31 Temmuz 2010 Cumartesi

                                                       EXLAQÊ CIVAKÎ
MÎRZA RONÎ

Exlaq an jî bi navê xwe yê din sinc; ji mirovan re mînakek a sereke ye. Mirov di nava civakê de bê exlaq nikarî bijî. Mînakên berbiçav dema kesek di nava civakê de karekî bê exlaqî kir; wê demê ew weke xalek sor, di nava civakê de diyar dibe. Filan kes çiqas bê exlaq e û hwd.

Dema zarok ber bi mezinbûnê ve diçin êdî hedî hedî fêrî exlaqê civakê dibe. An jî mirov xwe ber bi çêbûna zarokê ango xulaqandina wê de berdê û zarokatiyê dest bigire, mirov di kesayetiya mirovan de exlaq çawa cih digire rehetir dibînê. Di her arîşeyê de destpêk gelekî girîng e.

Ji bo exlaq jî wek arîşeyan destpêka ango fêrbûna exlaq cihekî taybet e. Ji wê çendê divê mirov ji zarokatiya mirovahiyê dest bi zanîna exlaqê civakê bigire. Zarok dema ji diya xwe dixuliqe bi çavên xwe ronahiya cîhanê û dîtina diya xwe fêr dibê ango zarok dîtine, bi dîtina diya xwe dest pê dikin.

Di vir de barê mirovbûna zarokan tevan dikevê ser milê diya wan. Em ji exlaq dest pê bikin heta afirîneriya her tiştî mirov destpêkê ji diya xwe fêr dibe. Mînaka herî xweş jî ziman e. Çawa ku dayik bi kedeke mezin dergûşa xwe hînî zimanê xwe dike heman rêbazî zaroka xwe hînî her tiştî dikin.

Dema bav gazî zaroka xwe dike zêde ber bi bavê xwe de naçe. Lê dema dayik gazî zaroka xwe dike bi lez ber bi diya xwe de diçe. Ev nîşaneya têkiliya zarok û dayikê ye. Di destpêkê de zarok exlaqê dayika xwe û malbata xwe fêr dibe. Dûvretir derdikevê derve û fêrî exlaqê heval û cîranê xwe dibe.

Dema di nava heval û hogirê xwe de ye hêdî hêdî fêrî exlaqê civakê dibe, ev exlaq ji ber ku ne dûrî exlaqê malbata wî ye zû fêrî exlaqê derve dibe û dikeve nava exlaqê civakê. Bi vê naskirina exlaq re mirov fêrî naskirina exlaqê civakê dibe. Exlaqê civakê li ser hîmê malbatên wê civakê têne avakirin.

Weke ku mirov avahiyekê bifikire hîmê avahiyê divê qayîm be, heke ku hîm ne qayîm be wê demê hilweşîna wê avahiyê hêsan e; lê heke ku te hîmê wê qayîm be xirabûna wê zehmet e. Di warê exlaqê civakê de jî hîmê paqij divê berbiçav bê girtin. Ev paqijî divê ji nava malbatê derkeve.

Heke ku bê xwestin exlaqê civakê bê parastin divê hîmê exlaqê civakê baş bê parastin. Di rewşa sedsalên zanistê de; an jî sedsala bîst û yekemîn de. Êdî parastina exlaqê civakî de astengî zêde bûne.

Taybetî derketina kompîturê re pêşketinên zanistî û pêdiviyên civakî hatine guhartin û êdî her tişt ber bi guherînê ve diçe. Di vê rewşê de serî girtina exlaqê civakî hinekî ji dest tê derketin. Bi zêdebûna bajarvaniyê re êdî mirovatî ji komunaliyê ber bi şikle globalîzekirinê de hatiye.

Taybetî serdestbûyîna hin civakan û bindestmayîna hin civakan rewşa çandî û exlaqî baştir dide kifşkirin. Civaka serdest li ser civaka bindest her tim pergala xwe ya serdestî li ser a bindest ferz dike; di nav vê pergalê de armanc pişaftina çand, ziman û exlaqê civaka bindest e.

Dema ji bo xwe parastinê hewldan ji hêla civaka bindest ve dest pê neke wê demê piştî çend salan taybetî ciwanên civaka bindest dikevin nava xefka çanda serdest de û êdî hêdî hêdî exlaqê civakê tê guhertin.

Destpêka guhertin an jî pişaftina civakê bi perwerdeya pergala serdestan dest pê dike. Weke ku me gotinên xwe yên pêşde anî ziman her tişt di hîmê xwe de qayîm e.

Pergala serdestê civaka bindest jî; hîmê civakê ango zarokan dest xwe digire û perwerdeya wan li ser xwe ferz dike. Dema rewş li hemberî pergala wan meşî êdî li gorî exlaq û xwesteka xwe ya çanda xwe pergalek a pişaftin û tune hesibandina bindestê xwe ferz dikin. Dîsa di warê dîtbarî de, beriya teleziyonên xwe exlaqê serdestiya xwe li nav civaka bindest belav dikin.

Bi fîlmên çanda xwe û rêzefîlmen xwe her roj di nava malbatên bindestê xwe de exlaqê xwe û çanda xwe li ser civakê ferz dikin.

Gelek fîlman ji bo ku ciwan ji exlaqê civaka xwe derkevin diweşînin û bi wê weşana fîlmên xirab an jî em nav lê bikin fîlmên erotîzmî ciwana dikişînin nava pergala xwe ya kapîtalist. Civakên ketin nava pergala pişaftinê divê hîmê exlaqê civaka xwe tu carî ji dest bernede û her tim rêxistina exlaqê civaka xwe biparêze. Ji bo parastina exlaqê civakî hişmendiya exlaq gelekî girîng e.

Malbat divê serdestî exlaqê mala xwe be, da ku zarokên xwe bi destê pergala pişaftinê ve bernedin. Dema hişmendiya parasina exlaqê malbatê serdest be, wê demê zû bi zû hîmê exlaqê civakê wê qayîm be û nayê guhertin.
                                                HÊVIYÊN BÊ HIŞ.


MÎRZA RONÎ

Hêviyên min wek xezala çavbelekbû, dinava çiyayên Botanê de dibezîn. Car caran liser latan, carna liser zinaran û carcaran jî liber kaniyan av cemidî dibezîn. Lê hêviyên min hûn ne tenê bûn. Hûn komek hevalhêvîbûn. We mil bimil, jîn bijîn dibeziyan çiya biçiya. Carna nava şevên giran de, carna nava dîlanên bê serî de. Carna liber stranên şevbiherkande. A xweş hêviyên min hûn di dilê welatê xwede, wek tovê nêrgiza şîndayî bûn.


Belê hêviyên min hûn îro rawestiyane, dinava vî serê min î bê hişde. Ne ez we nas dikim ne jî hûn min nas dikin. Tenê yek hêvî maye zindî ew jî azadî û azadiye. Carna şevên girande biqîrînek xewrevok, ez dihilçenim jinav xewnên bihêvî. Lê dema ez şiyar dibim dîsa tu bêhiş dibî. Ez dîsa xwe nav şeva tarîde dirêj dikim da ku ez we xewnên xwede zindî bikim hêviyên min. Ez dizanim roja min hûn bêhiş kirîn, tenê hûn serê min î teqîn dîtîde bê hiş man. Te dinava dilê rêhevalên hêviyên minde hûn zindî man hêviyên min. Ew roja we hêviyên nîvîde mayî dîtîn hûn jî ketin nava bê hişiyêde. Lê bê hişiya bi hêvî vaye tu zindî dibî. Ew xewstekên we digot, emê êdî ne hêlin welatê min bigiriya zaroka binalê, emê êdî ne hêlin qîzê welatê min bê dîlan bimênin. Û emê êdî ne hêlin kûlîlk û nêrgizên te bi çimlisin. Emê êdî ne hêlin hêviyên azad bê hiş bibin.


Ev nivîs min jibo birayê xwe ‘‘Hacî-Dewran’’ nivîsiye.
            
(31.05.2010)
                                     EZ ZAROKÊ XEWNÊN AZADIM



MÎRZA RONÎ

Ez zarokim, nava dilê Kolanên Cizîra xwe de. Zarokek dil tenik û dil kelogirî, zarokek wek şitla hinarê nû gihayî.

Di şevên tarî de, dibin çirisîna sterkên asîmanên welatê ronahiyê de gav bi gav berbi hembeza dayîka xweve diçim; Çûyînek kelogirî.

Biqîrînek jixewnan behitî, jinava xewa giran şiyar dibin. Û bi çavek tirsonek diya xwe digerim, dinava tariya şevê de.

Di nava tariya şevê de, zarokim; zarokek hêj lîstikên zarokatiya xwe têr nabûyî. Roj liser lîstikên me kirin ewrên reş û tarî. Ez rê hevalên lîstikên xwe digerim, digerim lê nabînim ji mij û morana liser lîstikên me. Birûskên jinava ewrên reş derketî lîstikên me diqelişînin, wek qelişîna axa tî bûyî.

Ez zarokim; zarokek nû jiber singa diya xwe bûyî. Zarokim; zarokek hêj liser şekroka girî, lê girînek bê hêstirên çavên zarokî. Şekrokên xwe dixwazim, hêj nebûyîm zilamek bê wijdan. Mafê min e, zaroktiya min. Ez ne bi we, bixwe zarokbim. Zaroktiya ez dixwazim. Lipey bafiroka xwe bibezim, nava lehîstkên xwede razim û biçîrokên dayîka xwe mezin bibim.

Zarokim; ji nalîna dayîkek birîndar û ji xewnên mirî dîtî ditirsim. Dinava tirsa şevreşkan de, bi tirsek bê zirav û bê mêrxasî dirazim, razanek kûr û têr xewn. Car caran xewnên azad dibînim, nava xewa xweyî bê mirad de. Nava xewnên xweyî azad de digerim, dinava kolanên tarî de, kolanên tênê û bê heval de sermest û azad digerim. Lêgerînek zaroktî, lêgerînek serbilind û merxasî. Dibe ku ez bibînim wê zaroktiya xweyî azad. Zaroktiya bê meznahî, zaroktiya bê tirs, zaroktiya bê kotek, zaroktiya bê girtin, zaroktiya bê kuştin. Ezê hertim zarok bim û ezê hertim zaroktiya xweyî azad bigerim. Lêgerek bê sekin. Geh di xewnan de, geh di dibin sterkên, asîmanan de û geh di nav xewn û xeyalên kûr de. Ezê lê bigerim, bê sekin û rawestan, ezê li pey bafirokên xwe bibezim, bezek azadî.

Ez azadim, ez zarokim; zarêkê xewnên azadim. Ne lêdanê dizanim, nejî girtinê. Ne şer dizanim, nejî kuştinê. A ez dizanim lehîstkên bê dawî û çîrokên dayîka minin. Bi lorîn û çîrokên dayîka xwe bûme zarok û bizimanê dayîka xwe bûme mirov.

Dayê diwan xewnên azad de, min lorînên te dibihîstin; dayê diwan xewnên tede, min çîrokên te ê liser walatê zarokên azad dibihîstin. Lê dayê jiber jana birînên şûna darên polîsan zû jixew şiyar dibûm. Ango dayê xewnên me ên azad jî diherimînin dixewa şîrîn de. Dayê ez dibejim ez zarokim, ew dibêjin na tu terorîstî, dayê ma terorîst çiye? Te qet ev peyve jimin re negotiye dayê. Te jimin re digot berxê min tu zarokî û te ez hînî zaroktiya azad dikirim dinav rêhevalên minde. Lê dayê waye dibêjin min tu û hevalên te hûn terorîstin. Ew çiye dayê, ez nizanim. Ez vê peyvê ji devê çavsorên polîs û gardiyana dibihîzîm dayê. Dema kevirê min jibo zaroktiya azad destê minde bû, ez girtim dayê. Dema ez xewnên xwe ê azad digeriyam, ez girtim dayê. Û hingî jî gotin min tu terorîstî dayê. Gelek limin dan dayê, destê min şikandin, zaroktiya min perçiqandin, bafiroka min qetandin, lehîstkên me xira kirin û em ji xewnên xweyî azad bê par kirin. Em ji nava lîstika kîvroşka girtin û me çavê xwe nava çar diwarên bê ziman de dît. Ez gelek girîm dayê, tu dixewnên min de hatî hawara min dayê. Lê dayê ez jiber qîrîna gardiyana şiyarbûm û hewara te ma nîvî dayê.

Dayê ev der qet naşibê malê dayê, ne xwarina wa xweşe, nejî ava wan. Ez nikarim rakevim jî dayê; cihê min ne xweşe û xewa min naye dayê. Livir ne ez çîrokên te dibihîzîm ne jî, germiya hembêzate de dirazim. Na dayê na evder qet ne xweşe, ez nikarim serê xwe jî bişom dayê. Kanî cara te çîrok digotin û serê min dişişt. Ax ax dayê ev ne ti cihane ku ez û hevalê xwe ketin tedê. Dayê ew gardiyanên dil kevir, dibêjin navê wê hapîsaneye. Lê dayê ez nû hînî navê wê bûm ku girtingehe. Ji dîwarên bilind û hêsinên pola hatiye çêkirin daye. Derîkek û çend şebekeyên ji hêsin hene. Ne ez dikarim rojê bibînim ne jî heyvê. Dayê wek bîra nava hewşa medeye dema te digot: tu bikevî binê bîrê tu tiştekî nabînî, evder jî wisaye dayê.

Eve ezê rakevim dayê rakevim daku ez xewna xwede azadiya xwe û hembêzatede rakevim dayê. Destê te maç dikim dayê.



Ev nivîs min jibo zarokên ku niha girtingehande ji hembêza dayîkan hatîn girtin û nava şert û mercên girande girtîne, min nivîsiye. Heta lîstik û xewnên zaroka en azad hebin ew azadin.
                                               MEZRABOTAN


MÎRZA RONÎ

Mezrabotan; di dîroka kevin em bigirin heta dîroka navîn, hertim ji mirovahiyê re erka ronakbîriya mirovahiyê girtiye ser milê xwe. Ji kedîkirina heywananan em biririn heta çandiniyê û ji avakirina xaniya em bigirin heta bajarvaniyê; gelên nava dilê Mezrabotande hertim bi afirîneriya xwe, nava dîrokê de cihê xwe girtine. Yekem car dîtina nivîsê li ser vê axa pîroz peyda bûye. Yekem car dibistanên perwerdê dîsa liser axa Mezrabotan hatiya avakirin. Xwediyê dîroka mirovahiyê ya yekemîn em dikarin dilek rehet bibêjin Mezrabotan e. Lê… lê a herî nexweş ewe ku, çi dagirkerên ser vê axê de girtîn û talan kirîn bi talankirinê re dîroka qedîm jî libin simê hespên xwede perçiqandine. Çi warê hatîn xira kirin, bixwere dîrokek jî binax kiriye. Wek a niha gûndên me en ne libin simê hespan de, lê libin zincîrên topan de, hatîn xirakirin, dîsa bixwere jiyanek kurdewar, xwezak komînal û dîrokek xira kirine. Ji dîroka kevin heta niha axa Mezrabotan xwe ji dagirkeriya gelên talanker rizgar nekiriye. Jiberê de, heta roja îro, talan û dagirkerî ji axa Mezrabotan xilas nebûye. Gelê qedîm î maldarê axa Mezrabotan kurdin û dagirkeriya herî mezin ser serê kurdan de hatiye.

Gelo çima wêranî û dagirkerî liser axa Mezrabotan pêk hat? Çima êrîşên talanî ser kurdan de hatin? Çima heta niha ev êrîşên dagirkerî berdewamin? Bersivandina van pirsan ez dibêm qey berbiçave. Em du dehlên(bahçe) têr fêkî bifikirin; fêkiyê dehlekî xweşe û a dehla dî ne xweşe. Xwediyê dehla fêkî xweş gelek kedek mezin û zehmet pêve dîtiyê. Lê xwediyê dehla fêkî ne xweş tu ked û zehmetî nedaye dehla xwe. Çi kesê liber van dehlare derbas dibê, diçe fêkiyê dehla xweş dixwê û a dehla nexweş na xwe. Bivî awayî dizî, talan û êrîşên wêrankar liser dehla xweşde diçin û dehlê zuwa dikin. Lê dehla nexweş wek xwe dimînê. Jiber ku ti sûd û tehm jifêkiyê wî nedihat, kesî ê wî nedixwarin.

Bi vê şîroveya me anîziman kifş dike ku, Mezrabotan xwediyê dehla fêkî xweşe. Xwediyê vê dehlê jî civaka kurde. Fîkiyê herî xweş civaka kurd xwedî dike. Fêkiyê herî xweş nava axa kurdande digihê.

Çine ev fêkiyên nava bexçeyê axa Mezrabotan? Jibo fêkiyek baş bi gihê divê axa wî zexmbê; ango ax fêkiyê herî mezine. Xweza, ajalên nav xwezaye de dijîn, daristan, çiya, erdnigarî, demsal û dewlimendiya binerdî(komir, petrol, zêr û gelek Arîşeyên din) dîsa fêkiyê herî xweş: dîroka gelê kurd, çanda wî, zimanê wî û mêranî û mêrxasiya gelê kurd fêkiyên hatîn dizîne.

Ev dehla xwedî nirx û keda civaka kurd, heta îro xwe jî diziya dagirkeran rizgar nekiriye. Dîroka wî hate dizîn û binpêkirin, çanda wî hate dizîn û binpêkirin, zimanê wî hate dizîn û binpêkirin. Bikurtasî çi fêkiyê dehla Mezrabotande hetî gihandin xwe ji dizî û êrîşên dagirkeran ne kariye biparêzê. Dehlvanên liber dehla mezrabotan ne karîne dehla xwe biparêzin û hatine kuştin. Civaka kurd civakek warî mirovahîde civakek dil tenike, kî kesê dixwes wek bira ji dehla mezrabotan sûd wergirê destûr didan ku fêkiyê dehlê bixwin. Lê ev camêriya gelê kurd hertim berervajî dihat kirin û çi kesê ji dehla mezrabotan fêkî xwarî cavên dizonek lixwediyê dehlê nêrîne. Em vê diltenikiya civaka kurd îro jî dibînin, çi gelê destê biratiyê berbi kurdan ve tînin kurd digirin. Lê dema kurd destê biratiyê berbi gelande dibin destê wan dimînê hewa. Civaka kurd xwedî nanekî bê, dikarê wî nanî hevalê xwere parve bike. Lê ev maldariya kurdan nayên dîtin û hertim rastî talankirin û binpêkirina dehla mezrabotan tê.

Heke ev dehla Mezrabotan werê xwedî kirin dîsa fêkiyê xweş wê têde şîn bidin û wê dîsa ji mirovahiyê re dîroka ronakbîrî û maldariye bi afirînê. Dara ku rayê wê kor nebê wê hertim şîn bidê. Dehl û Daristana mezrabotan herçiqas bi bivirên dizekan hatibê birîn jî rayê daristana mezrabotan hertim şîn dide. Jiber ku axa mezrabotan axek zerm û têr kede. Îro Dehlvanên dehla mezrabotan ne mîna Dehlvanên berê ne. Dehla xwe bi çar çavan diparêzin û hertim biava kaniyên çiya av didin. Vaye daristan têr dar bûye û her roj şaxê daren berbi bilinbûnê ve diçin. Fêkiyê dehlê hatiye xwarinê û êdî civaka kurd wê ji dehla xwe bixwe. Lê divê em dehlvaniya xwe baş bînin cih û daristana Mezrabotan baş biparêzin. Dîsa awirên dizeka liser diziya dehlameye û dîsa dixwazin fêkiyê me bidizin. Ev dehla dîsa bikedek mezin hetî gihandin, divê em tev bibin dehlvan û nobedarê daristana xwe ne hêlin ti gur bikevin nava daristanê ku xezalên me bixwin. Em nehêlin tu diz bikevin nava dehlê û fêkiyên me bidizin. Bila xepandina wek fenên Rovî hertim bîramebin û em bi ti gotinên dizek newin xapandin û fêkiyê xwe biparêzin. Fêkiyê civaka kurd a herî xweş jî zimanê wiye. Em qedire vî fêkiyê xweş bizanin û fêkiyê xwe bixwin.
                         EWREXE XWEŞ EWREXE HAWARE MÎRO HAWARE…



MÎRZA RONÎ

Li nav axa mezopotmaya’yê de gelek bajarên dîrokî hatine avkirin, li nav va bajarên kevnarede yê herî kevnare bajarê Cizîra Botan’e. Ev bajarê dewlimend li nav vê axa mezopotamya’yê de, ji mirovahîyêre gelek dewlimendî ava kirinê. Li ser cizîrê reya bazirganîya her tiştî derbas dibu ango evî babjarî û çemê xweyi Dîcleyê şahidîya, qewmên mirovayî kevin kirîye. Gelik civak li ser vê axê jîna xwe borandine.

Ev bajarê ku em ser dinivîsin dîroka wî berî mîladîye çarhezar salîyê de tê dîtin, wî demî imperetorîya Guttî hikûm dikir. Ji wî demî hêya îro gelek qewm li ser vê axa cih girtine. Lê belê yekû xwedî vî bajarî Kurdin, (kardu, med) îrojî yê ku li vî bajarîde dijîn sedî not û neh Kurdin. Ev jî rastîya dîrokê pişt rast dikê ku xwedî vî bajarî û vê axa mezopotamya’ye Kurdin.

Rastîya vî bajarê Botanê yê ku danî berme giranî malbata bedirxanîya’ye ev malbata xwedî vê axê, dîroka cizîre li ser navê xwe dane nasîn, piştî mîrîtîya Cizîrê, Bedîrxan beg ji dest bavê xwe girtî dîrok gihiştibu sala 1821 an. Dema vê dîrokê pede Bedîrxan beg ev bajar pir pêş xist. Pêşxistina gelê kurdî li ser vê axê dijîyan, xist nav bandora xwe de. Ew mîrîtîya li ser Cizîra Botan dikir, tenê ne Cizîr hêta bajarê wanê û colemerg jî dixist nav rastîya dîrokê de. Çend bajarên kurdan li bajarê Cizîre ve giredan û li ser navê kurdan xebat pêş dixistin. Bedirxan beg, peşberî osmanîya derket û leşker nedida osmanîya Cizîr û derdorên wê xist herema özek. Dema gelên vê heremê dîtin ku Bedirxan beg gor osmanîya deyîn(vergi) kêmtir distand gelen derdoran jî Bedîrxan Beg hêskirin û xwe Bedîrxan beg ve girêdan. Dema Bedirxan beg Mîrîtî gor dadmedî pêşve bir gelek êleqe dît. Bedirxan beg pêş ber feodalîyê jî bu, ji ber vê çendê nel çavê êşîrtî çavên neteweyî li gel dinêrî û pêş dixist. Ewî hertim alîkarî dida miroven feqîr û xîzan hertim li ber derîye kesra wî kêm nedibun.

Piştî bu 1843’ê Bedirxan beg dest destxistina heremên fila kir û sala 1846’an jî ço ser bi qewmê Nastûrîya de ço, ev yek bu sedema nerazîbuna Paris û Londra yê. Evan têhdayî li osmanîya kir û peşber Bedirxan beg de, dest nerazîbunê kirin. Osmanî jî pêşber vê yekê ser bedirxan begde girtin û ew xistin Kelha Ewrexê de û dorawî dorpeç kirin û Bedirxan beg hat girtin(1847). Dema Mîr Bedirxan hat girtin ew sûrgunî Şam’ê kirin û demik dirêj li wir jiya û ço ser dilovanîya xwe(1867).

Dema Mîr Bedirxan beg li kelha Ewrexê (girêdayî Sêrtê’ye) de hatî girtin dîsa ev gelê kurd dimînê bê şivan û bê xwedî. Piştî girtina wî ew gel melul û bi dilê kûl dibê, Ji ber girtina wî gel wî bi sitran na tînin ziman û tevêjin ser Bedirxan beg û kelha wî. Minjî ez sitrana ji Bedirxan beg re hatî gotin mego em binivîsin, da ku hertim pêşber neheqîyan em bêjin, da ku neheqîya li me têkirin nêjibîrkirin.



Ez xelefim xelefim, haware mîro haware

Xweyê şûrê sêdefim, ezdîşê mîrê botame.

Ez xelefê kinikim haware mîro haware

Xweyê şûrê sedefim, haware ezdîşê begê botame.

Ewrexe xweş ewrexe haware mîro haware.

Ezdîşê begê botame.

Ewrexe berê zere, haware mîro haware

Ewrexe berê zere, erdîşê mîrê bortame.

Topa mezin hat sere, haware mîro haware

Topa mezin hat sere, haware mîro haware.
                                BERXWEDANA DILÊ CIZÎRA BOTAN NEWROZ!


MÎRZA RONÎ
Salên 1992’an de hêj wateya berxwedana newrozê neketibû hişê min. Wî demî ez hêj zarokek nivciwan, gûndekê Cizîrê de dijiyam. Dema mezinên me qala newrozê dikirin, raste rast agir dihat bîra min û hevalên min. Hêj çend roj mayî ji newrozê re, me tekelên xwe amada dikirin, ji bo şewitandinê. Dema dibû êvara newrozê, me çend hevalan xwe li dor tekela, xwe kom dikir û agir berdida tekelên lastîk. Her diçû agir gûr dibû û bêhtirîn çoşa me zarokan bilind dibû û me li dor agir dilana xwe digirt. Car caran me xwe li ser êgir re jî diqevast. Me di wî temenê piçûkde ne dizanî ku agir sembola berxwedana gelê kurd de. Me ne Kawayê hêsinkar nasdikir ne jî Dehaqê zalim nas dikir. Û dîlana me lidor agir dikirt me ne dizanî ku destpêkêde ciwanên kurd ji bo azadiya xwe pîroz bikin ew dîlan hatiye girtin. Her sal me bi wî awayî li gûnd newroza xwe pîroz dikir. Lê sal bûbû 1992 û agirê newrozê êdî hêdî hedî vedigûherî agirê berxwedana gelê kurd û çakûçê Kawayê hêsinkar êdî bilind dibû didestê gelê kurd de. Gûndiyan digotin emê îsal ji bo pîrozkirina Newrozê herin Cizîrê û Newroza xwe li Cizîrê pîroz bikin. Me zarokan ne di zanî ku em çi bikin me tenê Zilamên gûndî temaşe dikirin. Êdî dem bûbû 21 Adara 1992’an keç û xwortên gûndê me xwe bicilên rengîn xemilandibûn û ji bo newrozê pîroz bikin berê xwe didan Cizîra Botan. Ji bo ku ez zarokbûm ez neçûm lê bavê min û gelek gûndiyên me ji bo herin newroza Cizîrê ketin ser rê. Ew ji gûnd derketin û bi rê ketin, min piştre zanî ku gûndên derdora Cizêrê jî wek gûndê me berê xwe, jî ji bo Newrozê pîroz bikin dabûn Cizîrê. Piştî gûnd vale ma dengê me zarokan tenê ma nav gûnd de, êdî bêdengî gûnd ne mezina, me zarokan xira dikir. Seêt gihiştibû derdora yazdehan, dengê gûlleyên çeqên giran digihiştin gûhê me ji dûrve. Ne ma êdî me ji deng derdixist û vê carê bêdengî nav gûnd dengê gûlleya xira dikir. Mezinên mayîn nav gûnd de diketin nav tirs û fikarande me qet titişt ne dizanî lê mezinên me digotin: ‘‘bawere pevçûn derketiye? Ev deng ne ji xwedeye’’. Piştî demek dirêj dengê gûlleya êdî ne dihat û tirs û fikar tevlîhev neçar libenda bersiva kesên çûyîn Newrozê ma. Dem bû piştî nîvro û kesê çûyîn newrozê hêdî hêdî ligûnd zivirîn. Dema gihiştin gûnd êdî cihê fikar û tirsa gûndiya qîrîn û girî girt. Em hîn bûn ku ew dengê gûlleyên ku me dibihîstin ew gûlleyên ku ji devê çekên leşkera derketibûn û li bedenên gûndiyên bê gûnehde mabûn sekinî û qîrîna berxwedanê birîbûn. Şehîdek û çend birîndar gûndiyê mebûn. şehîdê me ‘‘Apê Hacî Hisên’’ bû. Bi qîrîna girî û hawarê me ne dizanî baş çi qewimiye lê me ji devê mezinên gûndiyên xwe dibihîst tişta ku hatî serê wa. Tişta ku em di tirsan şehît ne tenê ‘‘Apê Hacî Hisên’’ ligor tişta ku me dibihîst bidehan şehît û bi sedan birîndar ketibin erdê li kêlakan riyan. Û li Cizîrê berxwedanên heybet pêk hatibûn wê roja Newrozê. Tişta ku hatî serê gûndiyan jî hêj gûndî ne gihiştîn Cizîrê birêde leşker û hêzên teybet riya wan birîbûn û ne hiştibûn ku bikevin nava Cizîrê de. Gûndiyan jî xwestibûn ku ji pêşiya wan vekin û xwe bi gihînin Cizîrê lê mixabin li pêşber gûndiyan ne mirov kesên çav sor û dil xwîn rawestiyabûn. Gûndiyan xwestibû ku benda ji êgir biqetînin û xwe bi gihînin berxwedana Cizîrê le vê carê gûrên çav sor berê çekan dabûn ser gûndiyan û bi zanistî li gûndiyan gûlle barandibûn. Wê berxwedana sala 1992’an berxwedana gelê Cizîra Botan li rûpela dîroka berxwedana gelê kurd nivîsand.

Dem û sal derbasbûn berxwedana gelê kurd û gelê Cizîrê her sal agirê newrozê gûrtir dibê. Ji wê sala berxwedana Berîvan û gelê Cizîrê ji gelê kurd re nivîsandî îro ji mere bûye sembola azadiyê. Dema min îsal ji bo Newroza 2010’an li Cizîrê pêşkeşvanî dikir, min salên 1992’an ditanîn bîra xwe û ew berxwedana wî demî û ev Newrozên vî demî digihandin hev rondikên çavên dayîkan êdî ne ji bo şehîdan ji bo azadiyê dirijin.
                                            DAWETÊN CİZÎRA BOTAN

MÎRZA RONÎ


Herema Botan; ji nava axa Mezopotamya’yê de heremek pir dewlimende. Ev herem; mirov kîjan rupelên dîrokê vedikê, dewlimendiyek giranbûha derdikevê ber çavên mirov. Ji nav vê herema ku nav axa Mezopotamya’yê de ku mirov lê binerê gelek kesayetên navdar e ku rê şanî weje çand û zimanê kurdî kirî jî derketî mirov di bînê. Yek ji van navdarên mezin “Melayê Cizîrî’ye”. Dîsa mirov dikarê bejê ku “Ahmedê Xanî” jî berhema xweyî navdar (Mem û Zîn) ji vê heremê nivîsandiye.

Li gor wê kevneşopiyê Cizîra Botan her tim ji ciwanên vê heremêre bûye cihê evînê. Evîna wejeyî a “Mem û Zîn” her tim ciwanên vê heremêre wek xwedanê evînê “Înana” bûye sembol. Dema keçik û kurikên Botan bi dilek evînî ji hev hes dikin, kurik wek Mem û keçik jî wek Zîn tevdigerin. Ji xwe hêj li goristana Cizîrê tirba herdu evîndarên mezin wek sembola miradê evîndarê keç û xort qestê dikin. Hûnermendên Cizîrê e ku ji Mem û zîn’re nestirayî tunene. Ev jî nîşaneya evîna mezinî Cizîrê’ye.

Dema li vî bajarê qedîm Dawet çêdibin, bi tilîliyên keçikan evîna Zîn’ê tê silavkirin. Dawetên Cizîrê ji dîroka kevin heya îro hêj ne hatiye guhartin. Îro gelek bajarên kurdan jî dawetên xwe li salonên dawetan de dikin, lê ev yek hêrema Botan de hêj tu kesî daweta xwe li salonan de nekiriye. ev jî nîşaneye çanda dewlimendî dawetên Botanin. Îro jî bi giranî rojên şemî û yekşema Cizîra Botan beyî dawet derbas nabê. Bi teybetî dema li gunda dawet çêdibin rewşek çandiyî gelek xweş çêdibê. Li benderên gûndan nezî 200-300 kesî bi yek govêndê destê hevdigirin û li ber sazê rediqisin. Hêj saz li vê heremê neketî nav govenda de dahol û zirne wek bilûra şivana li ciwana xweş dihat, lê îro êdî ciwan pehtir ji daweta li ber dengê sazê hes dikin.

Zewicandina li vê heremê de, hêj wek kevneşopiya berê didomê. Lê ew zordariya bê destura keçik û kurik zewicandin ne maye. Êdî heya keçik û kurik hevdu ne bînin û jevre ne bêjin erê na zewicin. Lê kevneşopiya xwestina keçikê û pekhatina şîraniyê û dawetê hêj wek a berêye. Dema keçik û kurik hevdu di bînin û jev hês dikin, êdî peywir dikevê ser milên malbata. Malbata kurik, bi çend mirovên xwere e biçin mala keçikê û keçikê ji dê û bavê wê bi xwazin. Dema Dê û bavê keçikê jî gotin erê, êdî peşiya zewacandina keçik û kurik de ti asteng namînin. Dema xwestina keçikê de ji hela malbata keçikêve nextê keçikê te vebirandin. Nextên naha bi giranî zêr tên xwestin û cihazê bûkêye. Ev cihaz jî; doşek, nivîn, batanî, balgeh û cureyên nava malanin. Piştî next jî ji hela malbata kurik ve hat qebûlkirin fatîha tê xwendin. Piştî xwestinê dor dibê dora amadekariyê şîraniyê û dawetê. Bi giranî piştî xwestinê keçikê 2 mih anjî 3 mih derbas dibê şîranî tê xwarin. Dema biryara şîraniye ji hela malbata kurik ve tê dayîn, malbata keçikê tê agahdarkirin. Piştre malbata kurik, mirovên xwe ji ber şîranî xwarinê pê dihesînin. Roja şîraniyê dîyar dikin û amadekariyê şîraniye dikin. Gor malbata dema malbata keçikê anjî a kurik bi xwazê şîraniyê jî bibê dawet, wê roja şîraniye jî li ber sazê anjî dahol û zirnê govendê pêkbê. Lê giranî roja şîraniye dawet nayê kirin. Malbata kurik amadekariyê şîraniyê diqedînin û roja diyarkirîn diçin mala keçikê. Kesên mirovê herdu malbata jî wê rojê tên mala keçikê. Dîsan keçik û kurik li ber teybê rediqisin. Berî firavînê; beqlewat û fêkî ji hela malbata kurik ve tê bilavkirin. Dema min ji kalên xwe di pirsî bê ma ka şîraniyên berê çawebûn ji mire digotin “wî demî wisa fekî û beqlewat tunebûn, hema me têrek ( têr dema koçeratê de, Koçer diçon zozana ev têr di deynîn ser pişta dewaran û pedîviyên malan têde dibirin zozanan û dîsan tanîn deştê) mehûj û goz dibirin mala keçikê wisa me şîranî di xwarin.” Lê ji bilî xwarinê tu tiştadî ji şîraniyên Botan ne hatiye guhartin. Dema kesên çoyî ser şîraniye firavîn jî xwarin. Êdî hedî hedî ber bi qedandinêve diçê şîranî. Malbata kurik gûstîlkê têxin tiliya keçikê û kesên mirovên wan jî, wek xelat an zêr an jî pera didin malbata keçikê û wisan şîraniyên herema botan di qedin.

Dema şîranî jî tê xwarin, êdî dibê dora dawetê. Rastî jî dewetên botan dema çedibin çanda herema Botanî dewlimend xwe şanî mirov dikê. Dema dawetvanên şal û şapik xwe kirîn dikevin sergovendiye û daweta cihde di reqisin, çi kesê ku li wê dawete sergovêndiyê temaşe dikê. Wisan carna têde germ dibin toz ji êrdê radibê û zirne û dihol lal dibê.

Piştî şîraniyê malbata kurik û a keçikê lez didin amadekariye dewatê. Malbata keçikê hiriya doşek û lehêfan pêk tînin û destbi amadekirina pergala bûkê tê kirin. Malbata kurik jî zêr û nextê keçikê pêk tînin û dimînin heviya malbata keçikê ku cihazê bûkê pêk bê.

Piştî du anjî sê miha amadekariyê dawetê pêk tên û herdu malbat xwe ji dawetêre amade dikin. Piştî amadekarî di qedin, êdî ji hela malbata kurik û keçikêve roja dawetê diyar dibê. Dema nezîkî roja dawetê dibê anjî rojek ji birna bûkêre mayî, malbata zavê hin mirovên xweyî keçik ji ber serşoya bûke wa di rekin mala bûkê. Dema rojek di mînê ji dawetêre malbata zavê bangnamê ji malbat û mirovên xwe tevare rêdikê. Gor hin kesan carna berî dawetê mehra bûk û zavê pektînin. Hin kes jî roja dawetê bi xwe mehra we dikin. Rojek ji mayî roja bûk anînê re, malbat saz û teknîka reqsê amade dibê û keçik û kurik wê rojê jî rediqisin. Dema dibê roja bûk anînê, êdî çi mirovên malbata bûk û zavê hebin tên dawetê. Keçikên kezî rêş cilên xweyî netewî e rengîn xwedikin û govenda dawetê de direqisin. Kurik û zilamên dor çil salî şal û şapikên xwe li xwedikin û giranî li ser govendiyê cihdigirin û dawetê xweşdikin. Dawetên Botan giranî bi lehîstka cihde, yekgavî, digavî, sêgavî, şêxanî û bablekan tên lehîstin. Dema daholkut û zirnevan diçê ber serê sergovnediye, kesên sergovendiyê de xwe bêhtir di hêjîne. Dema diya zavê yek dengî tilîliya ser zavêre di qîrînê keçik û kurik bi xeyalên dawetan de dimînin. Carna jî bi dengê şabaşvan re govend çoşek xwirttir dikevê nava reqisvana de. “şabaşa ji zavêre” û nava govên de de diçê û tê. Dema şabaş wergirtin, kesê ku şabaşa dayiye navê wî dibêjê û dîsa nava govendê de diçê û tê. Dema dibê demê firavînê kurik ji dev govên de di berdin û diçin firavînê. Lê pîrek û keçik dîsan govenda xwe digirin. Ji berku zilam û pîrek bi hevre firavînê naxwin. Xwarina dawetê serê bana anjî odeyên mezin te tên rêzkirin. Beroşên goş, birincê û fasulê kesên têr jî birçî dibê. Lê daweta de coşa herî mezin ya zarokane. Zarok ji ber ku nanê firnê û fasulê bixwin xwe têxin nav zilama de û ser seniya xwarinê dixwin. Dema zilam xwarinê dixwin dawet di sekinê û pîrek jî tên xwarinê dixwin. Dema mevan tev xwarinê dixwin êdî xêliye ku here bûkê bîne tê amadekirin. Kesên ku bi êreba xwe hatî dawetê ji çona xelîre xwe didin ser rê. Êdî xêlî dikevê ser rê û ber bi mala bûkê ve diçin. Dema digihên mala bûkê; bûk ji hela serşoyan ve hatiye amadekirin û gelekî li mala bûkê namînin sekinî. Bûk xatirê xwe ji malbata xwe di xwazê û berê xwe didê mala xweyî nû. Bi tilîliyan bûkê ji mal dertînin û texsiya ku ji bûkê re hatî xemilandin siwar dikin. Li cem bûkê jî an serşoya wê anjî hevaleka/e bûkê sûwar dibê. Xêlî berê xwe didê mala zavê û bi tilîliyan rêdikevin. Dema xêlî nezî mala zavê dibê, zarok xwe têxin rede û na helin texsiya bûkê derbas bibê, heya ku pera an jî xelatekî wergirin. Dema hevalên zavê pere didin wa êdî zarok rê vedikin û dikevin ser pişta xêlîde. Xêlî li ber derê mala zavê sedikinê hedî hedî cihazê bêkê keç û xort dikişînin oda bûk û zavê de. lê bûk ji texsiyê piya nabê heya ku zava werê ji texsiyê derîne. Dema zava tê dîsa bûk xelatekî ji mirovên zavê di xwezê heya gustîlk an jî zêrek di ne wergirê ji texsiyê piya nabê. Berî naha dema bûk tanîn mala zavê zava, hevalên wî dibirin serê bên hin ax danîn ber lingê wî û dema bûk diket malde ew ax pê lingê xwe li ser serê bûkê de di rijînê. (evyek wateya wê gor hin kesa berekete bi kevê malêdeye lê gor hin gotinên dî wateya wê tê gûhartin ewjî daku zava bandora xwe li ser bûkê çêkê tê pêk anîn) Lê ev kevneşopî naha êdi li Cizîre nayê domandin. Dema cihazê bûkê jî tê kişandin an balgehê bûkê anjî qundira bûkê tê revandin kesê revandî heya ji hela zavêve pera nestînê tişta birî nadê wa. Lê mixabin ev kevnêşopî jî naha li ber windabûnêye

Bi vî rengî bûkê tînin mala zavê, dema anîna bûkê di qedê dîsa dor di gihê reqisê. Qîz û xort dîsa destê hev digirin û govenda xwe rengîn dikin. Govend dîsa heya êvarî di domê. Zava û birazava (birazava, an hevalêk wî an jî mirovek nezî wî dibê birazavayê wî, peywira wî heya dawet heye li cemê û şîretkarê wiye) jî wek mevana nava dewetê de anjî li mal nav zilamade di rûnin, carna jî zava ji hela hevalên wî ve radikin dawetê û rediqisê.

Dewet bi vî rengî ber bi êvarede diçê, evarî şîv tê amadekirin û tê xwarin, piştî xwarinê jî dawet di domê lê êvara lehîtikek ji hela mirovên zavêve te lehîstin ev lehîstik şeş heft ciwan bi darê xorê hevalên xwe ji nav dawetê digirin û wa tînin têxin odeya mevana de ji hela hin hevalên xweyîdîve ew kesên ku girtîn û anîn wêde bi henekî an tên girêdan anjî qirdikiya ji wa çedikin û bi hev dikenin, dawiyede soza fekî anîne didin û tên berdan. Bi vî rengî do sê seêta didomê û lehîstika wa diqede.

Roja bûk anînê bi vî rengî heya seêt yazdê, dozdê şevê di domê, dema dawet di qedê birazava zava dibê ser cihêwî û roj dawîdibê . Roja piştî roja bûk anînê re jî dibejin roja ser sibehiyê. Ev roj dawîya daweteye û heya nivro didomê lê li vê nîvrojêde jî lehîstikek gelek xweş dîsa tê lehîstin. Ev lehîstik jî ciwan pêk tînin ciwanek xwe têxê sofî û riha xwe çêdikê, hin cilê kevin xwe dikê, turekî tijî ar dikê û didê milê xwe armanca wî ewe ku bi xefikî bikevê nava dawetê de ar bavêjê mirov û hevalên zavê. Bi rengî hevalên sofî xwe didin dorê û nava govendê de lehîstika xwe di lehîzin. Lê dema ar di tavêjin yekî divê ew yek nikaribê ku avê bi sofîde bikê dema sofî bê şilkirin wî demî sofî nema bikarê lehîstka xwe bi domînê. Ji wê çendê sê çar kes xwedidin dor sofî û nahêlin tu kes sofî şil bikin. sofî kesê ku di xwazê ar bavêjiye sergovêndiyêde bê jî nikarê xwe ji arê sofî biparêzê. Ev lehîstik ji hela zarokave gelek balê dikişînê û zarok bi sofî şa dibin carna sofî ar bi wade jî dikê. sofî dema kesê ku di xwest ar bavêjiyê di qedînê lehîstika wî jî di qede.

Daweta sersibehiye gor rojên dî bi coştir derbas dibê. Vê rojê bûk û zava jî dikevin destê hev û dawetê dikin. Dema herdu dikevin destê hev rediqisin şabaşên dawetê destê şaşbaşçide diçin û tên, tilîlî xwe li serê govende heya binê govende didin û tên. Bi vî rengê xweş daweta bûk û zavê ber bi qedandinê ve diçê. Firavîn tê xwarin û hedî hedî dawet di qedê. Lê dewet dema sersibehî tê danîn xilas dibê. Ango mirovên bûk û zavê masêyekî di danin nava govêndê de û çi kesê ku hatî dawetê li ser wê masê pere anjî zêr ji malbata zavêre di danin ser masê. Dema ev kevneşopî jî pêk tê êdî dawet tê qedandin.

Dewetên Cizîra Botan berî salên 2000’e sê roja dahol û zirnê lê dida. Lê naha êdî wek hingî sê roja na domin hin kes rojekî hin kes jî di roja lê didin. Ev kevnêşopiyên ku me nivîsîn jî êdî gelek kêm pêk tên. Ango dawetên Botan jî bara xwe ji peşdeçuna teknolojiyê xwariye. Êdî ew govendên netewî cihê xwe didin reqsên salonên daweta.