31 Temmuz 2010 Cumartesi

                                                       EXLAQÊ CIVAKÎ
MÎRZA RONÎ

Exlaq an jî bi navê xwe yê din sinc; ji mirovan re mînakek a sereke ye. Mirov di nava civakê de bê exlaq nikarî bijî. Mînakên berbiçav dema kesek di nava civakê de karekî bê exlaqî kir; wê demê ew weke xalek sor, di nava civakê de diyar dibe. Filan kes çiqas bê exlaq e û hwd.

Dema zarok ber bi mezinbûnê ve diçin êdî hedî hedî fêrî exlaqê civakê dibe. An jî mirov xwe ber bi çêbûna zarokê ango xulaqandina wê de berdê û zarokatiyê dest bigire, mirov di kesayetiya mirovan de exlaq çawa cih digire rehetir dibînê. Di her arîşeyê de destpêk gelekî girîng e.

Ji bo exlaq jî wek arîşeyan destpêka ango fêrbûna exlaq cihekî taybet e. Ji wê çendê divê mirov ji zarokatiya mirovahiyê dest bi zanîna exlaqê civakê bigire. Zarok dema ji diya xwe dixuliqe bi çavên xwe ronahiya cîhanê û dîtina diya xwe fêr dibê ango zarok dîtine, bi dîtina diya xwe dest pê dikin.

Di vir de barê mirovbûna zarokan tevan dikevê ser milê diya wan. Em ji exlaq dest pê bikin heta afirîneriya her tiştî mirov destpêkê ji diya xwe fêr dibe. Mînaka herî xweş jî ziman e. Çawa ku dayik bi kedeke mezin dergûşa xwe hînî zimanê xwe dike heman rêbazî zaroka xwe hînî her tiştî dikin.

Dema bav gazî zaroka xwe dike zêde ber bi bavê xwe de naçe. Lê dema dayik gazî zaroka xwe dike bi lez ber bi diya xwe de diçe. Ev nîşaneya têkiliya zarok û dayikê ye. Di destpêkê de zarok exlaqê dayika xwe û malbata xwe fêr dibe. Dûvretir derdikevê derve û fêrî exlaqê heval û cîranê xwe dibe.

Dema di nava heval û hogirê xwe de ye hêdî hêdî fêrî exlaqê civakê dibe, ev exlaq ji ber ku ne dûrî exlaqê malbata wî ye zû fêrî exlaqê derve dibe û dikeve nava exlaqê civakê. Bi vê naskirina exlaq re mirov fêrî naskirina exlaqê civakê dibe. Exlaqê civakê li ser hîmê malbatên wê civakê têne avakirin.

Weke ku mirov avahiyekê bifikire hîmê avahiyê divê qayîm be, heke ku hîm ne qayîm be wê demê hilweşîna wê avahiyê hêsan e; lê heke ku te hîmê wê qayîm be xirabûna wê zehmet e. Di warê exlaqê civakê de jî hîmê paqij divê berbiçav bê girtin. Ev paqijî divê ji nava malbatê derkeve.

Heke ku bê xwestin exlaqê civakê bê parastin divê hîmê exlaqê civakê baş bê parastin. Di rewşa sedsalên zanistê de; an jî sedsala bîst û yekemîn de. Êdî parastina exlaqê civakî de astengî zêde bûne.

Taybetî derketina kompîturê re pêşketinên zanistî û pêdiviyên civakî hatine guhartin û êdî her tişt ber bi guherînê ve diçe. Di vê rewşê de serî girtina exlaqê civakî hinekî ji dest tê derketin. Bi zêdebûna bajarvaniyê re êdî mirovatî ji komunaliyê ber bi şikle globalîzekirinê de hatiye.

Taybetî serdestbûyîna hin civakan û bindestmayîna hin civakan rewşa çandî û exlaqî baştir dide kifşkirin. Civaka serdest li ser civaka bindest her tim pergala xwe ya serdestî li ser a bindest ferz dike; di nav vê pergalê de armanc pişaftina çand, ziman û exlaqê civaka bindest e.

Dema ji bo xwe parastinê hewldan ji hêla civaka bindest ve dest pê neke wê demê piştî çend salan taybetî ciwanên civaka bindest dikevin nava xefka çanda serdest de û êdî hêdî hêdî exlaqê civakê tê guhertin.

Destpêka guhertin an jî pişaftina civakê bi perwerdeya pergala serdestan dest pê dike. Weke ku me gotinên xwe yên pêşde anî ziman her tişt di hîmê xwe de qayîm e.

Pergala serdestê civaka bindest jî; hîmê civakê ango zarokan dest xwe digire û perwerdeya wan li ser xwe ferz dike. Dema rewş li hemberî pergala wan meşî êdî li gorî exlaq û xwesteka xwe ya çanda xwe pergalek a pişaftin û tune hesibandina bindestê xwe ferz dikin. Dîsa di warê dîtbarî de, beriya teleziyonên xwe exlaqê serdestiya xwe li nav civaka bindest belav dikin.

Bi fîlmên çanda xwe û rêzefîlmen xwe her roj di nava malbatên bindestê xwe de exlaqê xwe û çanda xwe li ser civakê ferz dikin.

Gelek fîlman ji bo ku ciwan ji exlaqê civaka xwe derkevin diweşînin û bi wê weşana fîlmên xirab an jî em nav lê bikin fîlmên erotîzmî ciwana dikişînin nava pergala xwe ya kapîtalist. Civakên ketin nava pergala pişaftinê divê hîmê exlaqê civaka xwe tu carî ji dest bernede û her tim rêxistina exlaqê civaka xwe biparêze. Ji bo parastina exlaqê civakî hişmendiya exlaq gelekî girîng e.

Malbat divê serdestî exlaqê mala xwe be, da ku zarokên xwe bi destê pergala pişaftinê ve bernedin. Dema hişmendiya parasina exlaqê malbatê serdest be, wê demê zû bi zû hîmê exlaqê civakê wê qayîm be û nayê guhertin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder