava çemê Dîclê lê gûhdar dikir û di rawesta. Balkeşê dema em li ser şopên wî digeriyan devera ku tê gotin Feqî lê helbest xwendîn a naha jî ava çemê Dîclê wek rawestayî xwiya dikê. Û şopên Feqiyê Teyra wek giyan xwiya dikin li ber çavên mirov.

Çemê Dîcleyê:

Gelek çîrokên li ser Feqiyê Teyra hene û dema mirov naveroka wana dinêrê; çemê Dîclê gelek têde derbas dibê. Wek ku me anî ziman jî helbesta xwe a bi navê “Ey Ava Av” li ser ava vî çemê nivîsiye. Em dikarin bi bejin ku ev çemê ku şahidê gelek dîroka û gelek netew li ser xwere derbas kirine û ji gelek mirovên navdar re bûye helîna çîrokan. Lê teybetî şopa Feqiyê Teyra li ser vê ava çemê Dîclê xwiya dikê. Wek çîroka ku di bejin: Feqiyê Teyra di ber vê avê de çûye û ev helbesta bi navê “Ey Ava Av” xwendiye û ji avê xwestiye ku rawestê, lê avê gûh nedaye Feqiyê Teyra. Piştî ku Feqî dibînê av ne rawesta Feqî lingê xwe ji milek yê avê tavê jê milê dî û xwe têxê nav avê de û ji avê dixwazê ku rawestê. Lê av gûh nadê Feqiye Teyra û ehdan li feqî dixwînê. Piştî kku av hewl didê ku feqî nokî avê bikê Feqiye Teyra jî; qewetê ji rebê alemê dixwazê ku bikarê avê rawestînê. Feqiye Teyra di nav avê de xwe wek bend qayîm dikê û na hêlê ku av derbas bibê. Her çiqas av jê daxwaz jî dikê ku dibêjê: min berde ezê herim masiyê min man bê av ma tu ji min çi dixwazî min na bedrî. Her çiqas av hewl didê ku xwe ji Feqiye Teyra xilas bikê Feqî na berdê û dibejê ji ber dengê te gelê Cizîrê na rakevê û tû gelek dikî gûş, gûş û derbas dibî. Şertê min jî ewê ku edî bê deng derbas bibe û bila tu kes ji te aciz nebin. Piştî ku av vê şerta Feqiye Teyra qebûl dikê Feqiye Teyra jî avê hedî hedî nava lingên xwe re di berdê û çîroka wî wisa di qedê. Li gor vê çîroka ku me kurt î li navber Feqiye Teyra û ava çemê Dîcle de derbas bûyî anî ziman xwiya dikê ku jina Feqiye Teyra gelek li ber vî çemî derbas bûye.

Îro mirov Medreseya Feqiye Teyran, Mizgeft, gûnd û çemê ku şopên Feqiye Teyra lê xwiya dikin danê ber hev; mirov bi rehetî dibînê ku şopên Feqiye Teyra xwiya dikin. Ev şopên wî li benda lekolîne mane.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder