11 Ağustos 2010 Çarşamba

HÊZA ZIMAN Û XWESERIYA CIVAKA KURD

MÎRZA RONÎ


Ziman hîmê hebûna mirove. Xwiliqandina civakê bi zimanê mirovahiyê hatiyê sazkirin. Parastina zimanê mirov, jibo civakek pakij û çandî li ser her mirovî ferze. Ji komên dema qirnên ‘‘neolotîk’’ em bigirin heta şaristanîyên qirnên îroyîn, ziman pira netewbûyînê liser milê xwe bilind kiriyê. Parastina vê pira bingehîn jibo mirov û civaka mirov divê di asta herî jor bête dîtin.

Heke ku em liser girîngiya ziman bisekinin, mirov dikare bi yek gotinê bibêjê ku ziman dermanê her tiştiyê. Ji van tişta, tişta herî berbiçav çeka parastina hebûna mirove. Kifşkirina hebûna mirov di felsefeya ziman de veşartiye. Felsefeya hebûnê di felsefeya zinande veşartiyê. Hêza felsefeya zimanê mirov liser hemû têgehên mirovahiyê dikevê. Heke mirov hûr, hûr liser mirovahiyê bisekinê; mirov dibînê ku, mirov çawe berbi civakbûnêve hatiyê û di encamê de cîhanek ji civakan hatiye avakirin. Dinava her civakê de jî çêka herî pê hatî parastin û hebûna xwe pê domandî zimanê wî ye. ji nava mirov û civakên cihanê de yek ji mirovên kurd û civaka ‘’kurd’’ e. Civaka kurd jî dîroka civakbûn û hebûna xwe bi zimanê xwe parastiyê û heta roja meyî îro aniyê. Her çiqas dara civaka kurd; ji hêla despot û xwidawendiya maskeyî ve xwestibin bi biviran bi birin jî, tu caran dara qedîm rayên xwe ji axa pîroz qût nekiriyê. Di vir de divê em bi zanibin dar û daristan bêyî ‘ave’ nikarê dinava xwezayê de şîn û jîn bimînê. Ango arîşeya (madde) ku civakê ‘av’ dide jî zimanê wê civakêye. Civak bê ziman jîn nade. Civak bê ziman azad jî nabe.

Civaka kurd ji destpêka dîroka xwe heta îro gelek dem û dewran dîtiye. Gelek caran mal û halê civaka kurd hatiye talankirin û werankirin, gelek caran gûr ketiyê nava civaka kurd de. Gelek caran civaka kurd hatiyê xapandin. Gelek caran civaka kurd di nava dîrokê de nok bûye. Lê; lê a herî pîroz civaka kurd tu caran rayê xwe ê esas û bingehîn ango zimanê xwe ji dest nedaye. Di nava herîkîna dîroka xêlet de, zimanê kurdî hertin tekoşîna hebûna xwe meşandiye. Heta roja me a îroyîn hebûna civaka kurd bi zimanê wî hatiyê serbilindkirin.

Di roja me a îroyînde, civaka kurd gihiştiyê astek pîroz. Bi kedên gelek giranbûha hebûna xwe aniyê ber devê civakbûna azad. Jibo civakbûna azad, jibo parastina çandî, parastina dîrokê, parastina fizîkî û berî her tiştî jibo parastina çeka (ziman) xwe dive; erka herî pêwîst, erka parastina zimanê wî be.

Ziman û Xweseriya Azad

Vaye hêz û tevgera civaka kurd, jibo xwe revevirinê pergalek xweser, ango pergala xweseriya demokratîk bi analîzên zanistî danî ber pergala navendîparêz. Jibo civaka kurdan û gelên dinava tirki de dijîn ev pergala xweseriyê erka demokrasiya tirkiyê digirê ser milê xwe û dikarê liser milê xwe bigirêjî.

Di vê pergala xweseriyê de her mirov dikevê bin banê parastina hebûna xwe û civaka xwe de. Jibo pergalek demokratîk, jibo rêvebirinek demokratîk û azad xweseriya demokratîk li hember pergala netew dewlet, pergalek a demokrasiyê ye. Têgeha netew dewlet, dinava pirsgirêkên civakan de êdî hilweşiyaye û nikarê erka demokrasiyê ragirê. Jibo çareserkirina pirsgirêkên civakî li hember têgeha netew dewlet, divê têgeha xweseriya demokratîk di hemû zîhniyetan de cih bigirê.

Her çiqas di avabûna komara tirkî de, sêrîde modela xweseriyê jibo kurdan hatibê xwestin jî, lê tu caran hebûna civaka kurd di nava komara tirkî de cih negirtiye. Ji roja avabûna komarê heta îro pirsgirêka gelê kurd, zindîtiya xwe ji nav pergala rêveberiya komara tirkîde dernexistiyê. Çiqas bi têzên ku hebûna kurd înkar dikirin jî tu carî zihniyeta înkarê ser neketiye. Tevgera gelê kurd serê xwe jinava çanda înkarê derxistiye û hebûna ‘kurd’a di nava têgehên zanistî de cih kiriye. Bi tekoşîna tevgera gelê kurd wek gotina ku ‘‘mirî ji erdê rabû’’ gelê kurd jî ji mirinê berbi zîndibûna civaka gelê kurd ve rabû. Tevgera gelê kurd hertim jibo afirandina civakek azad di nava lêgerînên exlaqî de maye. Gihiştina merheleya îro jî, dîsa tevgera gelê kurd bi dînamîkên xwe ên ji nava gel digirê û jibo azadîbûnek exlaqî xwe jibo demokrasiya tirkiye nûvejen dike. Jibo afirandina pengava nû, ligor rewşa tirkiye analîzên exlaqî tevgeriyayê û di encama pengava nû de, jibo komara tirkiye, komara demokratîk û jibo pergala civakê jî pergala xweseriya demokratîk derketiye holê.

Ligor pergala ‘xwe-seriya’ demokratîk, wek ku di kîteya peyvê de jî tê destnîşankirin ku rêveberiya ‘‘xwe bi xwe’’ ye. pergala netew dewlet heta niha bi yek netewî, xwe li navenda rêvebirina komarê cih kiribû. Jibo wek heviya gelên dinava komarê de dijîn berevajî çareserkirina pirsgirêkan, ji pirsgirêkan re dibûn pirsgirêk. Jibo aramî, wekhevî û azadiya gelên di bin banê komara tirkide dijîn pergala komara demokratîk riya demokrasiya dinavber gelandeye.

Jibo gelê kurd lê xwedî derketina vê pengava nû ango berbi xweseriya demokratîk ve çûyîn wek nan û av ferzê. Jibo cihkirina vê pergalê dinava herema de her mirovê kurd erka xwedî lê derketinê bînê cih. Jibo fêmkirina wê bikevê nava hewldana de û pergalê demek zû bidê rûniştandin. Xwe bi xwe rêvebirin gavek exlaqiye û jibo civaka kurd pergala hebûna xwebûnêye. Lê çeka xweseriyê berbi serfiraziyê de bibe, bê goman çeka ‘‘zimanê kurdî’’ ye. Jibo xweseriyek azad, zimanek azad pêwîstiya exlaqiya civakêye. Ji mirovek kurd em bigirin heta kesen di asta rêveberiyê de, dive berî her tiştî axaftin û azadiya zimanê kurdî pêk bîne. Bila gevên herî piçûk jî bin bes dive kurdî berî hemû xala bête cih. Heke ku em xweseriya demokratîk venegûherînin qada azadiya zimanê kurdî, wî demê emê di nava xelatiyande lidor xwe bi zivirin. Ji fêmkirina vê pergalê heta pîrozkirina wê û heta berbi pêk anîna vê pergala xweseriya demokratîk dive zimanê kurdî bê karanîn. Jibo ku reng û felsefeya zimanê kurdî dikarê pergala xweseriyê demek kurd de li tevayê pergalan bide qebûlkirin. Wê rojê li saziyek me, min panqarta jibo pîrozkirina xweseriya demokratîk bi zimanê tirkî dît. Gelo divir de nakokiya derdikevê holê ne xwedî mafe. Ango em xwe-seriya demokratîk dixwazin lê em bi tirkî pîroz bikin. Dema xwe bi xwe derket holê bu xweserî û dema mafê xwebûnî derdikevê ango di xwebûnê de zimana mirov heye. Heke ku ew xwebûnî azad nebê xweserî jî azad nebe. ji îro pêde ji bingeha civakê em bigirin heta serê civakê dive jiyan bi kurdî bête xemilandin. ji karê şaredariya em bigirin heta karê meclîsa divê zimanê kara civakî kurdî bê kirin.

Di dawiya nivîsa xwe de ez dixwazim mînakek piçûk nivîsa xwe encam bikim. Wê rojê ez li malim û min dengê ku ji hoparlorên şaredariyê dîrekan ve jibo agahiyan cih kirîn seh kir. Agahiya kesekî ku çûyî rehmetê bi zimanê tirkî li gelê Cizîre dida zanîn. Ê dema ziman tirkî bê dayîk/pîrek fêm nakin. Diyamin got ‘‘ev çi denge’’ jinbiramin lê vegeran got ‘‘bawere behsa biskilêtan dike’’ di vê çîrokê de elbet kenê mirov tê. lê divê êdî her tiştî em ‘xwe’bûnêde fêm bikin, paş gûh û ser gûh re avêtina heta niha me dikir, em gelek eşandin. Divê tenê ne bangewaziyek ji rêvebirina xwe em bigirin, heta zimanê siyaseta xwe û pergala pewerda xwe em bi zimanê ‘‘xwe’’ bikin. ‘‘zimanê azad, xweseriya azad’’

6 Ağustos 2010 Cuma

MÊZÎNA DEMOKRASIYÊ

Mîrza RONÎ

Mêzîn û demokrasî; du nav anjî du têgehîn yekbûyîne. Di pîvanên demokrasiyê de heke ku mirov dadmendiya mêzînê lipêş çavê xwe ne girê wî demî demokrasî/demokratî erka xwe pêk naînê. Çi mafê û keda jibo mirovahiyê di nava mirov û civakî de hatî parvekirin divê ligor yek mêzînê hatibin parvekrin. Heke dadmendiya mêzînê dinava mirovahî û civakan de; xelet werê karanîn/parvekirin; wî demî demokrasî û mêzîn jî ji holê radike. Maf û keda mirovan û civaka jî dikevê destê qiralparêz û despotîzimê de.

Mêzîn min cara êwil dema jiyana min ligûnd derbas dibû min dît. Wî demî ataran jibo pêdiviyên gûndiyan cih bînin, ji bajaran xir û mir, fêkî û zad jibo firotinê tanîn gûnda. Wî demî kesê ku fêkî ji atar dikirî, atar fêkî datanî ser mêzîna xwe û li gor daxwaza kirînê dikişand. Kêloyek an ji du kêlo bi mêzîna xwe dikişand. Dema kêloyek datanî rexek mêzînêde rexa dî jî, fêkî têxistiyê; heta ku herdu rexên mêzînê wek hev li ne hatiba, kesê bikir qebûl nedikir. Ango diviyabû kêlo û fêkî wek hev lê bihatana. Ji vê çîroka mêzîn û têkiliya bazirganiyêde tişta ku min fêm kirî wekhêvî û parvekirina ligor xwesteka mirovahiyê bû. Di virde heke ku atar ne ligor dadmendiya mêzînê tevbigera wî demî; bikir jî wê nerazîbûn nîşan bidana. Jibo maf standinê dive hertim wekheviya mêzînê berbiçav bê dîtin. Dema yek ji yekê zêde derdikevê, divê bête zanîn ku kedxwarî liwir de heye. Mêzîn hertim dadxwazê lê kesê ku mêzînê kar tînin divê ew jî dadxwaz be. Heke kesê ku mêzîn di destande ne dadxwaz be wî demî têgeha demokrasiyê ji holê radibê.

Di cihanê de bi milyonan mirov tevlîhevbûye û her civak ligor reng, çanda û dîroka xwe jiyana xwe didomîne. Ligor vê çîroka me li jor anî ziman îro di nava hin civakande qet dadwerî ne ligor pîvanên mêzînê pêk tên. Demokrasiya ku tê kal kirin qet ne ligor xwestekên atar û bikirane. Em îro mînaka civakên tevlîhev bûyî ji Tirkiyê bidin rewşa demokrasî û mêzîna di nava civakan de rehetî derdikevê ber çavan. Li vî welatî gelê Kurd, Tirk, Ereb, Suryanî, Ermenî û hwd. Gelek mirov, civak û netew di nava pergala komara Tirkiyê de dijîn. Her gel li gor baweriya xwe, çanda xwe, zimanê xwe û dîroka xwe; liser erdnigariya herem û bajarên xwe dijîn. Lê mixabin dema demezrandina komarê em bigirin dest heta niha mafê gelan û mirovên ne ji qewmê tirka bê; jiderveyî mêzînê hatine hiştin. Çi maf, qanûn, zagonên heyî ligor xwe di mêzînêde cih kirine. Ango mafê netewa tirka; di rexekê mêzînêde hiştine mafên gelên dî di rexekîde; çi maf, qanûn, zagonên heyî ligor dilê xwe diwî rexê xwede bicih kirine heta ku rexê wa liser rexê gelên ne ji qewmê wa bilind bûyî û bilindbûnek gelek kifş. Kesê ku dema ev mêzin jibo mafê gelan xistî destê xwe çi mafê heyî ligor xwe ne ligor dadweriya mêzînê cih kiriye. Û a herî nexweş li Tirkiye remza/logoya wezareta dadê û dadgehan mêzîne. Her roj ew mêzîn lipêş çavê dadger û dadxwazane; lê mixabin çiqas liser dîwaran û pirtûkên zagona ew mêzîn rast xwiya bikê jî, xwarbûna mêzînê êdî gelek ne maye liser rexêdî de bi qûlibê û wê mêzîn xira bibe.

Herî dawî divan rojevên dawî de, li Tirkî gelek tegeha demokrasiyê tê karanîn. Çi kesê rasibê dibêjê ezê pergala demokrasiyê bicih bikim û biratiya gelan pêk bînim. Lê gelo ma ew kesên wisa dikin qîr û xwe di çirînin (akp, chp, mhp) ma qey wê mêzîna xwar nabînin gelo. Heta ku ew mêzin rast nebe, heta ku jibo gelên dibin pergala komara Tirkî de dijîn mafê wa wek hev nebê û ti cûdahî di navber gelande ne mînê; ma wê çawe bikarin qala demokrasiyê bikin û pêk bînin li Tirkiye de.

Jibo wekhevkirina herdu rexên mezînê divê mafê gelan wek hev di mêzîna zagona bingehîn de bên cihkirin. Berî her tiştî dive yek, yek û yekyekî ji zagona bingehîn bê gûhartin; maf û hebûna gelên cûda bê dîtin. Xwestêk, bawerî, çand, ziman û dîroka gelan li ber çava bê dîtin û ligor rastbûna herdu rexê mêzînê tevbigerin. Heke ku hebûn, bawerî, çand, ziman û dîroka gelan liber çava newê girtin tenê pergala yek, yek yekî bê; wî demî ne mêzîn ne jî demokrasî dinava pergalan de na mînê.

Îro linav komara Tirkî de gelê Kurd yek jî ji gelê herî qedîm û xwedî dîroke. Liser erdnigariya xwe bi hezar salane dijî, dinav çanda xwede bi hezar salane dijî, bi zimanê xwe bi hezar salane diaxivê û pê dijî. Lê mixabin ji destpêka damezrandina komara tirkiye em bigirin heta îro ev qedîmî û hebûna gelê kurd qet ne hatiye dîtin û zagon û pergala yek yekî de qet xwiya nakê. Ê heke ku qala demokrasiyê îro li Tirkiye tê kirin û mêzînê têxin destê xwede. Divê berî hertiştî xwarbûna mêzînê rast bikin û hebûna gelê kurd, zimanê gelê kurd, çanda gelê kurd di zagona bingehîn de cih bikin û ji nûde qala demokrasiyê bikin. Wî demî pergala yek, yek, yekî wê di nava dîrokê de bimînê û komara demokratîk wê jibo gelan ava bibe.

Yekem car mêzîn di serdema Misriyan de hatiye dîtin (berî î.3500). wî demî ji jibo kişandina wek heviyê kar anîne. Di nava qanûnên Hammurabî (berî î. 1792–1750) de jî; qala pîvanên mêzînan tê kirin. Di dîrokê dejî; nava hemû şaristaniyan de mêzin amûr an jî têgeheka berbiçave, ji maf û wekheviyê re. Lê karanîna mêzînê heke ku dikevê destê mirovên nêtpîs de wî demî mêzînê xêlet kar tînin û her tiştî jibo xwe dibînin û dikêşin.